24. 05. 2007
Rifat Arya
Demsal havîn bû, wext ji mexreb û pê ve bû. Heger bîra te bê, stêr li esmanên çîk sayî nepixîbûn. Tu ji hembêza min filitî û te xwe li tariya şevê qewimand, her du destên min sar û matmayî li min vegeriyan. Tûrik mûrik min tev de kar kirin û min çolistanên koçberiyê da ber xwe, mîna wî cihûyê naletî...
Min tu hiştî di hembêza çîrokek delal de, ez li ser rê û mesîlên hedimî meşiyam, ber bi wargehên keysariya tunebûnê ve.
Dengin li ber guhên min diketin, bi sawîr û gûmanên bêbinî ve sernişîv dibûm.
Dem, gelo giyanek vê pîra efsûnkar heye, an wê ev hingam tev de ji min dizîne?
Li raserî wê şikêra ku min dikir ez bask vekim û por bidim bayê, dengin li ber guhên min diketin: “Lo rêwiyo, serê min bi gorî, emrê min bi heyrano!..” Ji loma, dilê min ma bi wê heyama gazinokî ve, hê jî difetisim di nava wê toza Sumerî, ariya Latînî de...
Min dikir ku ez lê bigerim, li cîhê ku bêhna kefzikê û fîzîna gîhayên dirêj lê dibihîst dev li birîna xwe bikim û razêm, lê keys ji zû de ji min çûye, çermê dunê jê rakirine, bi qiloçê cinawirekî har ve daşilandine; nema dikarim hoşfê bişopînim û xwe bigihînim çavkaniya wê keskahiyê! Dengin li ber guhên min difizirîn: “Lo Wertherê Ciwan, Lotteya te vêga di gorek teng û tarî de razaye, hêsirên xwe bide alî, segvanê kesirî, ji xezala xwe vehewe !”....
Kirasek sipî ye li ser pêlên deryayek, dilîze, ditewe, dikokime, li ber çavên min direqise, dibe bejin, dibe berbejin. Li dû dikakijim, çirpav didim, ta ku ji qam de dikevim û kirasê sipî ber bi esman ve tê rakişandin û çîroka min dimîne bê qalik û dadiwerive, dibe kefek bêhavil li ser pêlên deryayê û bi kederek giran dilive. Mîna kêzikekî xwe davêjim peravê kefa çîroka xwe, lê xapînok e...
Kê bû, ewê ku digot: “Vê jînê ez talan kirim”?
Were hogirê êşên min, dicemidim, qerpalên xwe li gewdeyê min rapêçe, de bira wer bextreş û bêpaxav be!


