logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê

Zekî OZMEN

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Zekî OZMEN

Zekî OZMEN

Navnîşana kujerên gundiyên Zanqirkê

  • Dîrok: 08/05/2009

Komkujiya li gundê Zanqirkê ya Şemrexa Mêrdînê ne êrîşeke takekesî ye. Hem biryardayîn û hem jî pêkanîna komkujiyê bi awayekî kolektîfî hatiye dayîn.
Dema komkujî ji hêla takekesekî ve bihata kirin, mirov dê bi hesanî pêvajoya civakîbûn ango sosyalîzasyona wî, depresyon û travmayên ew tê re derbasbûyî, şikandinên di jiyana wî de pêk hatî û hwd. vebikola û di wê çarçoveyê de bigihîşta encama sedemên pêkanîna wî ya vê tevkujiyê.
Lê komkujî bi awayekî  kolektîfî hem hatiye plankirin û hem jî pêkanîn…
Kujer mirovên qurbaniyan e…
Di nav kuştiyan de jin, zarok, jinên bi halekî û pîr hene…
Yanî kujeran hewl dane koka hinek mirovên xwe yên din biqelînin.
Bêguman şertên kujer tê de mezinbûne û sosyalîzasyona wan di vî warî de rola herî sereke lîstiye ku bikaribin komkujiyeke wisa pêkbînin.
Lê ev şertên jiyanê yên ku ew tê re derbas bûne û kirine ku ev kujer bikaribin bûyereke wisa pêk bînin çi ne?
Kujer di nava civakeke wisa de hatine dinê û mezin bûne, ku tundî wekî rêbaza herî baş a terbiyekirinê tê dîtin…
Ne tenê şerê eşîran û feodalîtiya serdest, her wiha di herêma ku lê mezin bûne de şer yek ji bûyerên rojane ye…
Peywira dewleta hemdem ji ewlekarî û refahdayîna hemwelatiyên xwe pêk tê, lê belê dewlata ku serdestî wan e tam li dijî van prensîban tevgeriya ye; Her dem kurd tune hesab kirine, nakokiyên civakî yên feodaltî hê bêhtir di nava civakê de kurtir kirine… Ji dewlemendiyên welatê kurdan ên seraxî û binaxî xwariye û mîsogeriya berdawiya xwarina dewlemendiyên welatên wan di cahilhiştina civakê de dîtiye.
Ev yek ne bes e, çek daye van û ew kirine cerdevan…
Cerdevan li dijî kî şer dike?
Li dijî birayên xwe yên ji bo mafên xwe û yên wan têdikoşin…*
Çeka cerdevan bûye alava wî ya bidestxistinan û berjewendiyên şexsî…
Pişta wî bi hêzên dewleta ku ew çek kiriye di destan de germ e…
Ew jî êdî wê çekê wekî alava xwe ya pêkanîna daxwaz û ramanên xwe bikar tîne.
Ma tenê ev e?
Na…
Ev kes di nava civaka xwe bi xwe de jî hatine îzolekirin, navê wan bûye “xwefiroş” û “xayîn” û vê yekê kompleksa xwebiçûkdîtinê û dûrketina ji kolektîvîzma civakî ya gelekî bi wan re afirandiye.
Çi têhna îzolekirina wan dişkîne?
Hêza ku ew ji çeka xwe û piştgiriya ji dewletê distînin…
Dema dewleta ku peywira wê ji misogeriya ewlekariya civakê û refaha wê ya aborî û civakî pêk tê dûr bikeve, bûyerên wisa hovîtî rû didin…
Sedema tevkujiyê jin be, reqabeta gola masiyan be, çavberdana erdan be, yanî çi be bila ew be, navnîşan nayê guhartin!


 
*Mebest rewşa serdest e û bêguman gelek cerdavan beyî dilê xwe û ji mecbûrî çeka dewletê girtine destê xwe.

zekiozmen@hotmail.com

***

Nivîs û nûçeyên li ser bûyera li Mêrdînê:

- Jan Dost: Hovên kurdan

- Wezir Atalay: Qetlîam bi çekên cerdevanan hatiye kirin

- Li ser kuştina li Mêrdînê kî çi got?

 

Hin Nivîsen Nivîskar

Du tabloyên li pişt Demîrtaş û Barzanî

  • 26 Rezber 2016

Serdana Selahattin Demirtaş û şanda pê re ya Başûr qediya. Heta niha kêm serdanên navxweyî ewqas deng vedane. Hevdîtina ewilî ya Demirtaş li Serê Bilind a...

Ji îro pêde dawiya 'Biratiya Olî' hat

  • 28 Pûşper 2015

Gotina "biratiya olî" dereweke heta niha kurd pê dixapiyan bû. Xwexapandina bi "biratiya tecawizkar û mexdûr, serjêker û mezlûm" qediya. Kurd dema...

Şengalî dê baweriya xwe bi kî bînin û vegerin?

  • 31 Adar 2015

Şerê rizgarkirina Şingalê ev çar meh in didome. Hêviya ku dê Şingal zû were rizgarkirin pêk nehat. Bi vê yekê re gengeşiyên derbarê statuya dahatûya...

Hemû Nivîsen Zekî OZMEN

Zekî OZMEN kî ye?

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Çalakiyên 10 Saliyê: Li Minbicê pêşangeha wêneyan

ad

Serokê Koreya Bakurî qey Serokê Koreya Başûrî name şirawit

ad

Wêneyê hefteyê: Û çîroka me li vir bi dawî bû

ad

"Golgeler ve Suretler" û "Press"ê xelat berhev kirin

ad

Hevpeyvînek bi Seyda Celalettin Yoyler re

ad

Talebanî: Divê em mafên parêzgeha Kerkûkê biparêzin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname