AMED
Ji bo pirsgirêkên zimanê kurdî bên çareserkirin di bin pêşengiya KURDÎ-DER'ê de û di encama xebatên Enstîtuya Kurdî, Komeleya Nivîskarên Kurd û Komîsyona Ziman ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de li Amedê Konferansa Ziman hat lidar xistin. Ji her çar parçeyan, ji Kafkasya, Ewropa û Kanadayê ji ser 200 zimanzan û pisporên zimanan tevlî Konferansa ku li Navenda Çanda Cegerxwînê dest pê kir bûn. Konferans dê 3 rojan bidome. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk Ahmet Turk, Parlementerên BDP'ê Ozdal Uçer û Husamettîn Zenderlîoglu, Endamê Meclisa KCD'ê yê daîmî Osman Ozçelîk, Serokê KURDÎ-DER'ê Burhan Zorooglu jî di nav de gelek kes tevlî konferansê bûn. Ji zanîngeha Amsterdamê Prof. Dr. Michiel Leezenberg, ji Zanîngeha Sorbûnê ya Fransayê Dr. Îbrahim Seydo Aydogan, ji Herêma Federal ya Kurdistanê Hêmin Ebdulhemid, zimanzan Sami Tan û Seroke Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê Zana Farqînî jî di nav de gelek gelek zimanzan tevlî konferansê bûn.
'DIVÊ PIRSGIRÊKÊN ZIMAN BI SIYASETEKE HEVPAR BÊN BIDEST GIRTIN'
Konferans bi sirûda Ey Raqip'ê dest pê kir. Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk axaftina destpêkê kir û girîngiya konferansê anî ziman. Turk got; "Ji ber ku ji 4 parçeyên Kurdistanê tevlîbûn çêbûye ev konferans girîng e û dîrokî ye. Mirov nikare ziman, çand û nasnameyê ji hev cihê binirxîne. Divê bi siyaseteke hevpar li ser van pirsgirêkan hemûyan bê sekinîn.
'BILA ZIMANÊ KURDÎ BIBE ZIMANÊ FERMÎ'
Turk diyar kir ku zimanê kurdî bi salan rastî zilma dewletê hatiye û wiha axivî: "Heke tenê zimanê kurdî bibe zimanê fermî ev yek têrê nake. Divê Zimanê kurdî li her qadeke jiyanê bê axaftin. Tevî ku bibe zimanê perwerdehî, çand û nasnameyê di heman demê de divê bibe zimanê fermî. Nexwe zimanê kurdî bi demê re dê ji holê rabe."
Hevserokê KCD'ê Turk li hemberî gotinên cîgirê Serokwezîr Bulent Arinç ên wekî; "zimanê kurdî ne zimanê şaristaniyê ye" nerazîbûn nîşan da û wiha got: "Zimanê kurdî bi sedsalan di medreseyan de wekî zimanê perwerdehiyê hatiye xebitandin. Zimanê kurdî gelek wêjevanên wekî Baba Tahirî, Ehmedê Xanî, Feqiyê Teyran afirandin. Di dîroka nêz de jî Mehmet Uzun bi zimanê kurdî roman nivîsandin. Bi hewldana kesên navdar ên navborî jî wêjeya zimanê kurdî geş bûye."
'EM BINESAZIYA XWESERIYA DEMOKRATÎK AVA DIKIN'
Zimanzanê ji Îranê Mesûd Şemsizad jî diyar kir ku, konferansa pêk tê xwedî wateyeke dîrokî ye û wiha axivî: "Divê di nava kurdan de komcivînên bi vî rengî pêk bên."
Zimanzanê ji Sûriyê Îzeddîn Abdullah jî anî ziman ku, bi Bihara Ereban re kurdên li Sûriyê di çarçoveya xweseriya demokratîk de xwe birêxistin dikin û got; "Li gelek deverên Sûriyê dibistanên kurdî hatin vekirin. Kurdên li Sûriyê bi zimanê xwe perwerdehî dibînin."
Zimanzanê Herêma Federal ya Kurdistanê Kakamen Botanî axaftina xwe bi soranî kir û konferans dom dike.


