logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  4. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  5. Va ye bernameyê sê rojan; tîmên bajarên kurdan dilîzin
news-details

Li benda te

Ez tim li benda te me. Di her mirovî de li te digerim. Tim hilma te li ser min e. Di her giyanewerî de bêhna te seh diki

  • Dîrok: 25/08/2009
  • Beş: Serbest

Nenas Hîçistanî

Ez tim li benda te me. Di her mirovî de li te digerim. Tim hilma te li ser min e. Di her giyanewerî de bêhna te seh dikim. Ji bo nasîna te pênase her tim qels û lawaz dimînin. Di her bûyera mîstîk de tu difûrî. Her gav bi min re yî, lê di heman demê de li tu derê nîn î. Ew çi rewş e? Xeletî û çewtiyek heye lê çi ye, nizanim. ‘Xwedê û wext xelet hatiye xitimkirin’*…
Di mîtolojiyan de li rastî te têm, lê ez dibim Sîsîfosê cezakirî. Di ol û dînan de pêrgî te têm lê tofana xwedê bi ser min de tê. Çi bikim, çare nîn e. Dixwazim te birisînim li ser kaxiza simspî lê her peyv dibe tîr û di te de diçikin, dibim kujerê te. Hemû hewldanên min beyhûde dimînin. Lê dîsa jî hewl didim xwe da ku te bibînim. Bi hêviyên biçûçik be jî dîsa li şopa te digerim. Bi baweriyeke pêxemberî te dişopînim.
Delodîn dibim ji ber nebûna te. Hebûna min li min diherime bêyî te. Mirin ji min re dibe tirs, her ku ew nêzîk dibe hêviyên min ên ji bo dîtîna te kêmtir dibin. Neçarî û bêgavî hevalbendiyê ji min re dikin. Gelo hîsa lêgerîna te ji ku tê? Kêmasiya te çi çax dest pê kir. Hîç nizanim.
Di dil de valahiyeke balûpal heye. Di hîçistana dilî de hîç aramî nîn e bêyî te. Hîsa kêmasiya te ez dorpêç kirime. Her cih bêyî te li min dibe biyanistan. Her mirov li min dibin şêrên êrîşkar û ez jî dibim karxezala revok. Bêyî te ez dibim peyva ku di ferhangan de cihnegirtî. Bêyî te wekî dinyaya bê roj im. Bi kurtebirî bêyî te her tişt kêmasiyan diwelidîne ji min re…
Kafirbavê de were, porkurê de were! Ma bes nîn e? Min guneh nîn e, ew qas xwe ji min vedişêrî? De were di hîçistana dilê min de konê xwe vegire. Were bibe mêvana min û ez jî bibim mazûvan. Were rabirdûyê, îroyînê û dahatûyê li min bike kêliyekê. Kêliyeke wisa ku di xwe de her tiştî bihewîne. Şikefta xwe ji min re veke da ku ez bi agirê Prometheusî bikewimê û tê de dîroka mirovahiyê ronî bikim. De were sedêbavê!...
Dîsa ez tik û tenê dimînim. Her der xikûxalî dimîne. Li min dibî Godot.** Hebûna min li min dibe bar. Tu hew tê…

*Rênas Jiyan (Janya)                                                                                  
** Samuel Beckett (Un Attendant Godot)

ciyanakli@hotmail.com

***

Nivîsên Nenas Hîçistanî yên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:

- Dil ji min bir talan*
- TU
- Zimanê Bindestî
- HÎÇÎSTAN

 

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 25 10 2026

Careke din taybetiyên lêkerên  ‘Bûn’ û ‘Kirin'ê

news
  • 22 10 2026

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news
  • 17 10 2026

Yekem Haxama jin di nava desthilata olî ya cîhanê de: Asênat Barzanî

news
  • 10 10 2026

Xumava Estetîkê ya Zemanekî

news
  • 10 10 2026

Yekem mamostaya jin ya Şarbajêr û sembola wêrekiya jinên kurd: Munîre Qeftan

news
  • 09 10 2026

Keçên niftik ên çenên wan pûsîbûn

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Kişanak ji bo Rojava banga berxwedanê kir

ad

Pirtûkên Guney ji nû ve tên weşandin

ad

Li parqên Baglarê sînema

ad

Wêneyê rojê ji Fransayê hat

ad

Li Kerboranê komploya polîs-sîxur

ad

Xelata Nobelê ya Wêjeyê dan Svetlana Aleksiyeviç

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname