logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çend gotin li ser 'Li Gelîyê Goyanê Roman Li Diyarbekirê Şiîr'
  2. 'Prenses Mumbî' xelata mezin girt

Cîhan ROJ

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Cîhan ROJ

Cîhan ROJ

ŞER SAR E, SEWTA ŞER TUNE*

  • Dîrok: 17/08/2015
Pisporên çand û folklorê destnîşan dikin ku dengê dengbêjên kurdan ji kezebê de tê. Lê ji derî dengbêjan, dengê her mirovî di şer de ji kezebê de bi reng dibe.
Wextê kurd dibêjin “şer”  malwêranî ye, deng ji kezeba wan de dertê. Em bi vê dizanin; ji kilamên dengbêjan yên ku bi karesetan dagirtî ne em dizanin. Şengaliyek, Kobaniyek,  Iraqiyek, Sûrîyeyiyek… Wextê dibêje “şer” dengê wê/wî mîna dengê dengbêjan ji kezebê de dertê…
Ev du roj bûn ez li ser heman ‘dengî’ difikirîm; wextê min têlefonî xwişka xwe kir, dengê wê di têlefonê de ji kezebê de derdiket; ” Dûrim qe xweş nîn e.”  Bi tirs bû, ew jî wekî her jinekê ji bo ciwanan bi dia ye, wê jî her dia dikir da xwîna tu kesî nerije digot: ‘Xwedê mirinê nîşanê tu kesî nede.” 
Dengê herî nêzî dengê dengbêjan, dengê jinan e, lewre wextê ew derbarê şer de diaxivin dengê wan ji kezebê de reng digire; doh di televîzyonê de jineke Manîsayî jî ji kezeba xwe de deng bi xwe dixist,  bes e, digot.  Îro (17.08.2015) jineke din bi dengê ji kezebê de bang li serokwezîr dike, dibêje “Werin cem hev”!
Halbukî hê heya demeke nêz beriya niha çi hêviyên me hebûn... Çi cografya ye, em mirovên vê cografyayê li ser çi guhê radikevin? Em ê heya kengî ji kezeba xwe de deng bi xwe bixin? Ka, we digot, em bira ne, çima rengê dengê kurdan naguhere? Çima dengê ji rengê bi kezebê li her devera vê cografyayê her diçe pirtir dibe?
Gulana çûyî, li Vartoyê ez ji çarşiyê derdiketim, di êvara ne ker û lal de, bi dengê qurqurikan re, li ber şemala hîvê dimeşiyam. Bi xwe re, bi şevê re, bi heyatên çûyî re, bi hêviyan re diaxivîm. Çi xweş min digote xwe, dengê min ne ji kezebê ye ne jî şewata deng li min dibe hêsir…  
Em Vartoyî dibêjin ‘Varto Mala Xwedê’ ye. Ev du roj in Varto dîsa şax dide, bûye warê dengan, dengê şer… Bi kurmancî dibêjim, dengê min ji ciyek de dihat, lê ez bi rengê wî nizanim, ew deng dihat di qirika min de dima! 
Mirin sar e, sewta mirinê sar e, şer sar e, sewta şer tune… 
*Varto(Gimgim) 













Hin Nivîsen Nivîskar

Gotineke der barê gotinê de

  • 05 Avrêl 2008

Di jiyanê de belkî ji tiştên bi keser jê yek jî ev e da gotina însan tune be, an jî însan ne xwedî gotin be! Bi destxistina gotinê jî ne hêsan e, rê...

Emê çi wextê pirsan ji xwe bikin?

  • 20 Gulan 2009

Carna krîza nivîsînê xwe dide der. Ev çend saet in dixwazim nivîsekê lê bikim. Dawî pûç! Min pirs ji xwe kirin; bi dehan pirs. Bersivan jî xwe da der.Baş...

Tirsa Bê Diran/Tirsa Bi Diran

  • 17 Avrêl 2007

“Tirsa bê diran” navê romana Helîm Yûsiv a dawî ye. Navê berhem û sernavê beşên berhemên Helîm balkêş in. Nivîskar carna bi...

Hemû Nivîsen Cîhan ROJ

Cîhan ROJ kî ye?

Cîhan Roj, di sala 1965'an de, (di qeyda fermî de 1964) li gundê Înaqa Gimgimê ji dayik bûye. Dibistana seretayî li gund, ya navîn û lîse li Gimgimê xwendiye. Despêka bi kurmancînivîsana wî 1993 ye. Di heman salê de helbest û çîrokên wî têne weşandin. Di salên du hezarî de ew hinek termên matematîgê diafirîne û ji Enstituyê re bi rê dike. Ew xebat di sala 2006'an de di Azadiya Welat de tê weşandin. Nivîskar ji sala 1993'yan heya sala 1997 an li Mêrdînê, li sendîkaya kedkarên qada perwerdehiyê, wekî sekreterê perwerdehiyê rêveberî dike. Di sala 2001'ê de, bi pêşniyara wî, li Îzmîrê, ‘Konferansa Nivîskaran’ tê lidarxisitin. Li dû konferansê, ew qerar digire û bi tenê bi edebiyatê re mijûl dibe. Dîwana wî ya ewil “Ratîka” di sala 2002'yan de çap bûye. Di gelek malper, rojname û kovaran de, nivîsên wî hatine weşandin. Romana wî “Perde” bi navê “Mahrum” bi tirkî derketiye. Bi tevî pirtûkek di derheqê Cîgerxwîn de hatiye weşandin, di pirtûka bi navê “Kawayê Min” de û di pirtûka kurteçîrokan a ji hêla Şaredariya Amedê ve hatiye çapkirin de ew jî yek ji nivîskaran bû.
Heya niha gelek pirtûkên wî ên helbestê, çîrok û romanên wî hatine weşandin. Dosya helbestan a nû  "Asê", romana wî a nû “7 AV 7 Agir 7 Derî” bi tevî hemî berhemên wî wê heya payîza 2023'yan ji nav weşanên Peywendê werin weşandin. 
Cîhan Roj hê jî bi romanûsiyê re mijûl e.

Youtube Me

Rewşen

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Zenda bihara 2012’yan derket

ad

Cêwiyên Mihemed li ser navê diya xwe xelat girtin

ad

Şerm û guneh di biwara kurdî de

ad

Walîtî konserê koma Veradardz qedexe kerd

ad

Vaye hemû çalakiyên Fûara Pirtûkan a Amedê

ad

4 hezar bajar beşdarî çalakiya 'Saeta Dinyayê' bûn

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çend gotin li ser 'Li Gelîyê Goyanê Roman Li Diyarbekirê Şiîr'

  • 20 04 2026
news

'Prenses Mumbî' xelata mezin girt

  • 19 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname