logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

Welat Dilken

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Welat Dilken

Welat Dilken

Mirovên li parkê

  • Dîrok: 11/01/2017
Ev mekan ew mekan e; ew ê ku ji aliyê mirovan ve hatiye çêkirin û bi rabirduya mirovan re bi wate bûye.
Ew jî hat û li ser kursiyekî vî mekanî (parka) ku naşibe ya bajar û welatê ku wî li pey xwe hiştî û xwe gihandî vî bajarî, vî mekanî ev parke…
Her roj bi heman xeftanê ku bi ser bejna xwe de beredayî tê di nav parke de piyase dike û piştî ku geşta xwe bi dawî  kir diçe ber çayxaneya di nav parkê de şûşeyek çay bi pereyên pêşin hildide û tê li ser wî kursiyê ku êdî hînî wî bûye rûdine û hem çaya xwe vedixwe hem jî derdora xwe; ya jê xerîb, mirovên xerîb, darên xerîb, çivîkên xerîb, bêhna xerîb; li vî bajarê xerîb, mekanê li vê parka xerîb bi çavên meraqdar û biyanî raçav dike, xerîbiya xwe di nav xerîbiyek din de (belkî) bîra dike.
Kî ye nizanim; belkî yekî Kobaniye, belkî Helebî, belkî kurd belkî ereb, belkî tirkmen belkî yekî Sûrî… lê bêyî belkiyê yekî koçber e; welatek, bajarek, jiyanek, li bajarê xwe belkî parkek ji vê cudatir, xweşiktir li pey xwe hiştiye, belkî malbatek li pey xwe hêla ye, bi rûxandina jînekê re xwe gihandiye vê xopanê…
Ev mekan ew mekan e, ew ê ewil mirov ew çêkir, pişt re wî wateyek da mirov, û pê re bi bîr û kelepora mirov re gihîşte wateyek dîtir (!)
Demekê kurdan ew der ji xwe  re kiribûn cihê bêhnvedanê, lê niha dirûvekî International wergirtiye; kurd, tirk, ereb, tirkmen, elewî, sunî, (ku kêm hiştibin jî) suryanî, ermenî, belkî nebawer jî hebin di nav wan de, bêyî ku hev nas bikin di vir de wê de doş dibin. 
Navberê re keç û lawên xeşîm li vî quncî li wî quncî didin pey hev keseran ji dil û hinavên kal û pîran dibin. 
Mamosteyên ku li ser maseyê rûdinin bi demligek çay û paketek cixare re analîzên kûr dikin jî li ber çavan dikevin. Jinên serqot, jinên xwe pêçandî bes çav xuya dikin, kalepîrîn sofî û bi kum, ên bi şewqe û simbêl qeytan... û bi bihara ereban re zarokên bûyîn selpakfiroş, û bi şerê xuya û ne xuya re pirbûna parsekên jin û kalepîr, û di hundirê hin seyareyên li derdora parkê hatî rawestandin; ên bedenê difroşin ên bedenê bo çend kêliyan dikirin (!) 
Serêvarê park tenha ye, ciwamêrê bi şerabê re emr gihandî heftê yî, bi tenhabûna parkê re, ku piraniya mirovan vedikişin xewletgehên xwe bi serxweşiyek kamilane tê li ser kursiyê ew ê sûrî, ew ê eyan û beyan belkî kurd, ew ê koçber, ew ê jiyan, welat, bajar û malbata wî hatî tarûmarkirin, rûdine. 
Ji dûr ve destê xwe ji min re li ba dike, dizanim destiyek kaxizên Bêrûdê dixwaze; Çimkî bi şerê Sûrî re ew xetên birincî yên ku kêfçiyên bere xwe bi ser nivîsa wê ya erebî de xwe xwar dikirin û digotin, ‘ev xet baş in, sifir dokiz in’ êdî tunê ne.

Rûyekî melûl e,
helbet bi bişîrîn e,
wî xwîna şerabê vexwarî ye; helbet bi aştiyane ye.
Di ber xwe de dikim minemin; ya di derûniya apê Bekir de tu welat nehatine rûxandin û wêrankirin an jî hemû welat û bajarên hatî rûxandin û wêrankirin giş bi ser derûniya wî de hatine hilweşandin; ku li vî bajarî, li vî mekanî, li vê parka ku malevaniyê ji her mirov û dar, her çivîk û dengî re dike de, tekane ew e, yê aram, ê ku napirse nabêje siberoja me dê çi be; her bêdeng e, her bi bişîrîn e…             

Hin Nivîsen Nivîskar

Hêza wêjeyê û nasname

  • 14 Rezber 2013

Civaka kurd a ku di van sî salên dawiyê de, ha ha bi hev de xiliya û dageriya bajaran, bi awayekî ne jidil, bi rêbazeke zorane, ji neçarî û ji bêgaviyê ji...

Jûra bêhafize

  • 12 Berfanbar 2021

Hafize bi kurdî bîr; tiştê serborî, cerebe, pêkanîn, têkçûyîn, êş û xweşiyan berhev dike û jûr; embara danberheviyên, ango bîr...

Helbestên îlîzyonîk

  • 19 Tîrmeh 2020

Di sala 2010’an de ji bo çalakiyekê bi çend rêzdaran re em diçûn Wanê, nemir Arjen Arî jî di nav me de bû, rist li dinê, go: “Gelo dibe dawî...

Hemû Nivîsen Welat Dilken

Welat Dilken kî ye?

Welat Dilken di bihara 1975'an de li gundê Dolê ya Semsûrê hatiye dinê. Nivîs û helbestên wî di kovarên wekî Tîroj, Çirûsk, W û di malperan de hatine weşandin. Wî demek di rojnameya Ewropres nivîsî. Demek dirêj e di Diyarnameyê de qunciknivîskarî dike. Di pêşbaziyên Huseyîn Çelebî û Feqî Huseyîn Sagniç de helbestên wî xelat girtine.
Pirtûkên wî ev in:
- Ken deyndarê giriyê ne, Helbest, Weşanên Belkî, 2006
- Sî bi rojê xweşik e, Helbest, Weşanên Lîs, 2009
- Şeva dawî, Roman, Weşanên Lîs, 2012
- 29 kul, 29 gul, Helbest, Weşanên Ronahî, 2012
- Siya derizî, Helbest, Weşanên Ronahî, 2012
- Neynik û hinek, Helbest, Weşanên Ronahî, 2013
- Stêrka xuricî Ferat, Roman, Weşanên Peywend, 2016
- Me Herî pir ji helbestkaran bawer kir, Ozgur Doga (wergera ji tirkî Welat Dilken), Weşanên Lîs, 2016
- Kevir û tiştên din, Helbest, Weşanên J&J, 2017
- Orîjîn, Çîrokên Mînînal, Weşanên Avesta, 2019

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Dengbêjan ji bo Fadilê Cizîrî klam gotin

ad

5 hezar xwendekaran serî li Zanîngeha Rojava daye

ad

Tarhan Erdem: AKP dê li bajarên kurdan bi ser nekeve

ad

Der barê romana 'Du cîhan yek jan' de

ad

Li Tirkiyeyê çend mîlyon heb pirtûk hatin çapkirin?

ad

LI XWEGERÎNEK

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname