Diyarname
Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) biryar da ku beşa xwe ya tirkî bigire.
ANHA li Rojava kar û barê rojnamegerî dike. Di bin banê ANHA'yê de beşên kurdî, erebî, îngilîzî, rusî û tirkî hene. ANHA'yê biryar dan ku roja 30'yê vê mehê beşa tirkî betal bike.
ANHA di sala 2012'yan de li Rojava, li bajarê Hesekê hate avakirin û ji wê rojî ve xebata xwe didomîne.


