logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin
news-details

'Ez bişev tirkî nizanim bipeyvim!..'

Vê nîvê şevê û tirkî hîç dibe! Li leşkeriyê tirkî bi roj hînê me kirin. Êvaran, ango bişev hînê me nekirine. Ka nîvê şev

  • Dîrok: 07/10/2011
  • Beş: Serbest

Lokman Polat

Bi rastî jî qet û qet nabe ku mirov nîvê şevê bi tirkî biaxife. Lê, hêzên dagirker di nîvê şevê de yan jî di berbanga sibê de wekî gurên har diavêjin ser gund û navçeyan, xelkê şiyar dikin, malên welatparêz û şoreşgerên kurd seh dikin, gundiyan di nav gund de dicivînin û gelek kurdan digrin binçavan. Û her wiha ew bi vê kirina xwe kurdan mecbûr dikin ku di nîvê şevê de bi tirkî bipeyivin. Nexwe wiha nebe kurd qet nîvê şevê bi tirkî neaxifin.

Min ji xwe re henek kir. Ez dixwazim bi vî sernavî behsa pirtûka Mamoste Cîhan Yildirim a bi navê “Nîvê Şevê û Tirkî” bikim. Pirtûk ji Weşanên Pêrî, di sala 2010’–an de derketiye. Pirtûk 88 rûpel e. Di pirtûkê de gelek mesele û metelokên gelêrî yên herêmên cuda hene. Kurteçîrokên folklorîk û meselokên mîzahî yên pêkenokî bi zimanekî xweş û sivik hatine nivîsîn. Cîhan Yildirim, wekî berhevkarekî ji herêmên cuda yên cografiya kurdan –her wekî Êlih, Amed, Bedlîs, Sêrt, Mêrdîn- wan berhev kiriye, şikleke nû û nûjen daye wan û bi zimanekî edebî, hunerî ew ji nû ve nivîsîne, lê belê naveroka wan xirab nekiriye, neguherandiye. Bi metodeke zanyarî û bi şêweya mîzahî hunandina çîrok û meseleyan pêşî li windabûna wan girtiye. Edebiyata kurdî ya devkî dewlemend e. Zargotina kurdî, çîrok û metelokên ku bi devkî di nav kurdan de tê gotin heger neyê nivîsîn, dê di pêşerojê de winda bibin. Di vê hêlê de, ango ji bo berhevkirina zargotina kurdî, meselok û çîrokên gelêrî birêz M. Emîn Bozarslan û Zeynelabîdîn Zinar xebatên hêja kirine û gelek çîrok û metelok berhev kirine û wekî pirtûk weşandine. Berhevkirina Mamoste Cîhan Yildirim jî kar û xebateke hêja ye û dewlemendiya edebiyata kurdî ye. Heger wî ev çîrok û metelokan berhev nekira, dibe ku di pêşerojê de bihatana jibîrkirin û winda bibana.

Tinaz, henek, laqirdî, mesele, çîrok, serpêhati, pêkenok, metelok, yarîkirin, di pirtûka Mamoste Cîhan Yildirim de ev hemû tişt hene. Ez ê behsa naveroka hemûyan nekim, lê wekî mînak ezê behsa yekê bikim û balê bikşînim ser pirtûkê ku xwendevanên kurd wê bikirin û bixwînin.
Niha em li naveroka çîroka ku navê xwe daye pirtûkê binêrin bê ji bo çi nîvê şevê û tirkî?!...
“Rojeke leşker nîvê şevê têne nav gund. Fermandarê leşkeran ferman dide ku herin gazî muxtar bikin. Muxtar tê, lê ew tirkî nizane. Leşker jî bi kurdî nizanin. Ne tenê muxtar, di tevahiya gund de jî kes bi tirkî nizane. Fermandar bi muxtar re xeber dide lê muxtar jê tişteke fêm nake. Leşkeran gundî jî civandine. Muxtar ji gundiyan re dibêje gelo kesekî ku bi tirkî zanibe li gund heye yan na? Gundî dibêjin na, nîn e. Paşê tê heşê muxtar ku Eliyê kurê Emer du, sê meh berê ji leşkeriyê hatiye, belkî ew zanibe. Muxtar yekî dişîne ku here gazî Elî bike. Gundiyekî diçe gazî Elî dike, jê re dibêje: “Leşker nîvê şevê hatiye nav gund. Di vî gundî de kesekî ku bi tirkî zanibe nîn e. Muxtar gazî te dike. Li benda te ne. Tu li leşkeriyê tirkî hîn bûyî ne wisa? Niha tu tirkî baş fehm dikî, ango dizanî.” Eliyê kurê Emer aciz dibe û dibêje: “Ker di dêya wan ne! Vê nîvê şevê û tirkî hîç dibe! Li leşkeriyê tirkî bi roj hînê me kirin. Êvaran, ango bişev hînê me nekirine. Ka nîvê şevê tirkî çêdibe? Gere bibe roj. Ez bişev tirkî nizanim bipeyvim!..” Elî bişev tirkî nizane, biroj zane (!).

Di mesele û metelokan de gelek tiştên civakî û şîret hene. Pirs û pirsgirêkên rojane, balkişandina ser mijarên cur bi cur û her wiha gelek tiştên ku mirov dide fikirandin û dide kenînê di nav rûpelên pirtûkê de cih girtine. Li ser hinek melayên fenker jî çend pêkenokên xweş hene.

Edebiyata kurdî a devkî, zargotina kurdî ji hêla erotîzmê ve gelek xurt e. Di naveroka kilam, stran, çîrok û meselokên kurdî de vegotineke xurt a erotîkî heye. Naveroka gelekan bi nexşeyên erotik hatine rapêçandin û bi hevokên erotîkî hatiye dagirtin. Di vê pirtûkê de jî çend çîrok û meselokên erotîkî hene ku hêjayê xwendinê ne.

Pirtûka berhevkar Cîhan Yildirim “Nîvê Şevê û Tirkî?!” pirtûkeke baş û xweş e. Divê xwendevanên kurd wê bixwînin û ji xwe re hinek bikenin. Pêkenokî, tiştên mîzahî, qurfe, henek ji  bo ruhiyeta însan pêwîst in, morale mirov baş dike.

lokmanpolat2000@yahoo.se

 

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 25 10 2026

Careke din taybetiyên lêkerên  ‘Bûn’ û ‘Kirin'ê

news
  • 22 10 2026

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news
  • 17 10 2026

Yekem Haxama jin di nava desthilata olî ya cîhanê de: Asênat Barzanî

news
  • 10 10 2026

Xumava Estetîkê ya Zemanekî

news
  • 10 10 2026

Yekem mamostaya jin ya Şarbajêr û sembola wêrekiya jinên kurd: Munîre Qeftan

news
  • 09 10 2026

Keçên niftik ên çenên wan pûsîbûn

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

"Apê Îrbom" diçe Dubaî

ad

Komeleya Nivîskaran êrîşa li dijî Yeqîn H şermezar kir

ad

Bila Newroz bibe betlaneya fermî

ad

Pelek ji dîroka pişaftinê

ad

Îngilîzan li ser zimanê biyanî daxwaza xwe anîn ziman

ad

Notos Oyku û Semîh Gumuş

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname