Diyarname
Lîstika şanoyê ya bi kurdî "Dîsko 5 NO'lu" bi ser ket û di nav 5 lîstikên salê de cihê xwe girt.
Li Tirkiyeyê malpena ntvmsnbc yek ji malperên girîng e. Malperê ku li ser 10 fîlmên herî serketî yên salê, album û pirtûkên salê yên herî serketî nûçe çêkir, li ser lîstikên şanoyê yên herî serketî jî lîsteyeke çêkir. Di lîsteyê de lîstika DestATheatre ya bi navê "Dîsko 5 NO'lu" ku li ser girtîgeha Amedê hatiye lîstin jî cih girt.
Juriya malperê 5 lîstikên serketî yên salê hilbijartinê, di rêza 5'an de cih daye du lîstikan ku yek ji wan jî "Dîso 5 NO'lu" ye.
Di nav juriya hilbijartina lîstikên şanoyê de rexnegirên şanoyê Ustun Akmen, Nihan Bora, Bahar Çuhadar, Gulum Dagli, Yaşam Kaya, Asu Maro, Betul Memiş, Ozlem Ozdemir û Ferhat Uludere hebûn.
Lîstikên Krek û DOT'ê rêzên pêşîn bi dest xistine. Di nav lîsteyê de Dîskoyê jî cih girtiye. Lîste, li ser lîstikên ku di navbera 01.01.2011 û 23.12.2011'an de hatine pêşkêşkirin hatiye çêkirin û tenê yek lîstikek bi kurdî kariye bikeve nava lîsteyê. Vaye lîsteya malperê:
1- Guzel Şeyler Bizim Tarafta - (Şanoya Krek)
2- Festen (Kutlama) - (Şanoya Dot)
3- Once Bir Boşluk Oldu Kalp Gidince Ama Şimdi İyi - (Şanoya Talimhane)
4- Şark Dişçisi - (Şanoya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê)
5- Yalnız Batı - (Şanoya Tiyatro YanEtki)
5- Disko 5 No’lu - (Şanoya DestAR-Theatre)
DestAR-Theatre ku ji aliyê Mîrza Metîn û Berfîn Zenderlioglu ve hatiye ava kirin heta niha çend lîstik pêşkêş kirine. Şanoya ku li Beyogluya Stenbolê di salona xwe ya bi navê Şermola Performans de xebatên xwe dike, lîstikên xwe jî li wê derê pêşkêşî şanohezan dike. Wezareta Çandê ya Tirkiyeyê her sal piştgiriya aborî dide hin şanoyên taybet; DestAR-Theatre jî yekemîn û tekane şanoye ku salên borî ji Wezareta Çandê ya Tirkiyeyê piştgiriya aborî girtibû. Ketina nav lîsteyê ya şanoyeke kurd li ser navê şanoya kurdî wekî serketineke tê nirxandin.
Wekî notek: Lîstika Dîsko 5 No'lu vê mehê her roja pêncşemê saet 20:30'yî de li Şermola Performansê tê lîstin.
***
Nûçeyên eleqedar ên li ser 2011'an:
- 2011: Di youtube de vîdyoyên herî zêde hatine temaşekirin
- 2011: Herî zêde ev doz bûn nûçe
- 2011: Li Tirkiyeyê 10 fîlmên herî zêde hatine temaşekirin
- 2011: Li Qoserê pirtûkên bi kurdî ên herî zêde hatine firotin


