logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?
  2. Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî
  3. Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike
  4. Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'
  5. Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin

Bedran DERE

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Bedran DERE

Bedran DERE

Pirtûka ku çarenûsa me ye û nivîskarê wê winda ye

  • Dîrok: 21/11/2016
(Dûmahîka beşa 3'yan a nivîsa “YEZDAN WINDA YE” )

Heyfa min bi min tê. 
Destê xwe dibin ser rûyê xwe, çavên xwe, eniya xwe, sûretên xwe miz didim. Li derve, li derdorê dinêrim. Ev rewşa ku tê de me, hîç naşibe jiyaneke xeyalî. Hertişt wekî her roj e. 
Bi tonan pirs di serê min re derbas dibin. Ji qedera xwe razî dibim û bersivên wî ciwanmêrê efsûnî mereq dikim. 
 -Baş e tu dê û bavê min nas dikî ? dizanî li ku derê ne, çi dikin?
-Belê ez her roj wan dibînim. 
-Ew te nas dikin?
-Yên li vê gerdûnê min nas nakin, yên li aliyê din min nas dikin.
-Çawa çêdibe? Çend dê û bavên me hene? 
-Her mirov tim dudu ne. 
-Ji bilî min û te wekî din ez yan jî em hene?
-Ez û tu tenê hene. Ez û tu tim jiyanê li hev dor dikin.
Pê keniyam, lê kelecana min bilind dibe, nav kefa destê min xwêdan dide.
-Çi yanî ? Carekî ez têm dinê, piştî min îjar tu tê?
 -Rast e.
 -Ev pirtûka di destê te de çi ye? Kê nivîsandiye?
-Ew qedera me ye. Çarenûsa me ye, nivîskarê wê  niha winda ye. 
-Çawa? Kesê ku qedera me nivîsandiye niha winda ye?
-Belê, winda ye. 
-Ma niha çarenûsa me çawa tê pêkanîn ji aliyê kê ve tê bi rê ve birin?
-Ez ji bo vê yekê li vir im. Qedera me çawa hatiye nivîsandin wisa pêk nayê.
-Kî ye ev nivîskar?   
-Yezdan.
-Ma Yezdan çawa winda dibe?
- Belê winda ye. Pir li pey geriyam, min nedît, dibe ku dîl hatibe girtin. Nayê zanîn. Eger di nava vê sedsalê de li me venegere, emê jî winda bin.  
-Ma rojekî yezdan were dîtin jî, ji xwe emê tev rojekî nemirin?
-Mirin tune. Tu kes namire.  
-Dema dawî li jiyanê tê em çi dibin?
- Jiyan namire, tenê windabûn heye. Ger xwediyê çarenûsa te  winda nebe, tu tim heyî.  
-Tu ji kenvê ve heyî?
-Ne ez, ez û tu, em ji roja cihan avabûye û vir ve hene
 -Çi yanî? Madem ev demeke dirêj e em hene, em niha bê xwedî û bê yezdan dijîn? Ew qas dem e,  kî çarenûsa me bi rê ve dibe?
-Çarenûsa me, bê ser û ber dimeşe.
-Tu li ku derê dijî, bi çi re mijûl î?
Ez gerok im, li yezdanê winda digerim.
-Ezê ji vir û pê ve çawa te bibînim.
-Tu nikarî min bibînî. Tenê ez dikarim te bibînim.
Êdî min dev ji xwe berdaye,  bê navber dixwazim pirsan jê bikin. Qet nebe pirtûka qedera xwe jê bigirim ka tiştên îro dijîm yan jî neçarê jiyanê hatime kirin û yên di çarenûsê de hatine nivîsandin çiqas ji hev dûr in?
Gotina wî ya ‘çarenûs û jiyana me bê ser û ber dimeşe’ di serê min de pirsên girîng hîştin.
Di wê navberê de tren sekinî, min li derve nêrî, berê xwe zivirand ciwamêr dîsa tune bû. Herkes peya bûbû. Ez tenê mabûm. Ciwamêr jî winda bûbû. Bi gotina wî ez winda bûbûm. Rabûm, lê geriyam. Di pencerê de li aliyê derve li ber çavên min ket. Di bin baranê de sîwana xwe dagirtiye, pirtûka wî, yanî çarenûsa min di bin çengan de dîsa li min dinêre.
Ji trenê revîm derve, tune. Pir lê geriyam, rastî rêça wî nehatim, bi gotina wî rastî rêça xwe nehatim. Ew winda bûbû, bi gotina wî ez winda bûbûm.  
Wê rojê derengî gîhîştibûm dersê. Di navberekê de  min sandiwîça xwe derxist, çûm baxçeyê dibistanê, li ser bankekê rûniştim, çavên xwe girtin, bêhna perçeyên xiyarê ku jê difûriya ez dîsa birim diyarî Mezopotamya, cem dayika yezdan.
 Kê yezdanê xwe kengê winda kiribû nizanim, lê min ya xwe  çar sal bûn wenda kiribû.
DAWÎ…

Hin Nivîsen Nivîskar

RÛREŞIYA KURDAN

  • 24 Gulan 2021

Li vê dinê yek ji tiştên ku herî zêde min diêşîne xizanî ye. Ji kerema xwe re bila kes nebêje "ya muhîm jiyana bi rûmet e." Cîhê ku...

Tirsa ji ciwamêrekî bi fotêr û palto

  • 26 Kewçêr 2016

(Dûmahîka nivîsa “YEZDAN WINDA YE”)Tirên di saeta xwe de bi rê ket. Çar gav li hemberî min, ciwamêrekî bi fotêr, paltoyek gewr lê, di destekî de...

Pêvajoyeke nû ya aştiyê mimkûn e gelo?

  • 22 Rezber 2021

Gelo aqlê îro yê dewleta Tirkiyeyê amade ye bi kurdan re li hev bike? Gotina dawiyê hema pêşî bêjim, amade be, neamade be, mecbûr e!Dewleta Tirkiyeyê pêvajoya...

Hemû Nivîsen Bedran DERE

Bedran DERE kî ye?

Bedran Dere di bihara sala 1972'yan de li navçeya Mûşê Vartoyê ji dayik dibe. Di sala 1987'an de, di 15 saliya xwe de derdikeve Ewropayê, xwendina xwe li Swissre didomîne.
Di perwerdê de, bala wî diçe ser hunera bedew. Bi salan resim çêdike, li Swissre û welatên Ewropayê pêşengehên wêneyan vedike.  
Ji ciwaniya xwe ve mêla wî li ser kurdî bû lê bi taybetî, dersên pedagojî, wêje û giramera kurdî ku di sala 1993'yan  li Zanîngeha Zurîchê dest pê kirin, berî wî da nava deryaya akademîk ya kurdî.
Di sala 1994'an de, li Kantona Neuchâtel ya Swîssre cara yekem bi awayeke fermî, dibistana kurdî vedike û ew bi xwe lê mamostetî dike.
Di dawiya sala 1996'an de, li televîzyona kurdî MED TV dest bi karê rojnamegeriyê dike. 
Ew bi tevî hevkara xwe Hêvî Têkosîn, pêşkêşvanê yekem ê Bernameya "Rojbas Kurdistan" e.
Di karê rojnamegeriyê de ew herî zêde wekê pêşkêşvanê nûçeyan derket pêş.
Di xebata xwe de, giranî dide ser perwerdeya bikaranîna hunera deng.
Dublaj û xwendina bernameyên dokumanter wekî yek ji karên herî girîng û nazik dibîne.

Youtube Me

Rewşen

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Vane navdarên herî zêde pere kar dikin

ad

Demîrtaş di Newroza Êlihê de axivî: Ji Erdexanê heta Rihayê meşaleya BDP'ê wê pêketî be

ad

Festîvala Stenbolê li benda fîlman e

ad

Bilêtên festîvalê têne firotin

ad

Kordînatorê Nûçeyan ê ÎMC TV Yegen wefat kir

ad

Di Euro 2012 de 14'ê mehê

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?

  • 18 04 2026
news

Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî

  • 17 04 2026
news

Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike

  • 17 04 2026
news

Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'

  • 18 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname