logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Va ye bernameyê sê rojan; tîmên bajarên kurdan dilîzin
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê
news-details

Fîlmên kurdî li Antalyayê xelat girtin

Fîlmê bi kurdî "Min Dît" û "Du ziman û baholek" li Festîvala Fîlman a Porteqala Zêrîn a Antalyayê xelat girt.

  • Dîrok: 17/10/2009
  • Beş: Nûçeyên Çandî

Diyarname
Fîlmê bi kurdî "Min Dît" û "Du ziman û baholek" li Festîvala Fîlman a Porteqala Zêrîn a Antalyayê xelat girt. Her wiha di nav fîlmên kurdan ku beşdarî festîvalê bûbûn de, belgefîlmê "Girtîgeha bi Nimreya 5'an" û "Çiraxê Tamîrkar" jî xelat girtin.


Fîlmê "Min Dît" ê derhêner Miraz Bezar di warê "Xelata Taybet a Juriyê ya Behlul Dal" de xelat girt. Senarîsta fîlm Evrim Alataş di vî warî de bû xwediya xelatê.
Di dema xelatgirtinê de Alataş kurteaxaftineke kir û got: "Nîqaş li ser fîlm derketin, lê fîlm ne tişteke wisa ye. Ez vê xelatê wekî xelata biratiyê dibînim. Ez li ser navê zarokên li Amedê vê xelatê digirim."

Fîlmê din ê li ser kurdan û bi kurdî-tirkî "İki dil bin bavul (Du ziman û baholek)" ê derhêner Ozgur Dogan û Orhan Eskikoy e ku ev fîlm jî ji Antalyayê bi xelatê vegeriya. Derhêner Ozgur Dogan jî di axaftina xwe de wisa got: "Me ev fîlm ji bo mamosteyên ku li vî welatî zehmetiyên mezin dikişînin û ji bo xwendekarên wan kişand. Perwerdehiya zikmakî mafê her zarokî ye. Û em xelatê diyarî Ceylan Onkula ku firsend nedît zimanê duyemîn hîn bibe û hat kuştin dikin."

Di şevê de gelek xelat hatin belavkirin. Yek ji wan jî Xelata Fîlmê Herî Serketî bû ku fîlmê "Bornova Bornova" (Derhêner İnan Temelkuran),  fîlmê "Kosmos" (derhêner Reha Erdem) girt. Derhênerê "Bornovo Bornova"yê İnan Temelkuran jî ev yek anî ziman: "Ji bo ku li Tirkiyeyê em qîmetê didin kedê me ev fîlm kişand. Li ser qelişandinê ku em dibêjin jî ez vê bibêjim: Derbeya 12'yê Rezberê aswaltek kişand ser gel, ez hêvî dikim me hinekî ev aswalt qelaştibe."

Di merasima xelatdayînê derhênerê yewnanî yê navdar Theo Angelopolos jî Xelata Serketina di Hemû Jiyanê de girt.

Di beşa pêşbaziya belgefîlman de jî fîlmekî kurdan xelat girt. Derhêner Çayan Demirel bi belgefîlmê xwe "5 Nolu Cezaevi" (Girtîgeha bi Nimeya 5'an) ku li ser Girtîgeha Amedê kişandiye tevî belgefîlmê "Ziyaretçiler" ê Melis Birder Xelata Belgefîlmê Herî Serketî girt.

Di beşa kurtefîlman de jî xelat hatin berhevkirin. Di vê beşê de jî derhênerê kurd Cahit Çeçen xelat girt. Çeçen bi fîlmê xwe "Tamirci Çiragi (Çiraxê Tamîrkar)" digel sê kesên din Xelata Akademiya Fîlmên Dijital ku beramberî 3 hezar û 500 TL ye girt. Ev xelat ji bo kişandina fîlmê nû wekî alîkarî tê dayîn.

Vane xelatên ku di şevê de hatin belavkirin:

- Xelata Fîlmê Herî Serketî: İnan Temelkuran (Bornova Bornova), Reha Erdem (Kosmos)
- Xelata Derhênerê Herî Serketî: Kosmos (Derhêner Reha Erdem)
- Xelata Fîlmê Yekemîn yê Herî Serketî: İki Dil Bir Bavul (Derhêner: Orhan Eskikoy û Ozgur Dogan)
- Xelata Derhênerê Herî Serketî: Reha Erdem (Bi fîlmê xwe Kosmos)
- Xelata Lîstikvanê Herî Serketî: Onen Erkan (Bi rola di Bornova Bornova de)
- Xelata Lîstikvana Herî Serketî: Nergiz Ozturk (Bi rola di Kiskanmak de)
- Xelata Taybet a Juriyê: Kosmos (Derhêner Reha Erdem)
- Xelata Taybet a Juriyê ya Behlul Dal (Jîrekiya Ciwan): Bi fîlmê "Usta" Bahadir Karataş, bi fîlmê "40"  Emre Şahin, bi fîlmê "Min Dit" senarîst Evrim Alataş û bi fîlmê "Beş Şehir" lîstikvanê fîlm Tansu Biçergirt.
- Xelata Vesazkirina Herî Serketî: Erkan Çekemen (Bi fîlmê Bornova Bornova)
- Xelata Hunerê ya Herî Serketî: Zeynep Kologlu (Bi fîlmê Usta)
- Xelata Lîstikvanê Duyem ê Herî Serketî: Volga Sorgu (Bi rola di "Kara Kopekler Havlarken" de)
- Xelata Lîstikvana Duyem a Herî Serketî: Damla Sonmez (Bi rola di "Bornova Bornova" de)
- Xelata Muzîka Herî Serketî: Mehmet Erdem, Ozgul Akgur (bi muzîka fîlmê "Deli Deli Olmak")
- Xelata Dîmena Herî Serketî: Floran Haris (Bi fîlmê Kosmos)
- Xelata Senaryoya Herî Serketî: Onur Unlu (Bi senaryoya fîlmê "Beş Şehir")
- Xelata Serketina di Hemû Jiyanê de: Theo Angelopolos
- Xelata Belgefîlmê Herî Serketî: "Ziyaretçiler" (Derhêner Melis Birder) û "5 Nolu Cezaevi" (Derhêner Çayan Demirer)

***

- Nûçeyên eleqedar:

- Deqeya dawî: "Min Dît" û "Du ziman û baholek" xelat girt
- Li Antalyayê li ser "Mîn dît"ê nîqaş derket
- Fîlmên kurdî jî ketin dû Porteqala Zêrîn
- 'Bunun ismi ne?', 'Kew'

 

***

 

Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.

 

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nûçeyên Çandî - Nivîsên Dawî
news
  • 26 10 2026

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

news
  • 23 10 2026

Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn

news
  • 21 10 2026

Festîvala Şanoyê deriyên xwe vedike

news
  • 21 10 2026

Fûara Pirtûkan a Hewlêrê vebû

news
  • 20 10 2026

Fîlmên Pêşbaziya Neteweyî ya Bogazîçî eşkere bûn

news
  • 18 10 2026

Fîlmên 'Pêşbaziya Neteweyî' yên Festîvala Enqereyê diyar bûn (Ene xebere bi zazakî û kurmancî ya)

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

"Kara Şimşek" mir!

ad

E-kovara Popkurdê bi hejmareke nû hat

ad

Li Farqînê qedexeya derketina derve: Ciwanek hat qetilkirin

ad

Ji bo zarokên Rojava 10 Euro divên

ad

Dewlet kurdî çap nake!

ad

Diyarbekirsporê bi wekheviyê dest pê kir

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Va ye bernameyê sê rojan; tîmên bajarên kurdan dilîzin

  • 27 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname