logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê

Cemil Oguz

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Cemil Oguz

Cemil Oguz

Qey weşanxaneyên kurd nikarin du gotinan bibêjin?

  • Dîrok: 25/11/2009

Hinek bi derengî be jî min dem dît ku li ser Fûara Pirtûkan a Stenbolê, TUYAP'ê tiştinan binivîsim. Vane notên min ên li ser fûarê:

- Mijara bingehîn a îsal a fûarê "Werger" bû. Weşanxaneyên tirkan bi dehan çalakiyên li ser vê mijarê li dar xistin. Panel, sohbet û gotûbêjên li ser vê hatin çêkirin, mijar hate nîqaşkirin. Lê digel ku çend heb weşanxaneyên kurdan beşdarî fûarê bûbûn jî ji wan yekê jî çalakiyeke li ser vê yekê li dar nexist.

- Piştî dawîlêhatina fûarê weşanxaneyeke kurdan (Weşanên Avestayê) maileke şand û têde got, "Fûar ji bo me baş derbas bû". Me ev mail neweşand. Hin malperên me ew mail weşand. Bi ya min, ev maileke reklamê bû. Mafê weşanxaneyeke ku maileke wisa bişîne û tişteke wisa biweşîne heye. Lê dema me maileke wisa biweşanda, me yê pesnê wê weşanxaneyê bida. Yan divê me ji weşanxaneyên din jî bipirsa ka li cem wan çawa bû û wisa nûçeyeke amade bikira, yan jî divê me neweşanda. Lewma weşanxaneyên din ên ku beşadarî fûarê bûne jî heq dikin ku tişteke wisa li ser wan bê weşandin. Werhasil, her malper terciha wan cihê ye. Ji aliyê wan ve çawa baş derbas bûye ez baş nizanim lê dîsa jî  em Avestayê pîroz bikin.

- Di vir de tişteke din: Meseleya "Serketin yan neserketina weşanxaneyekê" bi çi diyar dibe? Mesela bi firotina bi têra xwe pirtûkan diyar dibe? Yan aliyên wê yên din jî hene? Karê weşanxaneyan di fûareke wisa de tenê firotina pirtûkan e?
Mesela ne peywira wan e ku çalakiyên wekî panel, gotûbêjan li dar bixin? Ger tiştinên wisa nekin dê aliyê serketinê kêm nemîne? Bi ya min kêmasiya mezin a hemû weşanxaneyên me ye ku di fûarê de (digel ku mijareke girîng wekî WERGER'ê hebû jî) tu çalakî li dar nexistin...
Gelo werger wan eleqedar nake? Du gotinên wan nîn in ku bibêjin? Em dizanin ku hema bêje hemû weşanxaneyên me pirtûkên wergerê weşandine, di vê di vî warî de jî gotina wan heba.
Dîsa, ji ber nebûna çalakiyên bi vî rengî dengê kurdî ji salonên panel û nîqaşan bilind nebû. Ev bixwe kêmasiyeke mezin e ji bo weşanxaneyên me.

- Hin weşanşxaneyên me, diduyan bi hev re cih vekiribûn. Bi ya min ev ne stratejiyeke baş e hem ji bo weşanxaneyê, hem jî ji bo pirtûkên bi kurdî. Ji bo başiya pirtûkên bi kurdî ez wisa bibêjim: Li nav qada fûarê li gelek cihên berfireh çiqas standên bi kurdî hebin dê ew qas baş e. Yanê dê serê her gavî pirtûkek bi kurdî, standeke bi kurdî bixuye. Texmîna min ew e ku ji aliyê aborî ve her weşanxane dikare standeke wisa li dar bixe. Mînak Weşanên Do, digel îmkanên kêm jî bi serê xwe standeke vekiribû, ev tişteke baş bû.

- Ji aliyê şikla standê ve weşanxaneyên me yên serketî û yên neserketî hebûn. Mînak hinan afîşên xweşik çêkiribû û bi standa xwe ve daliqandibû, lê hin jê standa wan rût bû. Mînak standa Weşanên Aramê di vî warî de rût bû.

- Hin weşanxaneyên kurdan ku heta niha bi dehan pirtûken weşandine jî di fûarê de nîn bû, stand venekirin, çima?

