Festîvala Çanda Kurd ya Navneteweyî ya îsal di 6’ê rezberê de dîsa li bajarê Gelsenkirchenê li dar ket. Min hem par û hem jî pêrar piştî heman festîvalê di Diyarnameyê de çend dîtinên xwe nivîsibûn.
Ezê vê carê dîtinên hevalekî yê bi mêvandarî hatibû Almanyayê û beşdarî festîvalê bû binivîsim.
Ew heval heta niha beşdarî gelek festîvalên li welêt bûye. Îsal jî herî dawî beşdarî festîvalên li Amed, Dêrsim, Berxbir a li Kato û herî dawî jî ya li Cizîrê bûbû.
Min piştî beşdarbûna wî ya Festîvala Çanda Kurd ya Navneteweyî ya îsal hevpeyvînek pê re kir û ez li jêr dîtinên wî yên di der barê cudahiya festîvalên li welêt û ya li Ewropayê mîna xal li pêşberî hev dinivîsim:
| Festîvala Çanda Kurd ya Navneteweyî ya îsal ya li Almanyayê | Festîvalên li Welêt |
| - Wekî tişteke li rêzê tê dîtin - Ne polîs û ne jî tank hebûn - Ji sohbetên bi kom diyar dibe ku gelek kes bi mebesta hevdîtinên bi xizim û nasên xwe beşdar dibin - Diyar bû ku gelek kesan bi riya telefonê cihê civanên xwe diyar kiribûn - Pêşkêşker gelek caran ji beşdaran dixwest ku slogan werin avêtin - Yên li Ewropayê dijîn ji stranbêjan têr bûne û qet tezawirat nîn e - Min di salên borî de li vê festîvalê bi rêya televîzyonê temaşe dikir û dîmenên di televîzyonê de têne weşandin gelekî ji beşdarbûnê balkêştir xuya dikirin - Ez li benda festîvaleke balkêştir û bi heyecantir bûm - Diviyabû ev festîval bibûya cihê mesajên vekirî ji bo cîhanê | - Digel zordariyê xwedî li nirxên neteweyî diderkevin - Polîs û panzer dora cihê festîvalan dorpêç dikin - Bi deng, reng û zimanê gel beşdar dibe - Bi riya festîvalan gelek mirov hev nas dikin û ev yek dibe wesîla têkiliyên civakî - Pêşkêşvan herdem anonsa dike ku slogan neyin avêtin û gel bêyî li hişyariyê guhdarî bike, bi coş heta dawiyê sloganên xwe diavêjin - Coşa ji bo hunermendan pir e û ji bo hemûyan standart e - Dema hunermendên herêmê diderkevin li ser dike mîna yên ji derve hatî eleqe nabînin - Digel hunerê mesajên siyasî ji hêla gel bi xwe ve têne dayîn |
***
Nivîsên Zekî Ozmen ên li ser festîvalan:
- Festîvala ciwanan bi vî halî nabe marqe!


