logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

Cemil Oguz

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Cemil Oguz

Cemil Oguz

Tîp

  • Dîrok: 08/04/2008

 

Tîp.
Tîpek.
Tenê yek.
Belê, tu, ez ji te re dibêjim, tîpê! Li min binêre. Li nava çavên min. Tu min fêm dikî ne? Li hêrsa min... Hêrsa nava çavên min binêre... Ez çima destûrê bidim te? Ma ez dîn im?
Ger ez destûrê bidim te tu û yeka din hûnê bên cem hev, hûnê bibin peyvek. Wê çaxê ezê dev ji te ber bidim û berê xwe bidim peyvê.
Ez hê nikarim bi te, ezê çawa berê xwe bidim peyvê. Berê ku tu bibî peyv divê ez pêşî li te bigirim. Loma li min binêre. Ezê serê te biperçiqînim, ezê çavên te derxim, devê te bela wela bikim, pozê te bişkînim... Te fêm kir? Te got erê, ne?..
He, te got çi?! Nebe nebe tu û tîpeke din hûn bên cem hev. Hûn bên cem hev hûnê bibin peyv,  dûre bibin rêz, bibin paragraf, bibin ziman. Dê ji we gotar derên, bibin broşur, bibin pirtûk... Di dawiyê de dibe ku ji we ansîklopedî jî derên.
Dibe ku di wê demê de hûn bibêjin: "Belê em zimanin in, navê me jî zimanê kurdî ye."
Ma ez destûrê didim? Ma ez dihêlim hûn bên cem hev, hûn bibin pirtûk, bi we zimanekî çêbibe, ew ziman di radyo û tv'yan de bê bikaranîn?
Te got: Li dibistanan?
Ji xwe re li wê binêre... Ma ez dîn im ezê bihêlim hûn li dibistanan bêne bikaranîn... Ma zimanê heyî têra te nake, tu diçî dikevî nav zimanekî din... Were, ji xwe re rûne, bikeve nav vî zimanî, zimanê fermî û li kêfa xwe binêre. Çi karê te pê heye tu kîteyên nû, peyvên nû saz bikî. Jixwe saz nabe jî. Vaye hinan hin tişt saz kirine lê her yek te bi awayekî bikar tîne û ji te ne ziman, ne tişteke din derdikeve. Ji dêvla ku zimanekî amade hebe tu jixwe re bikevî navê, tu çi serê xwe diêşînî û diçî dikevî nava zimanekî nû, zimanekî din...
Erê tîpê, min ji te re got. Ji xwe re li mala xwe rûne. Ger tu tiştekî baş bana di nav wî zimanê ku tu dixwazî bibî de dê dewleta me ji te jî zimanekî çêbikira. Diyar e ku tu ne tişteke baş î loma dewleta me bi te emel nake.
Ger zimanê ku bi te çêdibe tişteke baş ba dê serokwezîrê me jî bikar bianiya. Binêr ew jî piştgirî nade. Ew jî dibêje "Yek ziman, yek dewlet".
Tîpê! Ez ji te re dibêjim. Tu çiqasî bêtirs î! Ma tu bûyî Ristemê Zal? Tu bûyî Ferîdûn? Tu bûyî kî?
Ma tu nizanî gelek tîpên wekî te bêyî bên cem hev me ji hev belav kirin. Me yek girt bir xist nav alfabeya erebî, yek di nav latînî de hişt. Me yek pê kirîlî nivîsî...
Erê tîpê! Were ne tu xwe aciz bike, ne min aciz bike. Tu li mala xwe, ez li mala we. Herê heyran, te fêm kir.
Ger piştî her tiştî tu hê jî qubê dixwazî, fermo em binêrin ka êl yeman e yan beg!
Ez ji te re tişteke din bibêjim tîpê! Binêr baş guhê xwe bide vê. Te got erê. Binêr ew zimanê ku tu dixwazî bikevî navê heye, ew zimanê ku tu niha ji min re dibêjî bila li dibistanan bê bikaranîn... Di wî zimanî de gotineke we ya pêşiyan heye, wisa dibêjin: "Xwedê çiya dibîne berfê lê dibarîne." Ê heyran çiyayên we ev in û Xwedê jî berfê lê dibarîne. Hûn hûn bana, çiyayên we jî dê çiya ba û wê çaxê dibe ku Xwedê berfeke xweşik li ser bibaranda, wê çaxê dibe ku ji te jî peyv, ji peyvên te rêz, ji wan paragraf û ji wan paragrafan jî hema tu çi  dibêjî derketa. Lê hel ev e, hewal jî ev e.
De min got, êdî tu dizanî. Dixwazî were bikeve nava zimanê fermî û jixwe re kêfê bike, dixwazî ber xwe bide. Êdî tu û bi dilê xwe. Ger hêrsa min zêdetir bibe jî nebêje te negot ha.

cemilo@diyarname.com

Hin Nivîsen Nivîskar

Ji bo Xwedê! Ka kîjan Ehmedê Xanî ye?!

  • 03 Gulan 2007

Sê fotografên cihê li ber destê min in û ez nazanim ji diya xwe re bibêjim, ha Ehmedê Xanî ev e? Ez nizanim ezê kîjanê di nûçeya xwe de bikar...

Çîrokên Başûr em li Bakur dixwînin

  • 12 Sibat 2012

Ev vexwendina çîrokên ku heta niha me nekariye xwe bigihînin wan e. Vexwendina çîrokên kurdên me yên Behdînanê ye.Em qala “Antolojiya...

Tabelayên kurdan

  • 28 Sermawez 2006

Her tişt bi daliqandina tabelaya Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê re dest pê kir. Jêre digotin Ataturk Bulvari. Kolaneke gelek mezin bû; her roj ez bibêjim bi hezaran, hûn bêjin...

Hemû Nivîsen Cemil Oguz

Cemil Oguz kî ye?

Cemil Oguz di sala 1975’an de li gundê Zengê ya Licêya Amedê hat dinê. Oguz di 4’ê tîrmeha 1998’an di rojnameya Azadiya Welat de dest bi xebatê kir û heta 12’yê tîrmeha 2003’yan di rojnameyê de karê nûçegîhanî, edîtorî û gerînendetiya weşanê girt ser milên xwe.

Heta niha di gelek rojname, kovar û malperên înternetê de nûçe û nivîsên Oguz hatin weşandin. Oguz digel karê xwe yê rojnamegerî, bi belgefîlman re jî eleqedar e û vê xebata xwe jî didomîne.

Oguz demek di ajansên kurdî de xebitî, her wiha edîtoriya kovara Tîroj û kovara Dîwarê kir.

Cemil Oguz ji 21.04.2005'an ve edîtoriya malpereke bi navê Diyarname.comê dike ku ev karê wî hê didome. Ew di heman demê de di Diyarnameyê de quncekên "Diyarê Me" û "Dewey Ma”, li aliyê din ji bo rojnameya Xwebûnê jî quncik dinivîse.

Pirtûkên wî

- Rojnamegerî û pîvanên wê yên sereke (Rojnamegerî, berfanbar 2002, Weşanên Pêrî)

- Qurtek Evîn (Çîrok, reşemî 2005, Weşanên Pêrî)

- Sako / Gogol / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrokek dirêj, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)

- Duzimanî (Gotar, Tevî Dawud Rêbiwar amade kiriye, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)

- Dengê Doyê / Ferîd Edgu / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrok, Weşanên Evrensel, rezber 2011)

Belgefîlmên wî

- Rewşen (2011)

- Mazgal (2013)

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Maçey Barselona-Wolfsburgî de rekor hame şikitişî

ad

Amed û Fenerbahçe 1-1 man

ad

Solîna Êvê hate tewqîfkirin

ad

Salih Muslim: Nikarin dengê me bibirin

ad

Ji bo FÎFA'yê serokekî nû hat hilbijartin

ad

Ji ber wergerek şaş ceza dan Azadiya Welat

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname