logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

Welat Dilken

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Welat Dilken

Welat Dilken

Kurdiya yê frensî!

  • Dîrok: 07/03/2021
Rojekê frensiyekî bi rêya qurs, ferheng û kesên kurd ên pê re danûstendin dikir da baştir hînî kurdî bibe, go eger hinekî din jî hînî kurdî bibim dixwazim bi kurdî romanekê yan çîrokeke li Kurdistanê derbas dibe binivîsim…
Wiha bi nîv henekî nîv rastgotinê min jê pirsî, gelo tê karibî bes bi hînbûna nivîsandinê û axaftina bi kurdî çîrokeke yan romaneke bi kurdî binivîsî?
Go belê, çima nikaribim! Min pirsek din lê kir; gelo te erdnîgariya ferhenga kurdî lê za ye, bi gewde bûye dîtiye, nasî ye? Got Na.
Min gotê, gelo eger ez bi frensî bizanibim û li Amedê rûnim û min qet Fransa nedîtibe, ez dikarim çîrok an romaneke li ser erdê Fransayê derbas dibe binivîsim? 
Go Na, nikarî. 
Min go çima? 
Go dikarî romaneke bi frensî binivsî lê nikarî romaneke cîwarê wê li Fransayê be binivîsî. Min jî go, tu jî dikarî roman an çîrokeke bi kurdî binivîsî lê nikarî roman û çîrokeke li Kurdistanê di nav civaka kurd de derbas dibe binivîsî…
Go, ê eger baş bi kurdî bizanibim jî nikarim binivîsim? 
Min go na nikarî! 
Go lê yên li Kurdistanê mezin nebûyî çawa dikarin binivîsin?! 
Kurdistan dibe fransa dibe yan welatekî din, meriv eger bi zimanê wî welatî bizanibe dikare çîrok an romaneke binivîse, lê bo çîrok û romaneke li wî welatî di nav civaka wî zimanî de derbas dibe binivîse, zanîna zimên têrê nake; divê meriv erdnîgariya wî zimanî jî, jiyana civaka wî zimanî jî baş nas bike; divê flora wir baş binase, li ser wê erdnîgariyê çi cure dar, kulîlk, giya şîn tê, hêşin dibe bizanibe; dibê tu fûanaya wê erdnîgariyê jî bizanibe, çi cure lawirên kovî, sewalên kêdî kirî û balinde lê dijîn û hwd.
Mesela divê bizanibî, erdnîgariya Kurdistanê dibe sê beş; aliyê Serheda jor bê daristan e, çiya tune ne an kêm in, piranî ji girikan pêk tên, bêdar in, ne asê ne, rût in. Navrasta Kurdistanê ji Hemedanê Sîne û Kirmanşahê heya Gurgumê heya zeryaya ortê beşa rêzeçiyayan e. Beşa başûr ji Helebje-Kerkûkê heta biniya Dîlokê Efrînê deşt e, cî bi cî çol e.
Û divê kurdiya tê pê binivîsî jî baş hilbijêrî; tê bi kurdiya yên kurdî di zikê diya xwe de hîn kirî binivîsî; yanê bi kurdiya resen, yan tê bi kurdiya ku wergera tirkî ye; bi kurdiya ferhengê binivîsî!...
Jixwe, eger bi kurdiya ferhengî binivîsî hewce nake herî erdnîgariya ziman deng, dirûv, hêma, wate, rih, kesayet û wêneyê xwe dinimîne, bibînî… Hêngê bi wê kurdiya wergera tirkî dikarî bêjî ‘xwendin xweş, guhdarî xweş, ji şevê re, bi deng keniyam’! Lê bizane dema te ev hevok nivîsandin ku xelk bi te keniya bila dilê te nemîne…  
Û em bêjin te dest pê kir nivîsand; eger romana te li Rihayê derbas bibe nikarî bêjî darê mazê, berû hebûn, nikarî bêjî li Bazîdê jî ew dar hebûn.
Mînak, eger çîroka romana te behsa du hezar sal beriya vê nake, eman eman nebêjî seriyê darên merxê li ber esmên bûn.      
Eger çîroka te çîrokeke mîtolojîk be dikarî bêjî dêvê heft serî, sêtûr, eftar-keftar, pîrevok lê eman nebêjî Fîl û Zurefa.
Behsa şêr bike, piling bike, hirçê û gur bike lê eman nebêje tîmsah devê xwe vekiribû.
Mînak rovî serlehengê çîrokên kurdan e û ji bo ku di ferhengê de heye nebêje qird jî; çiku li Kurdistanê qird najîn, lê qird jî rovî jî bo pênasekirina qerekterê hin mirovan tê gotin… 
Her wiha, divê kurdan baş binasî, ew bo çar tiştan li hewşa mala xwe, li ber deriyê xwe dar û gulan diçînin; hinan bo bêhn û reng-gul û kulîk, hinan bo mêwe-tû, mêw, sêv, hirmî, gilyaz, hêjîr, hêrûg, çeftahlî û hwd.  hinan bo siyê-tû, bî û hwd.
Eman eman nebêjî çûm mala hevalê xwe li hewşa malê em li bin dara hêjîrî, gûzê yan a çinêr raketin! Bizanibe, kurd darên bo demên dirêj li bin siya wê pal bidin li hewşên xwe dadinin-diçînin. Lê belê, li hewşê li cihê lê rûniştinê yan raketinê-paldanê ew darên gûzê, hêjîrê û çinêr dananin! Yanê ew darên ku li bin siya wan giya hêşin nabe li nêzî deriyê mala xwe danaynin!
Divê bizanibî kurd bi dareke strî dor erd û zeviyên xwe dorpêç-sînc dikin! Navê wê darê sinc e. Ew dar di heman demê de di danûstendin û têkîliyan de bi awayê erênî û neyînî bûye remz û pênaseya kesayetiyê û exleq jî . Lê her çendî bêhna wê xweş jî be kurd wê li dor hewşa malê danaynin. Çima ku striyên wê qasî bizmaran in; dema striyên wê bin lingê meriv re diçin bi rojan mehan meriv nikare bi rehetî pê lingê xwe bike.
Yanê kurd dar û berên ku ji dîtbarî û siya wan sûdê wernegirin, ji mêweyên wan nexwin li hewşa mala xwe naçînin-danaynin. 
Divê zanîbî, banî cihekî çawa ye, ji ku derê re dol tê gotin, gedûk her wisa, hoz, zom, kozik, hevşo, gom, şivan, gavan, karvan, berxvan, çiya, gir, deşt, kepir, kir, beyar, kaş, tar, papûr, çolbir, zixur,, şag, cixrî’, şûv, mexzene, heyat-berew-bermal, sewkî, ref,  pîn û vê jî bîr meke, li erdê sîr û pîvaz tê çandin tu car şitlên zebzeyan lê nayên çandin; ew erd tim bo çandina sîr û pîvazê lê cot tê kirin.
Helbet bila lehengê te biçe marketê lê ne (ihtiyac)pêwîstiyên malê, bila kêmayî û zexîreya malê (nestîne) bikire...
Eger bi rastî lehengê te dixwaze meyîrê bixwe bila were gundên Semsûrê yên çiyê lê eger dixwaze dewliserê bixwe bila here Amedê…
Mesela ji barana pêşî ya payîzê re nebêje barana payîzê ya pêşî, bêje payîzxêrk ket…
Û ji meha zivistanê ya rêbendanê re nebêje çile! Ew ne navê meheke zivistanê ye; di her demsalê de beşeke demsalê ye û çil rojî dom dike; loma nebêje meha çile, yan bêje meha rêbendanê yan bêje çilê zivistanê…
Mesela dengbêj û zakir herdu jî kilama Memê Alan distirên, lê divê bizanibî çima yek dengbêj e yek zakir!
Her wiha, divê bizanibî kurd sewalên bo şîr, goşt, an jî ji firotinê re nabin, an karekî xwe pê nekin, ên kêrî wan neyên xwedî nakin…  
Erê dikarî bêjî kurdan ji çivîk balindeyan hez dikir, ‘Kewê di qufikê de xweş dixwend’ lê nebêje Tot jî tevî wan çivîkên wan jê hez dikir bû! Û eman eman nebêje qantirê za-diza(!)
Û divê bizanibî, gur di kîjan rewşa hewayê de dikeve nava kerî…
Helbet, eger roman an çîroka te li derveyî bajaran derbas bibe divê li van tiştan baldar bî, heta ne bi tenê bajar divê li kîjan heremê be jî bizanibî; ger li rojavayê Ferêt e karî bêjî Mengûş lê eger li rojhilatê Ferêt be bêje Kizvan.
Her wiha, divê bizanibî kurd ji malbata şoşbantî-destbirakî û kîrvantî avêtine ser keçikan naxwazin (bo ji hev re bûne malek). Erê kurd ji filehan û qereçiyan re jî dibêjin kîrîv, lê ne ku wan kîrvantî avêtiye ser hev, ew bo ji wan keçikan naxwazin keçikan nadin wan jê re dibêjin dibêjin kîrîv!
Divê mecaza di hevoka ‘ro li ser pişta me çû ava’ jî bizanibî! Çiku kurd pir tiştan rasterast nabêjin, bi mecazê vedibêjin; yanê wekî dîwaro ji te re dibêjim bûkê tu guhdar be û hwd.  
Lê û belê, eger çîroka te li nava bajarekî derbas bibe jî ez ê monologê pêşniyazî te bikim. 
Te go çima monolog? Sedema wê jî min nivîsek beriya vê de vegotibû!      
Erê min bihîst te go yên ew cî û warên dibêjî nedîne lê bi kurdî dinivîsin jî hene… 
Erê yên wisa jî hene. Were em ji wan re jî bêjin Nifşê Ferhengê û xilas… 
Hin Nivîsen Nivîskar

Hêza wêjeyê û nasname

  • 14 Rezber 2013

Civaka kurd a ku di van sî salên dawiyê de, ha ha bi hev de xiliya û dageriya bajaran, bi awayekî ne jidil, bi rêbazeke zorane, ji neçarî û ji bêgaviyê ji...

Zayenda wêjeyê

  • 26 Tîrmeh 2020

‘komedîwextekê, ku hê jî wisa ye, Charlie Chaplin ez zehf dikenandimlê niha li qada nivîsariyê hin komediyên din hene;bi fisên xwe yên bê bêhn bi...

Zanîna bê ehleq!

  • 18 Avrêl 2021

Serboriya zanînê û mirovahiyê bi hev re destpêkiriye; her ku mirovan gavek avêtiye tiştek zaniye, her ku dest avêtiye tiştekî nû zanîneke nû hîn kiriye;...

Hemû Nivîsen Welat Dilken

Welat Dilken kî ye?

Welat Dilken di bihara 1975'an de li gundê Dolê ya Semsûrê hatiye dinê. Nivîs û helbestên wî di kovarên wekî Tîroj, Çirûsk, W û di malperan de hatine weşandin. Wî demek di rojnameya Ewropres nivîsî. Demek dirêj e di Diyarnameyê de qunciknivîskarî dike. Di pêşbaziyên Huseyîn Çelebî û Feqî Huseyîn Sagniç de helbestên wî xelat girtine.
Pirtûkên wî ev in:
- Ken deyndarê giriyê ne, Helbest, Weşanên Belkî, 2006
- Sî bi rojê xweşik e, Helbest, Weşanên Lîs, 2009
- Şeva dawî, Roman, Weşanên Lîs, 2012
- 29 kul, 29 gul, Helbest, Weşanên Ronahî, 2012
- Siya derizî, Helbest, Weşanên Ronahî, 2012
- Neynik û hinek, Helbest, Weşanên Ronahî, 2013
- Stêrka xuricî Ferat, Roman, Weşanên Peywend, 2016
- Me Herî pir ji helbestkaran bawer kir, Ozgur Doga (wergera ji tirkî Welat Dilken), Weşanên Lîs, 2016
- Kevir û tiştên din, Helbest, Weşanên J&J, 2017
- Orîjîn, Çîrokên Mînînal, Weşanên Avesta, 2019

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Hunermend Zelal Gokçe hat berdan

ad

Nivîskar Murat Saat wefat kir

ad

'Pêngav'a duyemîn derket

ad

Derhêner jî ji festîvalê vekişiyan

ad

Li Sêwregê komxebata zimanê kurdî hate lidarxistin

ad

Encamnameya komxebatê: Şaredarî divê li hemû bajarên kurdan xebatên perwerdehiyê bikin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname