logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

Welat Dilken

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Welat Dilken

Welat Dilken

Sê dîmenên trajediya nas

  • Dîrok: 27/07/2016
Ji kesan, kesê ji pir kesan kestir, em bêjin ew ê ku ez hînî tewlê kirî lo! bi çîroka wî dizanim, piştî ku bi kurt û kurmancî 20 sal heps qat qatî dan ser hev û Rehma dilê xwe da gorê, ji bo ku hewceyî namerdan nebe, ‘gotine, destê li deriya xwelî li seriya’ dibêj, qe nebe ji bo emrê mayî neçim deriyê kesî: hem zarê dubare şeş hil dike,  dixwaze min mars bike, û hem jî bera bera dibê, gelo ku pînekê çêkim û çend mirîşkan xwedî bikim, nebe ku ji vê mineta xelkê bifilitim!?
*
Teksiyek xerîb tê li ber parka li hemberî qehweyê disekine. Du mêr û xanimek jê peya dibin. Di nav mişteriyên qehweyê de du kes diçin cem wan. 
Xanima zêde serbest bi çavên beloq hem li doralî dinêre û hem jî vîçevîça benîştê dêv de ye, dicû û dike peqlik, peq peq diteqîne. 
Em tê derdixin mêrên pê re qewadên wê ne, bi her du kesên din re dikevin bazara bin dêxûnê. Dostê min dibêje, de li ber xwe binêre lo, ‘hop dibêje, a hep yek’
**
Malûm e, ji rojan derbeya derbeyê li dar e. Her ber êvar ta destê spêdê li vî bajarê kurdan jî kerî li dijî cûntayê bi wêrekî, bi mêrane û bi jinane li ser piyan e (!)
Gotine, ‘yê dizane dizane yê nizane baqê nîskan e! 
Yê dizane dibêje,  eger ew derbe bi ser biketa, a ew ên dimeşin, diqîrin û didin çepikan wê biçûna postalên leşkeran bialêsana û wê bigotina, şikir ji Xwedê re ku we em û welat tev de rizgar kirin; bi kal û pîr, bi jin û keç û tevî zarokan komek bi jor de tê, bi diruşmên ‘ya Allah mismîlah Allahûekber’ û al û poster û nîşanên Rabiyayê li ba dikin, piştevaniya xwe ji bo desthilata kurtêlbexş belî dikin. Ku di ber me re derbas dibin diçin, pê re pê re ew jina topek benîşt kutaye devê xwe û dicû, bi qewadên xwe ve ji meşvanên dijderbeyê re li çepikan didin. 
Çendîn ku dibêjim, tu zar digirî jî, lê ciwamêrê ser xwe re… rehukimxwarê 20 salan ê ji sikenceyên cûnteya 12 Rezberê bi berxwedirî sax filitî, dibêje, a min tu mars kir î, dike pat û devê qutiya tewlê digre.
***
Xwe bi xwe dibêjim, ez ecemiyê tewlê, ez ecemiyê helbest û nivîsandinê, ez ecemiyê hezkirinê, dostaniyê û cîhan û jiyanê… de were di kêliyekê de van tiştan bi çavên serê xwe bibîne û hem di tewlê de hem jî di jiyanê de mars nebe! 
Di vê cîhan û jiyana ku pûştan veguherinadiye dojeheke ji êgir, ji bo meriv xwe pê bigire, ku jînek li qeraxê be jî ji bo meriv karibe henaseyeke bijîn bikşîne dil û cegeran, ku destê xwe dirêjî nefesekê dikî, lê…
Lê ku dest li banî dimîne, ku ceger bê nefes dimîne… ku zar şeş nayê hîs dikim, dibînim û dijîm, ku ew ‘trajediya nas’ ez bi xwe me.

Hin Nivîsen Nivîskar

Mirov û kesayetiyên bazirgan!

  • 24 Rezber 2015

‘Ji bo Alan Kurdî, yê ku koçî welatê masiyan kirî’Li kîjan cihî û erdî ku civatek lê dijî hebe îlam hilberîn jî heye, û...

Nivîsa Nivîsê

  • 09 Avrêl 2014

Gotine, ‘peyv diçe nivîs dimîne’. Eger ku wê bimîne û neçe, divê peyva nivîsê ji ya gotinê girantir û bi watedartir be! Nivîsa rojane ya...

Şerê mala Z û mala X'yê

  • 25 Avrêl 2021

Qonaxa dest danîna ser mala Z:Nayê bîra min, nizam kê gotiye: “Heke civakek-netewek ji dagirkirinê re ne amade-guncav be bi hêsayî nikare were dagirkirin”Qonaxa...

Hemû Nivîsen Welat Dilken

Welat Dilken kî ye?

Welat Dilken di bihara 1975'an de li gundê Dolê ya Semsûrê hatiye dinê. Nivîs û helbestên wî di kovarên wekî Tîroj, Çirûsk, W û di malperan de hatine weşandin. Wî demek di rojnameya Ewropres nivîsî. Demek dirêj e di Diyarnameyê de qunciknivîskarî dike. Di pêşbaziyên Huseyîn Çelebî û Feqî Huseyîn Sagniç de helbestên wî xelat girtine.
Pirtûkên wî ev in:
- Ken deyndarê giriyê ne, Helbest, Weşanên Belkî, 2006
- Sî bi rojê xweşik e, Helbest, Weşanên Lîs, 2009
- Şeva dawî, Roman, Weşanên Lîs, 2012
- 29 kul, 29 gul, Helbest, Weşanên Ronahî, 2012
- Siya derizî, Helbest, Weşanên Ronahî, 2012
- Neynik û hinek, Helbest, Weşanên Ronahî, 2013
- Stêrka xuricî Ferat, Roman, Weşanên Peywend, 2016
- Me Herî pir ji helbestkaran bawer kir, Ozgur Doga (wergera ji tirkî Welat Dilken), Weşanên Lîs, 2016
- Kevir û tiştên din, Helbest, Weşanên J&J, 2017
- Orîjîn, Çîrokên Mînînal, Weşanên Avesta, 2019

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Hemû raporên doktorê mehkemeyê yê George Floyd hatin betalkirin

ad

HDP bendavê derbas bike MHP'ê jî derbas dike

ad

Notên ji mîtînga Stenbolê

ad

Di her gava neyînî de derbe li rojnamegeran dikeve

ad

Berê 8435 zarokî dan sporê

ad

Ev jî anketa KONDA ye

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname