logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê

Cemil Oguz

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Cemil Oguz

Cemil Oguz

“The Bank Job”

  • Dîrok: 31/03/2008

 

Li welatekî, prensesa wî welatî di şevekê de bikeve navbera du mêran û bi wan re bikeve cîhana pevşabûnê qet ne xema min. Ew bi dilê xwe ye û jiyan jî ya wê ye. Bixwaze bi dudiyan re, yan bi sisêyan re, yan jî bi yekî tenê re… Ji min re çi...
Lê dema ev dîmen bandorê li civatê bike wê çaxê rewş diguhere.

Li welatekî rayedarekî mezin ê welatekî, em bibêjin serokwezîr, yan jî cîgirê wî… Di malekê de, xwe bi du keçikên delal bide girêdan û bixwaze ew keçik bi qamçiyan, bi çovan li wî bidin… Di dawiyê de zewqa wî kesî bigihîje ezmanê heftan ber guhê Xwedê… Qet eleqeya min jê nîn e, çi dike bila bike.
Lê dema ev zewqa wî tesîrê li jiyana hemwelatiyên wî welatî bike wê çaxê ez jî, hinên din jî dê bibêjn: Hêy, ka bise tu çi dikî?

Li welatekî rayedarên mezin, em bibêjin midûrê ewlehiyê li kêfa xwe binêre di şeve bi vî rengî de dibe ku em bibêjin ji me re çi, lê ew bi karên kirêt re rabe, ruşwetê bigire û bi vî awayî tiştên wisa bike dê her kes pêşî lê bigire.

Hûn dixwazin em bi awayekî din li van binêrin: Prensesek li ser pevşabûnê be û hin wêneyên wê bikişinin bêşik dê pê şantajê bikin.
Rayedar di dema bi cezweketina çovxwarinê de be û wêneyên wî bikevin destê hinan dê bi şantaja van wêneyan bikaribin her tiştê xirab bikin.
Û mînakên bi vî rengî.
Encam: Li welatekî wisa, dema pevşabûnên wisa dest pê bikin, kes nikare bibeje min eleqedar nake. Dema got min eleqedar nake, wê çaxê li wî welatî êdî qirêjiya ku dest pê kiriye bûye avzêl û dê her kes di vê avzêlê de noqav bibe.
Di “The Bank Job” de jî wisa dibe.
Cih Îngilistan e. Ya ku pevşabûnê pêk tîne prensesek e. Rayedarên din jî rayedarên mezin ên welat in.
Di dema zewqên bi vî rengî de hinên din wêneyên wan kişandine û dema rayedarekî dest bavêje karên wan ên qirêj dê vê şantajê derxin holê.
Ev wêne di kaseyên bankeyê de veşartîne. Di heman demê de pereyên ku em nikarin hejmara wan bînin ser ziman jî di wê bankeyê de ne.
Sal 1971 e. Li Londona Îngilistanê, li Kolana Baker rojekê banke tê şêlandin. Ev ne şêlandineke ji rêzê ye. Wisa şêlandineke ku piştî vê şêlandinê hemû bêehlaqiya welat, hemu ruşwet û qirêjî derdikeve holê û qirêjiya welat paqij dibe.
Wêneyên prensesê derdikevin holê, wêneyên giregirên din. Pornociyê ku ruşwet daye polîsan yek bi yek derdikeve holê. Di encamê de ji sisêyan yek siyasetmedar û rayedarên din ên welat ji mecbûrî îstîfa dikin. Welat hêdî hêdî ber bi paqijiyê, ber bi demokrasiyê ve diçe. Şêlandina bankeyeke dibe sedema derketina holê ya demokrasiyekê. Li ser vê şêlandinê fîlmekî bi navê “The Bank Job” hat kişandin. Fîlmê ku niha li Tirkiyeyê jî di vîzyonê de ye hêjayî temaşekirinê ye. Bi aksiyon, bi mijar û bi lîstina serketî ya lîstikvanan hêjayî temaşekirinê ye.
Li wî welatî bi şêlandina bankeyê her tişt guherî. Li Tirkiyeyê bi qezaya kamyonê ya li Sûsûrlûkê gotin, “Dê her tişt biguhere” lê mixabin neguherî. Piştre gelek tiştên din derketin dîsa tişt neguherîn. Û niha “Ergenekon” derketiye holê. Ka vê carê dê çi biguhere emê bi hev re lê binêrin.

Banka İşi / Karê Bankeyê / The Bank Job
Derhêner: Roger Donaldson
Lîstikvan: Jason Statham, Saffron Burrows, Daniel Mays, David Suchet...
Cure: Hêrsdarî
Sala Kişandinê: 2008

cemilo@diyarame.com

 

Lêborînek: Ji ber hin sedeman, dibe ku ez paşê qal bikim ev du hefteye min nikarî quncikê xwe binivîsim. Dîsa her roja yekşemê emê di vî quncikî de bi hev re bin.

Hin Nivîsen Nivîskar

Dogu Ergîl û pirsgirêka kurd

  • 30 Avrêl 2006

 Ez bawerim hûn Dogu Ergîl nas dikin. Ergîl, di salên 90'î de li ser navê TOBB'ê raporeke bi navê "Pirgirêka Rojhilat, teşhîs û tesbît" amade...

Kek Osman mala te ava

  • 14 Gulan 2008

 Roja 14'ê Gulanê wekî Roja Zimanê Kurdî qebûlkirine biraderên me. Kî qebûl kiriye, çima 14'ê Gulanê hilbijartine qet ne muhîm e. Tiştê...

HDP wekî partî nekeve hilbijartinê ez dengê xwe nadim berendamên wê!

  • 05 Sibat 2015

Gotina pêşî: Ez vê nivîsê wekî hilbijêrekî, wekî kurdek ji rêzê dinivîsim, ne bi nasnameyê xwe yê rojnamegerî.Ev sernavê ku min...

Hemû Nivîsen Cemil Oguz

Cemil Oguz kî ye?

Cemil Oguz di sala 1975’an de li gundê Zengê ya Licêya Amedê hat dinê. Oguz di 4’ê tîrmeha 1998’an di rojnameya Azadiya Welat de dest bi xebatê kir û heta 12’yê tîrmeha 2003’yan di rojnameyê de karê nûçegîhanî, edîtorî û gerînendetiya weşanê girt ser milên xwe.

Heta niha di gelek rojname, kovar û malperên înternetê de nûçe û nivîsên Oguz hatin weşandin. Oguz digel karê xwe yê rojnamegerî, bi belgefîlman re jî eleqedar e û vê xebata xwe jî didomîne.

Oguz demek di ajansên kurdî de xebitî, her wiha edîtoriya kovara Tîroj û kovara Dîwarê kir.

Cemil Oguz ji 21.04.2005'an ve edîtoriya malpereke bi navê Diyarname.comê dike ku ev karê wî hê didome. Ew di heman demê de di Diyarnameyê de quncekên "Diyarê Me" û "Dewey Ma”, li aliyê din ji bo rojnameya Xwebûnê jî quncik dinivîse.

Pirtûkên wî

- Rojnamegerî û pîvanên wê yên sereke (Rojnamegerî, berfanbar 2002, Weşanên Pêrî)

- Qurtek Evîn (Çîrok, reşemî 2005, Weşanên Pêrî)

- Sako / Gogol / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrokek dirêj, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)

- Duzimanî (Gotar, Tevî Dawud Rêbiwar amade kiriye, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)

- Dengê Doyê / Ferîd Edgu / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrok, Weşanên Evrensel, rezber 2011)

Belgefîlmên wî

- Rewşen (2011)

- Mazgal (2013)

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Endamên Meclisên Şaredariyan hatin girtin (Hat nûkirin)

ad

Rêwiyê yekem ê Moskovayê Manchester United e

ad

MED-DER'ê kongreya xwe saz kir

ad

Îsraîlê li ser Tirkiyeyê civînek çêkir

ad

Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê

ad

YE'yê rê da ber Makedonya û Albeniayê jî

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname