logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê

Zekî OZMEN

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Zekî OZMEN

Zekî OZMEN

Rêzefîlm sosyolojiya civakê diguherînin

  • Dîrok: 01/08/2019
Wextekî li Tirkiyeyê rêzefîlmên brazîlî gelekî dihatin temaşekirin. Lê êdî ev demeke li gelek welatên dinyayê rêzefîlmên tirkî têne ecibandin. Ev bi salan e bi taybetî di dema prime timê de di gelek tv´yên ji Başûr weşanê dikin rêzefîlmên tirkî yên bi dublaja kurdî têne weşandin.

Ev zêdeyî deh salan e ji bilî rêzefîlma tirkî ya bi navê “The Protector” min li tu yên din temaşe nekiriye.  Ji wê yekê ne pisporê rêzefîlmên tirkî me. Lê çavdêriyeke baş a eleqa ji bo van rêzefîlman heye.

Li kuçeya hunerê ya Amedê bûme şahid ku di dema weşana rêzefîlmekî de qehwexane mişt bûne. Li Stenbolê min dîtiye ku hevalekî min ê gelekî nêzîk civana me ya hevdîtinê daye piştî dema weşana rêzefîlma jê hez dike. Li Hewlêrê dostekî min ê ji Rojhilat ji ber rêzefîlmeke tirkî ya jê hez dikir dinya xira bûba wê saetê xwe digihand malê. Li Almanyayê nasekî min ê ji xelkê vedişart ku bûye fanatîkê rêzefîlmekî lê belê ji qewlê wî ve “piştî gelek serdegirtinan” ew êdî li xwe mikur hat ku ew bûye dîlê temaşekirina wî rêzefîlmî.
      
Hezkirina rêzefîlmên tirkî êdî li gelek welatan belav bûye. Min carekî ji yekî erîtreyî pirs kiribû ka çawa fêrî erebî bûye. Wî got bi rêzefîlmên tirkî. Min jî meraq kir ka çawa bi rêzefîlmên tirkî fêrî erebî bûye. Li rêzefîlmên tirkî yên bi dublaja bi erebî herdem temaşe kiriye. Di nava demê de bi xêra wan rêzefîlman fêrî erebî bûbû.

Li gor ku xelk bi dublaja erebî ya rêzefîlmên tirkî fêrî erebî dibin, helbet xelk bi wan rêzefîlman fêrî tirkî jî dibin. Ne li welêt lê li Almanyayê min bi taybetî gelek jinên kurd jî dîtine ku gotine bi rêzefîlman fêrî tirkî bûne.

Wê rojê di balefirê de bi tesadûfî ciwanek ji Amediyê li tenişta min bû. Piştî hevnaskirinê me dîwan germ kir. Mirovek balkêş bû û haya wî ji veguherînên civakî hebû. Behsa bandora rêzefîlmên tirkî ên di televîzyonên Başûr de kir. Nizanim îdîaya wî çiqasî rast in an na lê got ku hebûna tofana rêzefîlman ew qas zêde ye ku bandorê li çand û sosyolojiya civakê jî dike. Ev yek dibe sedem ku senaryoyên di hinek rêzefîlman de wekî bûyer di nava civakê de jî rû bidin. Mînaka hebûna hokarên hinek kes wekî di rêzefîlman de bibin dildarên diş û xesûyên xwe da. 

Di meseleya dîrok û siyasetê de jî rêzefîlmên tirkî bi bandor in. Berî demeke kurt televîzyoneke hunerî ya bi navê Ava li Başûr vebû. Ev televîzyon ji hêla teknîkî ve gelekî bi kalîte ye.  Yekem rêzefîlma wê jî bi reklameke mezin hat danasîn. Ev jî rêzefîlma tirkî ya bi navê “Ertugrul” bû. Çîroka rêzefîlmê jî derbarê êl û kesayetên Împaratoriya Osmanî ava kirine. Ev rêzefîlm li Tirkiyeyê gelekî tê hezkirin. Ev hezkirina heyî bi vî awayî di nava kurdên bi tirkî nizanin de jî belav bû.

Dixwazim vêca werim meselê; Kurd ji bo festîvalan mesrefên mezin dikin. Di warê birêxistinkirina konsertan de jî ji mesrefê narevin. Lê dema mesele dibe fîlm û rêzefîlm dil nahêlin mesrefên mezin bikin. Digel ku eleqeyek mezin ji bo rêzefîlman heye, hê jî nayê fêmkirin çima li şûna mesrefên wir de wê de rêzefîlmeke bi kalîte nayê çêkirin ku rasterast ji hêla civakî, sosyolojî, dîrok û siyasetê ve xîtabî civaka kurd bike?

Hin Nivîsen Nivîskar

Ji nîvgirava Sînaî; mirov bi tirs in ku li tenişta wan êrîşek pêk were

  • 22 Tîrmeh 2017

Nîvgirava Sînaî ya Misrê parzemînên Afrîka û Asyayê bi hev ve girê dide. Ji xwar ve li ser Deryaya Sor e û ji banî ve jî di bin Deryaya Spî re...

Dolmabahçeyê rêya benda hilbijartinê ji bo HDP’ê vekir

  • 28 Sibat 2015

Li avahiya Dolmabahçe ku di dîroka Tirkiyeyê de cihekî wê yê taybet heye nêrînên Şanda Îmralî û ya hikûmeta Tirkiyeyê derbarê...

Hewldanên li Culemergê

  • 03 Tebax 2010

Min di serdana xwe ya Kurdistanê de vê carê tiştek ferq kir; Ji bo mirov bizane ka asîmîlasyona dewleta tirk li kîjan bajarên kurdan bi ser ketiye ango heta radeyekî bi ser...

Hemû Nivîsen Zekî OZMEN

Zekî OZMEN kî ye?

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Boykota ziman

ad

3 nûçeyên derketine pêş

ad

Brîtanyaya mezin di Cîzmeyê de winda bû!

ad

HDP û AKP'yî li ser Cizîrê pevçûn

ad

Xelata Nobelê ya Wêjeyê dan Tomas Transtromer

ad

Hevserokên BDP’ê ji bo Roja Ziman bang li hikumetê kir

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname