Bi mehanin min tu nivîsên xwe ji bo weşandine neşand tu ciyî ji bo ku ez li rê bûm. Lê min di rêwîtiya xwe de di her firsandê de ji xwe re nivîsand. Carna ser kaxizek cixarê, carna pêlek kaxiz li ku min dît û paşê min ji xwe re rojnivîsek stand û nivîsand.
Niha ez dixwazim ji van destnivîsên xwe yên rêwîtiyê çandekan pêşkêşî we bikim.
Fermo nivîsa yekem:
Ez rastî TRT 6’ê hatim
Min gelek nivîs li ser TRT 6’ê xwendin û bi xwe di destpêka wêşana TRT 6’ê de qest hefteyek lê
temaşavan bûm. Gelek çewtî min bi xwe dît û min xwest ku van çewtiyan rexnenûsek de bînim ziman lê, her carê nivîskarek me ji min şiptir dest avêt pênûsa xwe û ew çewtiyên ku min dîtin anî ziman û nivîsand. Min jî ev nivîs xwend û kêfxweş bûm ku kesên din jî mîna min difikirin.
Di meha gulanê de ez li gundê me, Kistika Elbistanê bûm. Ez ji axê hez dikim. Ji baxçe çêkirinê hez dikim. Ez ji xwe re baxçeyek çêdikim. Yê min hezkirina baxçeçêkirina li her derî nîn e. Yê min li axa xwe baxçe çêkirina..Axa bav û kalan ji nû ve hêşinkirin e. Ji darên mêwe pirtir ez hêşiniyê yên binxweş û emrî xwe dirêj datînim. Darên mîna ixlamûrê yên mîna gûzê û çamê... Ez dixwazim her dem ew der hêşîn bibe.
Piştî nîvro ye, ez li baxçeyê xwe me; dixebitim, kortên avê daran çêdikim. Xeber hat ku ji TRT 6’ê hin kes hatine ku li ser gundê me Kistika programek çêkin. Ji bo çi? Nizanim. Yê ku xaber ji min re anî jî nizanibû. Min got min re çi; çi dixwazin bila bikin. Ez li derdê baxçeyê xwe bûm. Kesê ku xeber anî çû. Min dest bi berdewamiya karê baxçeyê xwe kir. Lê di serê min de pirs bi dû hev ketin. Tenê baxçeyê min tiştek nîn e her tiştê vê axê divê ji bo min girîng be. Min dest ji kar berda, ez berjêr de ber ekîba TRT 6’ê de çûm. Gihîştim cihê ku ew kar dikin. Kal û pîrên gund berhev kirine û li hemberê kamerayê didin axaftinê. Ekîb sê kesin ji wan yek jin e. Destê jinikê de lênûs û pênûs bi tenê dinivîse. Yên din yek kamarêvan e. Yê sêyemîn rêjî ye. Ez texmîn dikim ku wisa ye. Ji bo ku dibêje, “teyze olmadi bîr daha”. Lê “teyze” tirkî fêm nake. Vê carê wedigere moxtarê gundî me yê kevn bi wî re dibêje “söylermisin teyzeye olmadi bîr daha anlatsin, yenîden çekîyoruz.” Moxtarê kevn bi devokê heremê werdigerîne kurdî.
Ez hatim wir ahwal wise bû. Min bi zanî ne bi kurdiya heremê lê bi ya nivîskî got: “Rojbaş”. Tu bersiv nîn e. Mîna ku ez nebihîstim karê xwe berdewem kirin. Ez ji vê rewşê ne nexweş bûm. Min bêrnede û berdewamiya pirsan kir:
“Navê programê we çi ye?”
Yê ku min rêjî texmin kirî:
“Teyzeye soyle husnacani bîr daha anlatsin” got.
Moxtarê kevn werdigerand kurdî.
“Merik dibê, maslê Husnacanê carek din bibê.”
Min pirsî:
“Navbêra programê we çi ye? Hûnê li ser husnacanê belgefîlm dikîşînin?”
Dîsa li min mêzê nekir û mîna ku nebihîst:
“Husnacanin kilamini da soylesin.”
“Bona çi hûn bi tirkî dipirsin?”
Her ku ez bi kurdî tiştek dipirsim her yek serê xwe werdigerin aliyek din. Lê dawiyê dawî min dît ku naxwazin bi min re tekilî hebe, min dev ji pirsan berda. Ez ji wan aciz bûm û min bi hêrs got: “Bi rastî hûn bi kurdî nizanin ha.”
Min ew bi kal û pîrên gund li wir hêliştin û ez çûm.
Belgefilmê ku wê ekibê çêkir, min di înternetê de dît. Bi tenê gundî diaxivîbûn.
Wa ye ew belgefilm ê ku TRT 6’ê kişand û weşand:
http://www.youtube.com/watch?v=gpNWt8DwZSw
***
Nivisên Kazim Polat ên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- Em bîran ji bîr nakin
- Çima nepirsî: “Ma Tu Kurdî Dizanî”
- Midurê dibistanê tê bîra min
- Min di xewnê xwe de zimanê xwe dît
- Serhildana Mamadalî yê Qasiman
- Divê em vê bê heqiyê li xwe heq nekin
- Ez mecbûrî zimanî kurdî me


