logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Li Mêrdînê Rojên Pirtûkan dest pê dikin
  2. Alinak ji ber pirtûka 'Mehmet Tunç û Bêkes' hat girtin
  3. Ji bo lêkolîner û nivîskar Mehmet Bayrak çalakiya "Rêzgirtinê" tê lidarxistin
  4. Ji 1930 heta niha yên kûpa birine mala xwe
  5. Pirtûkên kurdî di 'Rojên Pirtûkan' de li benda we ne
news-details

‘Perde’ romaneke bajarî ye

Perde, çemeke û dilop bi dilop ji lêvên Gultenê diniqute. Her dilop têra xwe bi bûyeran dagirtiye.

  • Dîrok: 12/05/2012
  • Beş: Serbest

Dilşêr Bêwar

Perde; sêyemîn romana Cîhan Roj e û yekem romana ji weşanên NA’yê derçûye. Roj, dîsa  bi zimanê xwe yê sade li belekiyan dibişire. Pişta xwe daye helbestê û qiblegeh însan e. “Gîtara bê têl” û “Meşa moriyan”, di bin siya “Perde”yê de mane.
Perde, bi teknîka xwe nûye nûcan e. Vebêjê pirtûkê qereqtera bi navê Gulten e. Gulten, endama malbateke bûrjûwaya kurd e. Keça têkoşerekî di bin zilma dewletê û sersarî û dilhişkiya hevalên xwe de eciqiye.
Roj, di kesayetiya Gultenê de, ‘Perde’ya qîzaniyê çirandiye; jin û mêr aniye heman astê. Perde, çemeke û dilop bi dilop ji lêvên Gultenê diniqute. Her dilop têra xwe bi bûyeran dagirtiye. Roj, civak, rêxistin û kesan, bi vegotina jiyana qereqterên xwe re dide ber rexneyan. Em ne xerîbên bûyer û qewmînan in; kêm zêde haya her kesî jê heye… Bi nivîsandina vê berhemê re em dikarin bibêjin, me kurdan wekî takekes, civak, xelk, gel, an ji milet, gelek rê li dû xwe hiştiye; êdî dem hatiye em kumê xwe bidin pêşiya xwe hûr û kûr li ser rewşa xwe a heyî biponijin û bigengeşin. Bê guman tu berhemeke bêbîrdozî û bêalî nîn e. Roj, pala xwe daye vê gotina Vartoyî; ‘dema merû dibêje însan ava çem û kaniyan disekine’ û dest bi hûnandina berhema xwe kiriye. Kurtêlxwariya şer, bi pêkenokekê li ber çavan radixe, bê ku bikeve dû analîzên dûv û dirêj. Ev berhem, ji bo roj jî bawer im ceribandinek e; ji qelema mêrekî, (bi devê jinekê) vegotina rihî a jinekê. Gelo di vê vegotina rihî a jinê de, nivîskar çi qas serketiye? Divê bersiva vê pirsê ne mêr lê jin bidin.
Piştî ku pirtûk xwînêr digre nava pêlên xwe, wekî ku merû li hêwaneke şanoyê be, misêwa perde vebin û bên girtin, vebin û bên girtin vebin û…
Ji çend perdeyan carekê Woolf derdikeve ser dikê, dîmenên derbasbûyî bi çend hevokên tîr vedibêje û vedikişe şûna xwe. Gelo Woolf dernekeve ser dikê wê berhem tiştekî ji xwe kêm bike? Ez ne bawerim. Bawerim nivîskêr, Woolf ji ber du sedeman tevî berhema xwe kiriye:
1: Nivîskar, xweziya xwe bi Woolf tîne, lê taqet bi qereqter re nîn e, nikare bibe Woolf.
2: Ji xwînêr re dibêje, ger şert û mercên heyî nebûyan, min an jî me bikaribûya bi wî terhî binivîsanda; welew, çima qereqterên me nikaribin bibin Woolf.
Di dawiya ‘Perde’yê de, nivîskar bi suprîzekê derdikeve pêşberî xwînêrên xwe; du leheng, welew qereqterên bi navê doxtor Şadî (karakterê Gitara bêtêl) û Mîralî (Karakterê Meşa moriyan) tevlî romanê dike. Di qezayeke trafikê de doktor Şadî dikuje û Mîralî jî dike nexweşekî di terqîna mirinê de. Ez  bawerim nivîskar, ji bo ku doxtor dev ji pîşeya xwe berdaye û çav berdaye siyasetê, wî dikuje.
Nivîskar, di beşa pîneya Perde’yê de, behsa serboriya xwe a dema nivîsandina pirtûkê dike û êş û zehmetiyên ku nivîskar dikişînin tîne zimên; ev jî nûbûneke ji bo qada romana kurd.
Ji bo nivîs dirêj nebe, çend hêlên romanê di bin serenavan de bi bîr dixim û dawî li nivîsa xwe tînim.
Baqî: Lehengê di bin siya bîrdoziya xwe de pelixî.
Sazbend: Sazbendê ku nebûye hunermend.
Maqûl: Qurbanê xwedayên sererd û binerd.
Dengbêj: Hewara jibîrbûyiyan, derdê bêderman (sersariya kurdan û bextreşiya hunermendan).
Lezbiyen: Binhişê lezbiyentiyê
Lixwexweşhanîna jinê: Binhiş û masturbasyon.
Pismamê Gultenê: Civaknasê nêr.
Serkeftina nivîskêr a herî mezin ew e ku xwedî zimanekî sade û nerm e. Mijarên herî nazik digire dest; gotina xwe texsîr nake. Ji analîzan bêhtir, bibîrdixe û derbas dibe. Erka xwe ya rewşenbîriyê tîne cih. Wekî pêşiyan gotiye: Gotin adet e, lê jênexwarin serbest e.

Ji hestên ku xwendina Perde’yê li şûna şopa xwe hiştiye:

Ey welatê başvala
Em ê bixwînin derya xwînê
Ta ku
Zanîn di nezaniyê de
Wîjdan di bêwijdaniyê de
Pîrozahî di bin simê xerabiyê de pelixî
Û
Em di paxila mirina xwe de ji nû ve vejiyan

Nîşe: Kêm be jî, bêhna hin hevokan ji “Gitara bê têl” bi ser meriv dikeve. Li hin ciyan tîp ji ber çavên redaktor reviyane. Li gor min di çend cihan de, di tewandina navan de kêmasî heye. Wekî din pirtûk ji hêla edîtoriyê ve serkeftiye.

dilser_bewar@hotmail.com
 

***

Nivîsên Dilşêr Bêwar ên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:

- Çîrokek gewr e ‘Xadim’
- ‘Mistek Jiyan’
- Li peravên torê torên evînê

 

Parve Bike

Youtube Me

Bêrê ma eyro şin ZENGE

news

DOSYA: 53 helbestên li ser şer

news

Kurdên Anatoliya Navîn

news

2 rojan de kurdan 4 komeleyên kurdî vekirin; li Amerîkayê çend komele hene?

news

Mem Ararat, Arda Guler, Kom Muzîk, hiqûq û tiştên din...

news

Ji "BIKENIN, Dinya pûç û va ye" hin pêkenok

news

Helîm Yûsiv: Ji bo Ehmedê Huseynî

news

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news

Çend kedkarên kurdî ku ji 30 salan zêdetir e kedê didin kurdî

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 02 06 2026

QEREÇÎ; Aşiq-Roman-Çingene

news
  • 01 06 2026

Muzîk, Hişê Çêkirî û Kurdî: Li ser van mijaran çend gale gal

news
  • 30 05 2026

Çûyîna Bavo ya Hecê!

news
  • 25 05 2026

Di 'Dirindeyên Hesinî' de helbest, hêma, sembol û tiştên din

news
  • 24 05 2026

The Mist (Mija Kujer), rastî û windabûna hişmendiyê (Bi nêrîneke derûnkolînerî li ser rewşa kurdan)

news
  • 21 05 2026

Kurdan di 2 rojan de 4, di 6 mehan de nêzî 10 komeleyên kurdî vekirin

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Va ye encamnameya Konferansa Kurdî

ad

TGS: Li Pirsûsê mafê girtina nûçeyan tê astengkirin

ad

300 hezar pirtûk têne firotin

ad

Osmanli jî têk çû!

ad

Tirkiye bû yekemîn!

ad

Facebookê kurdî jî li zimanê xwe zêde kir

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Li Mêrdînê Rojên Pirtûkan dest pê dikin

  • 04 06 2026
news

Alinak ji ber pirtûka 'Mehmet Tunç û Bêkes' hat girtin

  • 04 06 2026
news

Ji bo lêkolîner û nivîskar Mehmet Bayrak çalakiya "Rêzgirtinê" tê lidarxistin

  • 04 06 2026
news

Ji 1930 heta niha yên kûpa birine mala xwe

  • 04 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname