logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê

Cemil Oguz

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Cemil Oguz

Cemil Oguz

Wê peyamê ew belav nakin, tu belav bike!

  • Dîrok: 19/02/2015
Gelo kurd ew qas ehmeq in? Tevgera kurdan jî ew qas ehmeq e?

Rojnameyek bi navê Yeni Şafak heye. Di rojnameyê de jî du kesên qaşo "parêzvanên pêvajoya çareseriyê"ne hene. Yek ji wan nivîskar û nûnerê Yeni Şafakê yê Enqereyê Abdulkadir Selvî ye û yê din jî nivîskarê heman rojnameyê Markar Esayan e.
Sevlî roja 17'ê vê mehê bi navê "Derbeya Qendîlê ya li hemberî Ocalan"* nivîsiye.
Di nivîsê de Selvî wisa dinivîse: "4'ê reşeyima 2015'an de Ocalan metnek teslîmê heyeta HDP'ê ku çûbû serdana wî, kir. Di wê metnê de wisa dinivîse: 'Çekan dema xwe temam kiriye. Tevgera kurd dê bi siyasetê rêya xwe bidomîne. Ez ê jî di Newrozê de bang li PKK'ê bikim ku ji bo dest ji têkoşîna çekdarî berde kongreyek li dar bixe."
Esayan** jî 19'ê vê mehê heman gotinan di quncikê xwe de dubare dike.
Her du jî HDP'ê sûcdar dikin ku peyamên Ocalan vedişêrin, lê peyamên Qendîlê diweşînin. 
Dema mirov ji dûr ve dinêre, ev gotin rast dixuyin, lê gelo mesele wisa ye?
Di bersivek ji bo pirseke wisa de Hevserokê HDP'ê Selahattin Demîrtaş qala 10 xalan dike. Wê çaxê di serî de kurd, mafê her kesî heye ku ji Selvî jî, ji Esayan jî, ji hikumetê jî bipirse ka ev 10 xal? Ger xalek wekî Selvî û Esayan aniye ziman be, 9 xalên din çi ne?
Her du nivîskarên heta dawî hikumetê diparêzin çima qala van 9 xalên din nakin?
Ger hikumet an Selvî, an jî Esayan ji peyama Ocalan razîne û HDP sûcdar dikin ku çima peyamê belav nakî, wê çaxê bila ew belav bikin. Ma ew peyam ne di destê hikumetê de ye? Heta êvarê bi dehan TV ji bo hikumetê û alîgirên hikumetê di rêzê de ne, hema bila derkevin yekê û wê peyama Ocalan xal bi xal belav bikin. Ma HDP dibêje "Na belav nekin?" Berevajî vê, Demîrtaş got: "Dixwaze bila Hikumet belav bike."
Em kesên ji rêzê jî razî ne ku tiştên li Îmraliyê têne axivîn bêne belavkirin.

Meseleya bendavê
Selvî di heman nivîsa xwe de wisa dibêje: "Qendîl naxwaze HDP bendavê derbas bike. Naxwaze qada siyasî xurt bibe ku pêşî li qada çekdarî bigire."
Baş e, madem Qendîl naxwaze HDP bendavê derbas bike û loma nahêle HDP bi berendamên serbixwe bikeve meclisê, wê çaxê hûn çi dixwazin?  Wê çaxê bendavê daxin sedî 3, sedî 5, sedî 7, Qendîl nexwaze jî hema bi rêyên heyî dê HDP bendavê derbas bike û siyaset xurtir bibe. Ka çima hûn nakin?

Ji nivîsên Selvî wisa dixuye ku Ocalan mirovek ew qas baş e, lê li Qendîlê wisa kesên xirab hene... Baş e, belkî jî rast dibêje birêz Selvî. Ger wisa be, hûn çima hê Ocalanî di hucreyê de digirin? Serbest berdin bila here yên li Qendîlê ji wir biqewirîne, yan jî bila guhê wan bikişîne û wan bîne ser rê... Dev ji berdanê jî berdin, hema cihek baş jêre vekin ku bila bikaribe rehetir tevbigere û gotinên xwe bîne cih. Na, hûn wê jî nakin. Ê, hûn wê jî nekin dê Qendîl jî bi ya xwe bike.

Birêz Markar Esayan di heman nivîsa xwe de vê pirsê jî dike: "Em pirsek gelek hêsan bikin: Çima? Kîjan sedema we ya mafdar heye ku hûn vê pêvajoyê bi dawî bikin?"
Em jî jêre bibêjin el însaf! Ma tu kor î, ker î, ka kengê HDP'ê gotiye bila pêvajo bi dawî bibe? Berevajî dawîlêanînê hemû mebûsên HDP'ê ji bo pêvajo baştir bimeşe di nav helwdanan de ne. Ji dêvla ku tu vê pirsê bikî, ji hikumetê bipirse ka te çi kir?
Selvî di nivîsa navborî de vê dibêje: "Di hevdîtinên li ser çareseriya pêvajoyê de gihîştibûn gavek baş. Di hin xalan de li hevkirin çêbûbû. Çi bû ev xalên lihevkirî:
1- Nexweşên girtî ku hejmara wan digihîşt 50'yî dê bihata berdan.
2- Girtiyên li Îmraliyê dê bihata guhartin.
3- Dê Lijneya Raçavkirinê bihata sazkirin."
Em êdî Selvî jî deynin aliyekî ku em êdî dizanin ew berdevkê hikumetê ye, niha em ji Esayan bipirsin: Ka ji van xalan kîjan hat cih? Tu çima van napirsî tu pirsa hêsan ji HDP'ê dikî? Ka pêşî pirsa xwe ya hêsan ji hikumetê bike.
Yan jî ji wê quncikê rojnameya hikumetê de bipirse ka çima hûn ev her sê xal neanîn cih? Yan jî bipirse hûnê kengê bînin cih?

Gotina dawî: Bi baweriya min kurd, tevgera kurd, HDP û hikumet û Ocalan jî bi ser de, her kes dizane kîjan reng spî, kîjan reş e. Wê çaxê çima wisa dibe? Bersivê vê pirsê bi qasî sed salek dirêj e. Em tenê vê bibêjin: 
Îsal saleke germ e ji bo Tirkiyeyê û ji bo kurdan. Ya bi xêr.
 
* Ji bo nivîsê: http://www.yenisafak.com.tr/yazarlar/abdulkadirselvi/ocalana-kandil-darbesi-2007927
** Ji bo nivîsê:
http://www.yenisafak.com.tr/yazarlar/markaresayan/demirtas-bir-adams-degil-sanirim-olamayacak-da-2007969

 
Hin Nivîsen Nivîskar

Fikret Hamarat, Salih İlhan û Abdullah Zeydan

  • 02 Avrêl 2024

Niha hûnê bêjin ev kî ne? Çi eleqe? Em ji serî dest pê bikin.Sal 2019, hilbijartina herêmî heye. Li bajaroka Rustemgedik a Bûlanixa Mûşê berendamê...

Hûn diçin li fîlmekî temaşe dikin…

  • 03 Avrêl 2007

 Hûn diçin li fîlmekî temaşe dikin, her kêliya wî we dikişîne nava xwe, di nav rêyên dûvedirêj û fetlokî de we winda dike, li pişt her...

10 deqe paşê dê Parîs têk here!

  • 10 Avrêl 2014

Wisa bifikirin: 10 deqe paşê bajarê ku hûn lê dijîn, em bibêjin Amed, bajarê dîrokî, yê ku hûn gelek jê hez dikin dê bi bombeyan bi hewa bikeve;...

Hemû Nivîsen Cemil Oguz

Cemil Oguz kî ye?

Cemil Oguz di sala 1975’an de li gundê Zengê ya Licêya Amedê hat dinê. Oguz di 4’ê tîrmeha 1998’an di rojnameya Azadiya Welat de dest bi xebatê kir û heta 12’yê tîrmeha 2003’yan di rojnameyê de karê nûçegîhanî, edîtorî û gerînendetiya weşanê girt ser milên xwe.

Heta niha di gelek rojname, kovar û malperên înternetê de nûçe û nivîsên Oguz hatin weşandin. Oguz digel karê xwe yê rojnamegerî, bi belgefîlman re jî eleqedar e û vê xebata xwe jî didomîne.

Oguz demek di ajansên kurdî de xebitî, her wiha edîtoriya kovara Tîroj û kovara Dîwarê kir.

Cemil Oguz ji 21.04.2005'an ve edîtoriya malpereke bi navê Diyarname.comê dike ku ev karê wî hê didome. Ew di heman demê de di Diyarnameyê de quncekên "Diyarê Me" û "Dewey Ma”, li aliyê din ji bo rojnameya Xwebûnê jî quncik dinivîse.

Pirtûkên wî

- Rojnamegerî û pîvanên wê yên sereke (Rojnamegerî, berfanbar 2002, Weşanên Pêrî)

- Qurtek Evîn (Çîrok, reşemî 2005, Weşanên Pêrî)

- Sako / Gogol / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrokek dirêj, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)

- Duzimanî (Gotar, Tevî Dawud Rêbiwar amade kiriye, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)

- Dengê Doyê / Ferîd Edgu / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrok, Weşanên Evrensel, rezber 2011)

Belgefîlmên wî

- Rewşen (2011)

- Mazgal (2013)

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Koma Çarnewa dawî li xebata xwe anî!

ad

'Pisîkên' Behmen Qubadî li "İF İstanbul"ê ne

ad

Diya Kişanak li Elezîzê hat definkirin

ad

Salnameyên NÇM'ê hatin desteserkirin

ad

Kayyûmê peykerê Ehmedê Xanî xira kir

ad

Li Rusyayê stêrkeke kurd: Zara

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname