Zimanê her kesî ye; yê hemû neteweyê, ji loma mafê hemî kesan e bi zimanê xwe biaxifin; çawa dixwazin bila wisa biaxifin; bi devoka xwe, bi zaravayê xwe, heta bi çend gotinên ferhengî yên gund û taxa xwe; kî çawa û çiqas dixwaze; zimanê xwe ye, bila têr û têr biaxife.
Heta ji kal û pîran, ji navsareyan pirtir bila ciwan û zarok bi zimanê xwe biaxifin; dikim bêjim xwezika… lê halê eyan dibêje, ‘te go ciwan û zaro’ hela hela!!!
Pêşiyan gotiye; ‘bi xweziyan dest nagihîjîn keziyan’
Di piyase û bazara bazirganiyê de dibêjin, li bazarê çi tişt pir hebe ew erzan e!
Yê me, yanê zimanê me, erê pir e, bi kok e, dêrîn e, lê li bazarê erzanbûna wî ne ji pirbûnê ji tiştekî din e; ji bêxwedîtiyê, erzan e…
Par partî û dezgehên digotin em kurdistanî ne di roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê de ji raya eleqedaran re danezanek ragihandin; helbet, bi wê danezanê ma!
Çimkî piştî wê danezanê meh û nîvekê hilbijartinên heremî çêbûn, wekî pir kesan ez jî li bendê bûm qe nebe ji bajarokekê re zimanzan, nivîskar yan hunermendek, zimanperestek wekî namzedê zimên were diyar kirin; ji ber ku di demên hilbijartinan de em dizanin kontanjenê ciwanan heye, ya jinan heye, yê filan pêşeyê bêvan pîşeyê heye, heta wekî ‘nîvê te nîvê min’ ê mêr û jinan bi hev re heye; ji saftiya xwe min go wê bêjin filan zimanzano-zimanhezo a ew bajarok jî bila kontejanê kurdî be; bêyî ku xizmetên şarevaniyê paşguh bikî, here ji me re modelekê deyne, da em jê siûdê wergirin, belkî wê modela şaredariya bi kurdî li bajar û navçeyên xwe yên din jî biceribînin; biçe xwe ji diruşm û ji fermanên me re ker bike, tevî karên şarevaniyê yên komkirina sergo û berhevkirina pereyên avê, ji kerema xwe re bi karên çand û hunerê, çalakiyên zimanî, wêjeyî; qurs û atolyeyên pêşeyî yên ziman bi kurdî bi rêve bibe û bi şêniyê bajarokê re danûstendineke bi zimanê kurdî, yanê bajarekî bi kurdî, bazareke ji kurdî re ava ke; cerebeya modelekê bike; ne tiştekî din lo/ê…
Helbet wê nehiştana! û helbet wan jî, jixwe şaredariyek layîqî kurdî nedîn!
Çimkî di nezera siyasetê de ‘heval’ekî îdeolojîk ê bi tirkî diruşm berz kir li pêş kurdekî xas û xwerû ye!
Ziman, qey ji bo wan bes alaveke karegehî û daxuyaniyeke li hola otêlekê ye?
Bi min ve hesesiyeta siyaseta kurd a derbarê zimên de, mixabin ne jidilane xuya ye.
Jixwe piştî wê hilbijartinê meh û nîvek din cejna zimanê kurdî hat; ji wê platforma bi danezan û diruşman hatî îlankirin ne çalakiyek hebû ne jî pîrozbahiyek.
Erê dibe hê di kurdî de nan tune be, ‘rey’ jixwe tunê, lê nasname û çandeke qasî nanî pîroz tê de heye…
Difikirim, ew qas şaredar ji kar hatin bi dûr xistin, ya hinan bes ji sedemên diruşmeyî bû. Lê xwezî yekî/ê bo şarevaniya bi kurdî ji kar hatî bidûrxistin jî di nav de hebûya, belkî di nav raya giştî ya cîhanê de ji yên sedemên siyasî bêhtir bal bikişanda!?
Helbet dê bêhtir dilê pir kurdan jî biêşanda…
Têbinî:
Mîro, li van diyaran û kişwaran çendîn ku rewşa zimanê kurdî hê wekî ya navê kovara te ‘Hawar’ be jî!
Pazdehê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li hemî kurdên kurdîaxêf û bi kurdî dijîn pîroz be!