- Di nav qada fûarê de digel weşanxaneyan sazî û rêxistinên sivîl jî standan vedikin. Lê di vî warî de jî kurd nîn in. Ji komeleya ziman a tirkan, heta komeleya wergerê, komleya pirtûkxaneyan, heta weqfên cur bi cur ên tirkan hene, lê yê kurdan? Mînak çima Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê li fûarê qet standê venake? Gelo standê veke û ew ferhengên xwe yên gewre, ew ferhengê gotin û biwêjan pêşkêş bike dê ne baş be? Dîsa ji bo nasandina xwe jî dê ne tişteke baş e.

- Dîsa digel ku navendên çandên tirkan di fûarê de standan vedikin ji bo nasandina xwe, çima Navenda Çanda Mezopotamyayê qet di fûarê de cih nagire? Ma standê veke û hema belavokên li ser komên xwe belav bike dê ji bo wê nebe çalakiyeke gelek serketî?

cemilo@diyarname.com

Hin Nivîsen Nivîskar

Li ser rojeva kurd çend not

  • 04 Gulan 2009

Ev meheke zêdetir e min Diyarê Me vala hiştibû. Helbet sedemên min hene: Ez li ser projeyeke nû dixebitim, her wiha nûçe gelek dema min digirin û ez demê nabînim ku...

Bo Rojava tu dikarî çi bikî?

  • 27 Tîrmeh 2013

Em diçin û tên qala siyaset û şer dikin. Ka wekî din ji bo Rojava tu dikarî çi bikî?Em diçin û tên qala siyesetê, qala şer dikin. Yên li...

Bi 6 nûçeyan têkçûna çapemeniya kurdan

  • 04 Rezber 2016

Pirs ev e: Edîtorê/a weşanekî divê çiqas şareza be? Edîtorek bi nûçeyek dikare çiqas bandorê li raya xwe ya giştî bike, şikil bide wê?Em pirsek wisa...

Hemû Nivîsen Cemil Oguz

Cemil Oguz kî ye?

Cemil Oguz di sala 1975’an de li gundê Zengê ya Licêya Amedê hat dinê. Oguz di 4’ê tîrmeha 1998’an di rojnameya Azadiya Welat de dest bi xebatê kir û heta 12’yê tîrmeha 2003’yan di rojnameyê de karê nûçegîhanî, edîtorî û gerînendetiya weşanê girt ser milên xwe.

Heta niha di gelek rojname, kovar û malperên înternetê de nûçe û nivîsên Oguz hatin weşandin. Oguz digel karê xwe yê rojnamegerî, bi belgefîlman re jî eleqedar e û vê xebata xwe jî didomîne.

Oguz demek di ajansên kurdî de xebitî, her wiha edîtoriya kovara Tîroj û kovara Dîwarê kir.

Cemil Oguz ji 21.04.2005'an ve edîtoriya malpereke bi navê Diyarname.comê dike ku ev karê wî hê didome. Ew di heman demê de di Diyarnameyê de quncekên "Diyarê Me" û "Dewey Ma”, li aliyê din ji bo rojnameya Xwebûnê jî quncik dinivîse.

Pirtûkên wî

- Rojnamegerî û pîvanên wê yên sereke (Rojnamegerî, berfanbar 2002, Weşanên Pêrî)

- Qurtek Evîn (Çîrok, reşemî 2005, Weşanên Pêrî)

- Sako / Gogol / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrokek dirêj, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)

- Duzimanî (Gotar, Tevî Dawud Rêbiwar amade kiriye, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)

- Dengê Doyê / Ferîd Edgu / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrok, Weşanên Evrensel, rezber 2011)

Belgefîlmên wî

- Rewşen (2011)

- Mazgal (2013)

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Projeyên xwendekarên Zanîngeha Rojeva di pêşangeha teknolojiyê de

ad

Yek bi yek vaye Serokê Meclisê û Wezîrên Kantona Cizîrê

ad

Li Fransayê hilbijartin li dar ket, va ne encamên pêşî

ad

Festîvala Fîlman a Stenbolê bi ser 200'î re fîlmî pêşkêş dike

ad

Li Kerkûkê festîvalek li ser girîngiya zimanê kurdî hat lidarxistin

ad

Pirtûka li ser Trump hatiye nivîsandin di warê firotinê de rekor şikand

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname