logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

Welat Dilken

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Welat Dilken

Welat Dilken

Wergera wergerê

  • Dîrok: 23/08/2021
Werger bo du tiştan kêrhatiye; yek bo danûstendina kesên ji zimanekî din a dibe navgîn didu ya bo nasîna çand û jiyana yên ji neteweyeke din.
Bi rêya yekê em daxwaza xwe radigihînin ên ji zimanê din an daxwaza wan ji me re tê gotin, bi rêya ya diduyan em çand, jiyan û hunera yên din dinasin; bêyî ku em ji zimanê wan bizanibin an ew bi zimanê me bizanibin em hay ji cerebe û serboriyên hev dibin.
Yanê em û ên ji zimanê din bi rêya wergerê deriyekî ji hev re vedikin, ên wan derbasî mala me dibin ên me derbasî mala wan…
Ez wergera dîplomasiyê, bazirganiyê û tûrîstîk bidim alîkî wergera hunerê-wêjeyê bi her alî ve li pêş e girîng e û pê re jî berhema bê wergerandin û helbet wergêr…
Werger bi min wisa tê, bedeneke ji zimanekî din xweş bi kiras bûyî tînî tazî dikî, bi zimanê xwe jê re kirasekî nû didûrî, ger lê hatibe meriv kêmayiya kirasê orjînal nagere, lê heke lê nehatibe…
Di vir de şarezetiya wergêr derdikeve pêş, ger terziyekî baş be wê kirasekî qasî yê orjînal jê re bidirû ger ne jêhatî be meriv ê bêje, kirasê pêşî xweştir lê dihat…
Di wergerê de du teknîkên derdikevin pêş; ya peyv bi peyv û ya wekî ji nû ve hatibe nivîsandin! Ya peyv bi peyv rijî ye, tamsarkî ye, meriv dizane werger e lê ya wekî bi zimanê lê hatî wergerandin ji nû ve hatiye nivsandin, huner e, bi ekl û tam e. Ji lew şarezetiya wergêr bivê nevê ye; bi qasî hostetiya wergerê divê ew hem di zimanê xwe de hem di zimanê jê werdigerîne di asta nivîskarê zimanê xwe û nivîskarê zimanê wergerê dike de kûr be.
Dibêjin werger zimanê lê hatiye wergerandin zengîn dike, bi min dibêm ne zengînî aso û hevokên nû li pêş yên dinivîsîn zêde dike û helbet xeyalên nû li yên xwende zêde dike.
Dibe, bûye sedema, ku kêm jî be peyvên nû-çêkirî jî li zimanê lê hatiye wergerandin zêdehiyan bike.
Tevî ew tiştên li jor, tiştekî din ê ku wergerê girîng dike jî mebest e!
Wergêrek, dezgehekî sivîl an a dewletekê çima berhemekê, metnekê werdigerîne ser zimanê xwe? Yanê mebesta wergerê çi ye?
Helbet gelek mebestên wergerandinê hene, bi min ev sê mebest li pêş in; mebesta siyasî, mebesta ticarî û mebesta hunerî!
Em dûr neçin, hema li bin guhê me tirkan bi avakirina komarê re elîfbeya xwe guhertin, bi guhertina elîfbayê re bîr û mêjûyê xwe jî yê me jî ji nav birin; bi berê xwe dana rojava re bi destê H. Alî Yucel saziya wergerê ava kirin, bi sedan berhemên hêja yên rojavayiyan wergerandin tirkî, pê hem zimanek ji xwe re bi hestî û goşt kirin hem jî bingeha wejeya xwe danîn. Ê me jî, ew pêl bi rêya îman û fedîkariyê dest pê kiriye; xwezî pêşdetir bikeve bi sedan berhemên ji wêjeya cîhanê bo kurdî bên wergerandin.
Helbet di wergerên bo kurdî de jî mebest hene; mebesta hunerî bila bimîne dera hanê, lê mebestên siyasî mebestên ticarî serkêş in! 
Xetereyên mebestan; di mebestên ticarî de ne naverok-huner popîlerîte di mebestên siyasî de jî ne rastî, berovajîkirina rastiyê armanca wergerandina metnekê ye. 
Bo mebestên siyasî du mînak hene divê balê bikşînim ser, yek a M. Izady “Bir El kîtabi Olarak Kurtler” Bêşa dawî ya vê pirtûk bi min tu eleqeya xwe bi naveroka pirtûkê re tune, nizam hinan pê daye nivîsandin an weşanxaneyê li gorî siyaseta xwe wergerandiye?  
Rojekê ku rastî birêz Izady bêm dixwazim bipirsim, bêm gelo ew nêrînên te ne yan li ser daxwazinan te ew nivîsandine û di pirtûkê de bi cî kirine? 
Ger nêrînên wî bin jê re rêzdar im, lê dibêm cihê diyarkirina wan bîrûboçînan ne ew pirtûka hêja ye, çiku ji pirtûkê daxistiye lê zêde nekiriye.
Mînaka duyê wergera Şahnameya Fîrdewsî ya bi tirkî ye; dema meriv pirtûkên din ên têkîldarî wê serdemê dixwîne meriv dizane tirkan di wergera wê de ser gelek tiştên bi kurdan re têkîldar in girtine yan wekî yên farsan in nîşan dane!
Yek jî wegera herî xirab û xetere heye, ya ku bindest ji zimanê serdest werdigerîne; yanê wergera wergerê! Mîna ku yekê raste rast ji xwediyê çîrokê dibihîzî-wergerînî, ya wergera wergerê jî ji yê ew çîrok bihîstiye werdigerînî! Kîjan a rast e?
Yên ji neçarî tên wergerandin heya derekê tên famkirin, lê vê dawiyê derket holê ku tirkan di gelek wergeran de serî li sansurê daye; yanê bo kurdî wergera wergerê ya ji tirkî bi nezanîn jî be dibe şîrîketiya sansur û înkarê.   
Çendîn ku werger navgîneke pêwîst a danûstendina di navbera zimanan de be jî,  çendîn ku werger xwenîşandayîna hunera wergêr be jî, lê ya ku bi mebestên siyasî tê kirin û ya wergera wergerê dikare bibe sedem ku şaşî wekî rastî bên zanîn!
Her wiha, ji ber sedemên zimanî jî wergera wergerê xetere ye, çiku ger rabî pirtûkeke Tolstoy a bo tirkî hatiye wergeradin ji tirkî wergerînî kurdî pê re ne derûnî û hêmayên jiyana rusekî û zimanî wî, tînî sîstema zimanê tirkî, derûnî û hêmayên tirkî tevlî ya kurdî dikî; ma hewce ye?..  
 

Hin Nivîsen Nivîskar

Paytextek bo hunera me!

  • 13 Berfanbar 2020

Ne bo nivîsandinê, afirandinê, amadekirinê; bo pêşandanê, xuyabûyînê, bazarkirinê wekî ya hemû netew û zimanan pêdiviya wêje-hunera me...

Gelo nebe ku kemberek din a ereb li me zêde dikin!

  • 01 Pûşper 2016

Ev çîroka berî zemanên îroyî ye! Li ser vê xaka ku navika cîhanê tê hesibandin her wisa bûye û her wisa domî ye, mixabin hê jî wisa...

Populerîtiya kurdî a sanal!

  • 06 Rezber 2020

Popîlerîte di rastiya xwe de hewleke xwe heyîkirinê ye. Ew ajoyek e di her mirovî/ê de pir hendik heye; û mafê her kesî ye bixwaze navê xwe were bihîstin, an...

Hemû Nivîsen Welat Dilken

Welat Dilken kî ye?

Welat Dilken di bihara 1975'an de li gundê Dolê ya Semsûrê hatiye dinê. Nivîs û helbestên wî di kovarên wekî Tîroj, Çirûsk, W û di malperan de hatine weşandin. Wî demek di rojnameya Ewropres nivîsî. Demek dirêj e di Diyarnameyê de qunciknivîskarî dike. Di pêşbaziyên Huseyîn Çelebî û Feqî Huseyîn Sagniç de helbestên wî xelat girtine.
Pirtûkên wî ev in:
- Ken deyndarê giriyê ne, Helbest, Weşanên Belkî, 2006
- Sî bi rojê xweşik e, Helbest, Weşanên Lîs, 2009
- Şeva dawî, Roman, Weşanên Lîs, 2012
- 29 kul, 29 gul, Helbest, Weşanên Ronahî, 2012
- Siya derizî, Helbest, Weşanên Ronahî, 2012
- Neynik û hinek, Helbest, Weşanên Ronahî, 2013
- Stêrka xuricî Ferat, Roman, Weşanên Peywend, 2016
- Me Herî pir ji helbestkaran bawer kir, Ozgur Doga (wergera ji tirkî Welat Dilken), Weşanên Lîs, 2016
- Kevir û tiştên din, Helbest, Weşanên J&J, 2017
- Orîjîn, Çîrokên Mînînal, Weşanên Avesta, 2019

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Şaredarên partiyên din beşdarî DTP'ê bûn

ad

Roja Pirtûkan a Cîhanê û pirtûkên kurdan

ad

Ji 1930 heta niha yên kûpa birine mala xwe

ad

Dadgeh: Klûbên Spanyayê derqanûnî ji dewletê alîkarî girtine

ad

YOK'ê vekişina Zanîngeha Artûkluyê red kir

ad

Belgefîlmê ajokarên ambûlansên di şerê Reqayê de tê çêkirin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname