logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê
news-details

Festîvala Cazê 300 hunermendî dike mêvan

19’emîn Festîvala Cazê ya Stenbolê îsal di navbera 3-19’ê tîrmehê de bi bernameyeke têrtije li dar dikeve. Di festîvalê

  • Dîrok: 27/04/2012
  • Beş: Nûçeyên Çandî

Diyarname
19’emîn Festîvala Cazê ya Stenbolê îsal di navbera 3-19’ê tîrmehê de bi bernameyeke têrtije li dar dikeve. Di festîvalê de nêzî 300 hunermendî dê hunera xwe pêşkêş bikin.

Ji bo eşkerekirina bernameya Festîvala Cazê ya Stenbolê li Salt Galatayê bi beşdariya Serokê Lijneya Rêveberiyê ya ÎKSV’ê Bulent Eczacibaşi, Midûrê Giştî yê Garantiyê Ergun Ozen û Dîrektora Festîvalê Pelin Opçin merasimek hat li dar xistin û bername hat eşkerekirin.
Îsal de festîvalê de 50 konser hene û li dor 300 hunermendên ji Tirkiye û derveyî Tirkiyeyê dê hunera xwe pêşkêşî hunerhezan bikin. Îsal Şanogeha Cemil Topuzlu ya harbiyeyê, Muzeya Arkeolojî ya Stenbolê, Îstanbul Modern, Salon, The Marmara Esma Sultan jî di nav de 20 cih wekî cihên konseran hatine eşkerekirin. Di nav van cihan de bexçeya Muzeya Sakip Sabanci, Amfiya Peravê ya Santralîstanbulê ya Zanîngeha Bîlgiyê jî heye.
Serokê ÎKSV’ê Eczacibaşi diyar kir ku ji çar aliyên dinyayê hunermend di festîvalê de cih digirin û got: “Nûnerên pêşeng ê muzîka rojevîbûnê li Stenbolê dibin mêvan. Festival mîsyona ji vê wêdetirî li xwe bar dike; ji welatên cuda û kevneşopiyên cuda hunermend bi hilberînên xwe yên xweser dike mêvan; di heman demê de kedê ji bo pêşketina cazkarên ciwan xerc dike.”

Ozen jî got ku ew wekî “Caz yeşili” (Keskahiya Cazê) dikin ku li Tirkiyeyê ji muzîka cazê bê hezkirin û ev muzîk berfireh bibe. Ji bo vê yekê ev 15 sal in piştgiray Festîvala Cazê dikin. Ozen wisa got: “Di nav cazê de cih ji bo ciwanan, ji bos taran heye. Em ji bo van cih vedikin. Em fikra cazê ya belavkirina li nav gel belav dikin.”

Dîrektora Festîvalê Pelin Opçin jî li ser bernameyê sekinî û qala hunermend û komên ku dê hunera xwe pêşkêş bikin kir. Her wiha Opçin diyar kir ku hin derên ku cihên ji bo konserê nayên bikaranîn jî wan ji bo konserdayînê xistine rewşeke bikarhêner.


Şahiya Tunelê

Di nav festîvalê de bi navê "Şahiya Tunelê" şahiyeke li dar dikeve ku îsal sala sisêyan e. Ev şahî ku bi serê xwe wekî festîvalê ye li aliyê Tunela (Tunel-Galata-Şişhane) Beyogluyê li cihek cihan konserên bi pere û bê pere têne li dar xistin. Ev şahî 7'ê tîrmehê saet 18.00'an de dê li dar bikeve, pêre jî li van deran dê konser, xebatên atolyeyê, peşangehên taybet û îkramên taybet li dar bikevin. Di nav hunermendên ku dê li Şahiya Tunelê derkevin ser dikê de Phronesis, Jo Stance, Julide Ozçelik, Gevende, Daniel Zamir û Eric Vloeimans hene. Dîsa New Cool Collective, Lefties Soul Connection, Jungle By Night, Ntjam Rosie jî ji bo 400'emîn pîrozbahiya têkiliyên dîplomatîk ên di navbera Tirkiye û Hollandayê de dê hunera xwe pêşkêş bikin.


The Istanbul Project

Yek ji çalakiya taybet jî "The Istanbul Project" e ku ji bo 40'emîn salvegera ÎKSV'ê tê li dar xistin.
Ev proje bi muzîkarê li dinyayê navdar Marcus Miller bi taybetî daye çêkirin.
Muller dê promiyera strana xwe “The Istanbul Project” yekem car 5'ê tînmehê li Harbiyeyê pêşkêş bike û di vê projeyê de ji Tirkiyeyê dê hunermend cih bigirin. Muller vê rêzeya xebata xwe di salên bê de jî dê bidomîne. Yek ji klarnetjenê navdar ê Tirkiyeyê Husnu Şenlendirici û yek ji hostayên amûrên lêdanê Burhan Ocal, dîsa rîtîmkarê navdar Okay Temiz, trompetjenê navdar İmed Demirer û vîrtuozê gîtarê Bilal Karaman dê di projeyê de tevî Muller kar bikin.
Ciwanên ku Muller ji ber jîrekiya wan bi taybetî piştgirî dide wan Loui Cato (bi daholê) û Aleks Han (bi saksagonê) dê di nav projeyê de bin.

Orkestraya Flarmoya Stenbolê

Antony Hegarty jî bi projeyeke taybet dibe mêvanê Stenbolê. Antony and the Johnsons ku di sala 2007'an de jî li Stenbolê konsereke pêşkêş kiribûn vê carê tevî Orkestraya Flarmonî ya Stenbolê ku ji 39 kesan pêk tê derdikeve Harbiyeyê. (9 tîrmeh, saet 21.00)
Antony and the Johnsons ku yekem car di sala 1998'an re nav da, di sala 2005'an de bi albuma "A am a bird now" xelata Mercurş girt.

"Hevdîtina digel hosteyan"

Hunermend Dhafer Yousse bi projeya "Dance of the inivisible dervishes" beşdarî di festîvalê de dike. Ew digel hunermendên xwe ji Tirkiyeyê Husnu Şenlendirici (bi klarnetê) û Aytaç Dogan (bi kanûnê) jî tevî komê dike û proieyeke taybet di bin navê "Hevdîtina digel hosteyan" de pêşkêş dike.

Konserên "Caza Ciwan"

Di çarçoveya festîvalê de ev 9 sal in muzîkarên ciwanên ên cazkar û komên cazê ên ji ciwanan qêk tê di çarçoveya rêzeya "Caza Ciwan" de derdikevin pêşberî cazhezan. Ji bo ciwanên di vê çarçoveyê de konserê bidin pêşî di 27'ê gulanê de di Konserên Nirxandina Ciwanan de hunera xwe pêşkêş dikin û yên bi ser bikevin li Şahiya Tunelê konseran didin. Di nav lijneya hilbijêr a vê beşê de Hulya Tunçag, Kerem Gorsev, Onder Focan, Pelin Opcin, Sevin Okyay, Elif Çaglar û Ferit Odman hene.

Di 9 salan de bi ser 100'î re cazkarên ciwan serî li vê pêşbaziyê dan û bi ser 30'î re kes û kom bi ser ketin; derfet dîtin ku di festîvalê de cih bigiri.

Xelata Serketina di Hemû Jiyanê de

Festîvala Cazê ya Stenbolê her sal Xelata Serketina di Hemû Jiyanê de jî dide. Îsal ji ber teknîka wî ya gîtarê û bi hostetiya xwe vê xelatê didin Neşet Ruacan. Ruacan yek ji muzîkarên hurmetgir ê Tirkiyeyê ye û ji bo pêşketina cazê jî gelek ked daye.
Neşet Ruacan di sala 1948'an de li Stenbolê hatiye dinê, di 10 saliya xwe de bi klasîk gîtar dest bi muzîkê kiriye. Paşê wî eleqeya xwe ay ji bo caz gîtarê kifş kiriye û ji bo dersên teoriya cazê bigire çûye Îngilistan û Amerîkayê. Ruancan ku di dibistanên navdar Leeds College of Music, Berklee College of Music û Brooklyn School of Music de ders girtiye, bi gelek hunermendên navdar ketiye studyoyê û ji bo wan gîtarîstî kiriye.
Hunermend Ruancan di sala 1985'an de beşdarî orkestraya Cazê ya Radyoya Stenbolê ya TRT'ê bû, ji sala 1996'an ve wî şeftiya vê orkestrayê kir û îsal ji wê derê malnişîn bû.
Neşet Ruancan di 3'yê tîrmehê êvara destpêkirina festîvalê de li The Marmara Esma Sultanê wê xelata xwe bigire.

Bilêtên festîvalê

Îsal roja 28'ê vê avrêlê dest bi firotina bilêtên festîvalê têne kirin. Yên bixwazin ji Biletîks, malpeta biletîks û ji navenda ÎKSV'ê (Nejat Eczacibaşi Binasi, Sadi Konuralp Cad. No: 5 Şişhane, Beyoglu, Stenbol) dikarin bilêtan bikirin. Îsal buhaya bilêtan di navbera 20 TL û 350 TL'yî de diguher.


 

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nûçeyên Çandî - Nivîsên Dawî
news
  • 26 10 2026

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

news
  • 23 10 2026

Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn

news
  • 21 10 2026

Festîvala Şanoyê deriyên xwe vedike

news
  • 21 10 2026

Fûara Pirtûkan a Hewlêrê vebû

news
  • 20 10 2026

Fîlmên Pêşbaziya Neteweyî ya Bogazîçî eşkere bûn

news
  • 18 10 2026

Fîlmên 'Pêşbaziya Neteweyî' yên Festîvala Enqereyê diyar bûn (Ene xebere bi zazakî û kurmancî ya)

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Tezkerey Iraq û Sûriye Meclise de hame qebûlkerdişî

ad

Pirtûka Lîvanelî dizîn û wekî ê xwe çap kirin!

ad

Faik Bulut diçe Îngilistanê

ad

Ji îro çend nûçeyên derketin pêş

ad

Nivîskar û coxrafyanas Abdurrahman Onen mir

ad

Gelo Messi ji Barselonayê vediqete?

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname