logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Amedspor ji adara 2025'an ve heta niha cara yekê li mala xwe têk çû
  2. Komeleya Yekîtiya Alîgirên Mezopotamyayê hate damezrandin
  3. Mîhrîcana Fîlman a Rojava bi dawî bû
  4. Pirtûka "Çîrokên Ebexeyê" derket
  5. 'Artakalan' û yên din

H. Kovan Baqî

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
H. Kovan Baqî

H. Kovan Baqî

Sikakên Gotinê

  • Dîrok: 20/12/2023
În - Tarîxê hîn jî deynê xwe nedaye welatê min. Tarîx, berî bibe tarîx deyndarê welatê min bû, piştî bû tarîx gemarî bû. Ji wê rojê de navê tarîxê bû Perestgeha Gemarê. 
Kûçikên welatê min tif kirin rûyê tarîxê, xwîna gemarî ji rûyê tarîxê herikî ber koka dara barbarîyê, barbarî mezin bû û hilkişîya pêpelûka şaristansyê.
Qelema xwe datînim ser masê, afirînerî qelemê diterikîne û diçe csyê qelem hîn neçûyê. Qelem li tenişta lênivîskê dibe parseka herî belengaz a vê sedsalê. 
Berçavka xwendinê dixim çavên xwe û têbînsyeke bê tarîx ji lênivîskê dixwînim:
Sewdaserekî wendayî me li sikakên gotinê. Kîjan sikakê dibişkivînim, ew sikak min dibe ber deriyê romanê. 
Deriyê helbestê di bêîmkaniyê de veşarî ye. 
Rîwayeta vê sedsalê dibê, “Heke tu nebî qedehek şerab li ser maseya helbestvana welatê xeybê, ew ê te venexwe û bêhna te yê nenizile nava nefesa helbesta wê.”
Qedeh ji destê min datê û qelem bi destê min re hiltê: 
Romanek im di gola nava xwe de. Ji gola nava xwe dirijim nava okyanosa helbesta helbestvana welatê xeybê. Nîk û torên masîvanan jî êdî nema karin zeft bikin vî masiyê hanê.
Qedeha şerabê dirijînim devê xwe, dinya jî qedeha xwe dirijîne çavên min.
Li sikakên çavên min, di binê rûpoşê meqyajê de gotin xwîn dibin û lênivîska min gotinên xwînbûyî ji devê qelema min vedixwe. Qelema parsek û belengaz, piştî vê orgazmê di nava tillîkên min de dibe qral Pîgmalîon.
Tillîkên min gazî garson dikin, heta tillîkên min ji Olîmposê dadikevin deşta jiyanê, garson hazir dibe li quncika masê.
Devê min ê şareza dibê, “Heke ne zehmet be, ka dîsa vê qedehê dagire!”
Serê garson berî gotinên wî daqûl dibin, “Ser serê min, mîrzayê şevê.”
Çîrokên arkaîk, kenê min nû dike di devê min ê pîr de.
“Tu ji hemû qralan xweşiktir serê xwe ditewînî, garson beg. Lewra serê me hemûyan wekî serê qralan ditewe li miqabilî memikan. Qûna qralên bê artêş tim paqijtir e ji serê qralên artêşan… Bi destûra te ez qurtek şerab vexwim, bo artêşa gotinan qralê xwe bikujin.”
“Li taziyeya qralan, mêvan gotinên fesad ji devê xwe dirijînin û devê xwe bi qidamkan tijî dikin, mîrza. Tu jî dixwazî devê xwe yê vala tijî bikî bi qidamkan?”
“Na qidamkan navêm, birêz felsefevan.    
Peyamek tê, çavê têlefona min vêdikevê. Tilîka min diçe ser rûyê têlefonê, şîfreya Da Vinci xwe dide hêlekê. 
Peyam ji helbestvana welatê xeybê hatiye. Berçavka xwendinê dixim çavên xwe, qedeha şerabê dixim devê xwe û dest bi xwendinê dikim: “F. Ferûxzad jî wekî min di devê cinawirekî de dijiya. Helbesta Ferûxzad devê cinawir bi ser xwe de didirût, helbesta min dirûtinê dibişkivîne, da cinawir jî bi min re bê xew bimîne. Lewra li vê parzemîna zemên, gava cinawir ne şiyar bin, helbest bi xew ve diçin û xwendevan dibin mirîhez.”
Têm malê, saet ji malê dertê. Dikevim sersokê, firçeya diranan di devê min de dibe dergûşa zemên, diçe û tê, diçe û tê, diçe û tê. Helbestvana welatê xeybê, wekî sibehên berê dîsa ji serê min dertê û helbesta hestê li ser şanika pozê min lêdikê. Di eynikê de, eşofmanê min wekî lihêfa min qermiçî ye vê sibê. Ji serşokê dertêm, keldûxan jî ji fîncana qehweyê dertê. Bêhna macûna diranan û keldûxana mirayê alerjiyê bi şev û xewê re çêdikê. Şev û xew ji pêjgehê direvin û diçin ciyê ez ne li wê. Radihêlim qelemê û lênivîska vekirî datînim ser masê. Berê şaneşînê li sikakê, berê min li lênivîskê. Qelem gotina talî dibê:
Gotinên êşiyayî, li sikakê eniya xwe dane eniya tavê.

Hin Nivîsen Nivîskar

Dinya Di Kefa Destê Kobanî de Dizîvire

  • 29 Avrêl 2024

Yekşem - Gotin puroyê dikişînin, spîbûna dûxanê spîbûna rûpel dagir dike, nivîs dikuxe û gotin dibin ejderha. Lingên min hildikişin ser masê, kitêba Yên Têknaçin a William Faulkner ji ser kitêba K. a Roberto...

“Li dêrê” qesasekî xwe bi xwedê re kuşt

  • 08 Avrêl 2012

Min digo qey ez ê îja qala çîrokekê bikim. ( Wekî xwînerekî, wexta te xwe li ber kitêbekê xweş kir û te gelek tişt jê hêvî kir, miradê...

Zeman, Ez û Herta Muller

  • 12 Sibat 2024

Pêncşem - Îşev têgiha “zeman” bela xwe ji hişê min venake. Zeman hemû pênasekirinên sînorkir-î qebûl dike, lê qet û qet...

Hemû Nivîsen H. Kovan Baqî

H. Kovan Baqî kî ye?

H. Kovan Baqî di sala 1972’yan de li Herêmya ya Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê hatiye dinê. Dibistana seretayî li Herêmya/Dêrikê xwend û dev ji xwendina dibistanê berda. Baqî ji sala 2004'an ve li Îzmîrê dijî, ligel karê nivîskariyê, karê edîtorî û redaksiyonê jî dike. 
Pirtûkên wî yên ku heta niha derketine:
- Çîroka Çîrokan / Çîrok / 2004 / Weşanên Bajar
- Bêexlaq / Çîrok / 2012/ Weşanên Na
- Heteroglossîa / Roman / 2014 / Weşanên Ronahî
- Aporîa / Roman / 2015 / Weşanên Na
- Dîfferance / Roman / 2016 / Weşanên Na
- Sî'bera Zeyno / Roman / 2017/ Weşanên J&J
- Kî / Roman / 2019/ Weşanên J&J
- Orok / Roman / 2020/ Weşanên Lîs
- Olmeyi Beceremeyen Hiç / Roman / 2018 / Weşanên J&J
- Torosa Spî / Çîrok/ 2024 / Weşanên J&J

Youtube Me

Ummu Gulsum...

news

Amedspor çima têk çû? Va ne çend not?

news

Sê pirtûkên Yaşar Kemal bûn bi kurdî

news

Dawîya vê hefteyê çi li ku heye?

news

Helbesta danpêdanî anku helbesta konfesyonel çi ye?

news

Yekem Haxama jin di nava desthilata olî ya cîhanê de: Asênat Barzanî

news

Dilşad Serhad, Erez Ehmed; û serboriya emeliyetê

news

Diyarname:Koma şanoyê ya ji Amedê li Kerkûkê derket ser dikê #Shorts #Diyarname #Kurdi #Çand

news

Roja sisêyan a Derbeyê

news

Çend têbinî û rexneyek li ser romana 'Bazbenda Dayê'

news

'Valahiyên' di nav risteyên jiyana me de

news

Kitêbeke Nenivîsandî

news

Fîlmê nû yê Aydin Orak, mihasebeya wijdan

news

Romaneke nû 'Du Xwîn Ji Laşekî' derket

news

Di Festîvala Çandî ya Salane de 'Pêşbaziya tekstên şanoyê'

news

‘Mora Reş’ hêjayî Xelata Taybet a Rûmetê ya Navneteweyî hat dîtin

news

Ji Weşanên Lûvî du pirtûkên nû

news

Ne ev lê tiştek din

news

Niha hat bîra min

news

Romaneke nû 'Huso û Nazê' derket

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Wexta tu hat malê, xwe jî bi xwe re bîne

  • H. Kovan Baqî
news

Çend têbinî û rexneyek li ser romana 'Bazbenda Dayê'

  • Hogir Berbir
news

'Valahiyên'  di nav risteyên jiyana me de

  • Omer Dilsoz
news

Kitêbeke Nenivîsandî

  • Mesûd Qeya
news

Dilşad Serhad, Erez Ehmed; û serboriya emeliyetê

  • Dilşêr Bêwar
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
Ev jî hene
ad

Êdî otobusa Amed sporê jî heye

ad

Don Kîxotî jî nikaribû ew qas êrîşan bike!

ad

Tîroj têkçûna dîroka fermî nîqaş dike

ad

"Everything Everywhere All At Once" mohra xwe li şevê da

ad

Derî vebûn: Li Stenbolê du hefte fîlm serdest in!

ad

Şaredarê Şirnexê dîsa berendam e

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Amedspor ji adara 2025'an ve heta niha cara yekê li mala xwe têk çû

  • 21 11 2026
news

Komeleya Yekîtiya Alîgirên Mezopotamyayê hate damezrandin

  • 21 11 2026
news

Mîhrîcana Fîlman a Rojava bi dawî bû

  • 21 11 2026
news

Pirtûka "Çîrokên Ebexeyê" derket

  • 22 11 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname