logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  4. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  5. Va ye bernameyê sê rojan; tîmên bajarên kurdan dilîzin

Îsmaîl DÎNDAR / ZELAL

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Îsmaîl DÎNDAR / ZELAL

Îsmaîl DÎNDAR / ZELAL

KOFENDÎL

  • Dîrok: 26/06/2014
Rojhilat, Rojhilata Navîn; cihê destpêka ronî  û jiyanê, cihê destpêka şaristaniyê. Mirovî yekem car li vir, ajal kedî kirin, tov di axê de zêde kir, yekem car li vir zivîrî teker. Zanîn, evîn, jiyan ji vê xakê belav bû li her dera cîhanê.
Ligel vê, mixabin neyartî, çavnebarî, têrnexwarî, heznekirina ol, mezheb û neteweyên dî jî li ser vê xakê geş bû. Wisa tê gotin ku ev xak di heman katê de, zeviya olan e. Bi rastî jî her sê olên semawî, her çar pirtûkên pîroz û gelek pêxember, ji nav vê xakê derketin.  
Mirovan bi her cureyê kuştinê li vê derê qira hev anîn. Xak bi xwînê hate av dan. Bêşik şer û pevçûnên olî, mezhebî, neteweyî û heta ku gelek caran a navxweyî ne tenê li vir, her wiha li cih û deverên dî yê cîhanê jî pêk hatin. Cihekî vê cihana ku bi xwîna mirovî nehatiye avdan nîn e. Lê ya girîng e ew e ku, bi taybetî li xaka Ewropa, li gelek deverên dî, mirovan piştî şeran, bi awayekî  dawî li vê teşe jiyana kambax  anîne û şaristaniyeke hemdem -kedxwarî ranebûbe jî- ku kuştin û pevçûn tê de nîn e ava kirine. Her wiha pirsgirêkên civakî bi şêwazeke aştiyane û riya axaftin û aşbûnê çareser kirine. 
Ji roja ku cudahî kete nav mirov û civakan û bi vî awayî wekheviya li navbera mirovan ji holê rabû û civak noqî nav pergela koletî, kedxwariyê bû; êdî ji bo ev pergal bidome, ji bo ku foteya li ser vê pergala derveyî mirovahiyê ranebe, ji bo keda hinan bibe kêf û xweşiya hinên din, mirovan gelek amûr û navgînên alîkar ji xwe re, ji bo berjewendiyên xwe re afirandin. Nîjad û nirxên neteweyî hinekî xwezayî bin jî, kirûyên olî bi yek carê kirûyên çêkirî yên ku mirov, mirovî bi riya wan ji xwe re bike kole ne. Û taybetmendiyeke efsûnî jî pê ve kirin ku mirov bi hêsanî, bi tevgereke pîrozwer karibe mirovên dî bikuje. Nexwe na, kirinên hêzên çavsor ên ku mirovên ne jixwe, mîna çûçikan ser jê dikin çi ye? Nexwe, çi ye ew tişta ku vê xakê kiriye gola xwînê û çima ev yek ranaweste?
Ew kirûya ku mirovî, bi hêsanî dike neyarê mirovekî dî, di romana nivîskarê yewnanî Nikos KAZANCAKİS ê bi navê “Zorba”  de bûye mijara sereke. Ku nivîskarê navborî, ji zimanê lehengê romanê Aleksi Zorba (berhemê navê xwe ji paşnavê lehengê xwe wergirtiye)  bi vî awayî tîne zimanî.
Leheng, ketiye şerê ku bi neteweyên cîran re pêk hatiye.  Gelek kes bi destê wî hatine kuştin. Ligel kuştinê her cure xerabî kiriye. Piştî van serboriyan, wiha dibêje:
- Ez ji welêt xelas bûm, ji pere xelas bûm;  ez xwe dadiweşînim. Çi qas xwe daweşînim, ez sivik dibim. Ez nizanim çawa bêjim ji te re? Mirov azad dibe.
Li cihekî dî jî wisa dibêje:
- Tu dibêjî “welatê min”… Tu guh didî wan tiştên ku kaxez ji te re dibêjin, ew tiştên ku qalikê gûzekî tije nakin, ew tiştên vala… Tu li min guhdarî bike; heya ku welat heye dê mirov cinawir bimîne, kedî nabe cinawir… Lê ji Xwedê re şikir, ez azad bûm, derbas bû! Ma tu?
Belê ez jî di wê baweriyê de me ku heta mirov dev ji pîrozweriyên çêkirî ku mirov ji bo berjewendiyên xwe yên jiyanane bernede, ji pere, ji xwedîtiya taybet ku di serî de welat tê de ye, bernede, û venegere pergala yekem a xwezayî û wekhevî ango pergala sosyalîzmê, dê ev xak gelek xwîna mirovan vexwe.
Pirsgirêkên Rojhilata Navîn ku ji nav girêkên ol û nîjadan dertên bûne kofendîl û di nav hev de li hev hatine pêçan. Mixabin heta ev kofendîl bi awayekî birêkûpêk, bi nêzîktêdayîneke mirovane neyê çareserkirin, dê gelek can û dil bişewitin.

Hin Nivîsen Nivîskar

Şerê rizgariya zimên ji nû ve dest pê dike

  • 09 Adar 2014

Di dîroka mirovahî û her wiha ya cîhanê de, ziman her tim bûye navgîna têkilî û her wiha bûye sembola hin rewş û taybetmendiyan. Ji van kirûya...

DÎTINEK LI SER KONFERANSA ZIMANÊ KURDÎ YA NETEWEYÎ

  • 03 Adar 2012

Bi pêşengî û organîzekirina Kongreya Civaka Demokratîk û TZP Kurdî, di 2-3-4 adara 2012’an de, li Amedê Konferansa Zimên tê li dar xistin. Ne tenê ji...

BEXTË ROMË

  • 10 Avrêl 2013

Aştî...Pêjna wê jî, navê jî, bêhna wê jî xweş e. Eynî mîna sifreyeke raxistî, bi hemû cureyên xwarin û vexwarinê xemilandî...

Hemû Nivîsen Îsmaîl DÎNDAR / ZELAL

Îsmaîl DÎNDAR / ZELAL kî ye?

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Deqeya dawî: Li Agirî ev 15 car deng têne jimartin

ad

LEWerger bi helbestên li ser 'şer û mirin'ê hat

ad

Ev deng êdî ne li ser rûyê dinê ye!

ad

Li Qamişlo 17 şehîd hene

ad

Vê carê 'Dûr' ji bo çar rojan bê pere ye

ad

Tottenhamê rêya xwe winda kir!

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname