logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Samsunspor - Amedspor: Maç xilas Amedspor bi 2-1 bi ser ket
  2. 153 nivîskar: Sally Rooney ne terorîst e
  3. Eno tablo bi 50 mîlyon Euro hame rotişî (Xebere bi zazakî-kurmancî ya)
  4. Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn
  5. 5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn
news-details

Romana Sîya Dema Borî di tayên pêkêşkê de

Sîya Dema Borî navê romanekê ye, ku bi qelema hêja Fêrgîn Melîk Aykoç î hatîye nivîsînê. Ev romana ji 223 rûpelan pêk tê

  • Dîrok: 24/05/2012
  • Beş: Serbest

Perwîzê Cîhanî

Sîya Dema Borî navê romanekê ye, ku bi qelema hêja Fêrgîn Melîk Aykoç î hatîye nivîsînê. Ev romana ji 223 rûpelan pêk tê ku bi zêde ji şeşhezar peyvan hatîye dagirtinê. Roman ji layê weşanên Do va hatîye weşandinê, lê sala weşana wê dîyar nîne.

Roman bi 14 pişkan hatîye parvekirinê, ku tê da navê zêde ji 19 qehremanan (lehengan) derbas dibe. Lê mirov dikare bêje, ku qehremanên wê yên serekî ev in:
1. Berjîn 2.Bavê Berjînê Sertac ku nivîskar bixwe ye. 3. Hêlîn (Gulay) 4. Ferna (Dîlan) 5. Nivîskar Herînas (M. Uzun) 6. Nivîskar Ronas (Firat Cewerî)

Naverok:

Li nav van hemû qehremanan da, neqşa serekî Berjîn û nivîskar bixwe bi navê Sertac dileyzin. Roman di dîskoyekê da dest pê dibe. Berjîn li dîskoyê da bi du keçên razdar (Hêlîn û Dîlan) ra nasiyar dibe û pê dihese ku her du keçik jî kurd in, lê xwe ji kurdînîyê nakin xudan û navên her dukan jî weke navên qehremanên wan romanan e, yên ku ewê xwendine. Romanên ku nivîskaran di wan da ew her du keçên kurd weke xwefroş û dujminhezan dane nasandinê. Lê li dawîyê da derdikeve holê, ku ew her du keçik pak in, tenê nivîskaran wate M. Uzun û Firat Cewerî ji bo dilxoşîya turkan ew karekter dane wan keçikan. Li dû ra Berjîn wan keçikana bi day û bavê xwe dide nasînê û paşê razên wan herdûyan ser vedike. Berjîn ku keçeke Xwandekar e, ne bi arîkarîya zanista rewannasîyê û ramîyarîyê, lê zortir bi dîtina xewnan gelek razên wan keçikana û koregirêyên çîrokê vediçirrîne. Roman bi xewnên Berjînê û şiroveyên nivîskarî didome û di pişka danasînê da ku pişka berî dawîyê ye û peywendîya wê bi mijara binêşeyî ra pirr lawaz e, û pirtika dawîyê ku ew jî wekî duruşmeke bêwate tê ber çavan bi dawî tê.

Celebê romanê:

Ev romana li binêşa xwe da rexneyek e ji wan nivîskarên kurd yên ku ji bo turkan dinivîsin û xencerê parava li navmilê gelê xwe didin. Lê nivîskar di romanê da ne navê wan her du nivîskarên ku mebesta wî ye, diîne û ne jî navê romanên wan yên rastîn. Kesên ku romanên M. Uzun û Firat Cewerî nexwendibin, nizanin ku hêja Aykoçî ev roman li ser çi nivîsîye. Eva kêmasîyek mezin e, ji wê romanê ra. Ev romana rewşa rexne û rexnegirîyê li civaka me da baş nîşan dide. Hêja Aykoçî li cîhê ku wan her du romanana eşkere rexne bike û bîr û boçûnên xwe li ser kesayetîya wan nivîskaran bîne ser kaxezê, dest avîtîye ev romana nivîsîye. Xwezî li cîhê vê romanê da, nivîskarî bi şêweyeke vekirî û azad û bêlayen karên wan her du nivîskarana rexne bikira. Di gel wê hindê hêja Aykoçî karîye bi başî karên wan nivîskaran rexne bike û perdê ji ser kirîyarên wan hilîne, lê xwezî navê romanên wan yên rasitîn binivîsiya, ku her xanindeyî/ê bizanîya ka rexna wî li kê û li çî ye.
Mirov dikare bêje ku romana Sîya dema borî romana rexne û rewannasîyê ye. Nivîskar bi hostatîyek tam ne tenê ruh û rewanê qehremanê romanê vediçirrîne û kuncikên tarîye jîyana wan dide ber ronahîya rewannasîyê, belkû nivîskarên wan her du romanên gorînê jî bi gel dide nasînê û perdê ji ser karên wan vedikşîne û rûçkên wan nîşanî gel dide.
Axiftin:
Monolog û dialogên romanê pirr xurt û baş in. Nivîskar bi rêka monologan rewanê qehremanên çîrokê daye ber xodîkê û nîşan daye. Lê muxabin li rewşa wan da gelekî mubalixe kirîye. Mubalixên wisan ku cîhê bawerkirinê nînin. Bo nimûne xurexura Sertacî wekî bûmelerzeyekê tê nîşandanê. Yan jî di xewvaçûnên qehremanan da û rewşa efserê turk ku dujînan dide xwe, mubalixeyên naşîyane zeq in.

Şirove û ragehandin
Di şiroveyan da nivîskar serketî nîne. Ew nikare wisan ku pêdivê dîmen û bûyer û qewimînan şirove bike.
Di gelek cîyan da nivîskar bixwe dadikeve meydanê û hefsarê hespa romanê ji destê qehremanan distîne û bixwe dibe qehremanê romanê. Lewra gelek gotinên wî wekî duruşman lê tên û ji erzişa romanê kêm dikin.
Di gel wê hindê ku raçandinên romanê da kêmasî kêm in, lê gelek şaşîyên zeq di romanê da li ber çavan dikevin. Bo nimûne çend qewimînên romanê çendcarkî bûne. Bûyerên wekî: li hevduketina erebeyan, ji xwevaçûna qehremanan, dîtina Cangorîyê di nav gulistanê da – ku nivîskar jê ra zevîyê kulîlkan dibêje- çend caran wekî hev qewimîne.
Qehremanperwerî :

Qehremanên romanê pirr sade û sawîlke ne. Her du keçên ku bi salan di qada sîxurî, seyaset û şerrî da xebitîne, li cîhê ku di wê kûreyê da pijîyayî bin, zor sade ne û he bi yek pirsê dergehê dilên xwe ji bo Berjînê û bavê wê vedikin. Rastîhevhatina nivîskarê ku bi tûncika xwe ra dilîze û Fernayê zor naşîyane hatîye dariştinê. Ya dî jî dîyar nîne, ka eger Hêlîn bêsûc e, çima ew şerm dike? Li cîhê ku Hêlîn salixê xwe ji Berjînê ra dide, ka cerdevan û efserê turk çawa ew birine şargeya gerîlayan, zor naşîyane û lawaz hatîye dariştin û tewinandinê. Mirov dikare bêje ku nivîskarî nikarîye ewê îlave û bohtana ku li Hêlînê hatîye kirinê paqij bike û ewê bêguneh nîşan bide. Nivîskar li cîhê ku têbikoşe Hêlînê di kuştina Gernasî da bêsûc nîşan bide, ji zar wê weha dibêje: “ewî ez ji mirinê rizgar kirim, min ew da kuştin”
Li pişka berî dawîyê, li şeva danasînê da nişkava em rastî fîgorekî nenas bi navê Çeko tên ku çi rola wî di romanê da tuneye û tenê hejî Berjînê dike û hew. Lê ev hinda dikare ji romanê ra bibe kêmasî, çunku Berjîn qehremana serekîya romanê ye û nivîskarî dikarî Çeko li seretaya romanê da derxista qada çîrokê û mijara romana xwe romantîktir bikira. Mijara Leyla Qasim jî di gel romanê bêpeywend e.

Zimanê romanê
Ev romana ku ji 6300 peyvên giştî û nêzîkî 1500 peyvên ferengî pêk tê, gorekî rûpelan li bara xezîneya peyvan da zengîn e. Lê muxabin hebûna hele û çewtîyên zeq yên rêzimanî û zimanî ew jî bi radeyek zor di vê romanê da sîyê davêje ser senga wê zengînîyê.
Pişka zore hele û çewtîyên vê romanê yên rêzimanî pirsgirêkên tewank û ergatîva kurdî û hevoksazîya kurmancî ye.
Ez dikarim bi raşikawî bêjim, ku berhemên hîç nivîskarekî/e kurmanc li bakûrê ji van heleyana bêbeş nîne. Muxabin nivîskarên me di asta fêrbûna rêzimanê xwe da pirr lawaz in. Pirsgirêkeke dî jî di nav nivîskarên me da heye, ew jî ew e, ku hîç nivîskarekî/e me ji xwe nagirin, berhemên xwe pêş weşandinê da bidin dest lêktoran û lêktorîyê bi hîvîya weşangeran va dihêlin, ku muxabin ew jî ne karê weşangeran e.


Bi giştî kêmasîyên toreyî yên vê romanê:

Ji biî kêmasîyên rêzimanî nivîskar gelek şaşîyên zimanî yên dî jî kirine, ji wana çêkirina peyvên bêwate. Durust e, ku erkeke nivîskaran afirandina peyvan e, lê afirandina peyvan jî bixwe rê û rêbazên xwe hene. Nivîskar di vê romanê da çendîn peyv çêkirine, lê pişka zore wan bêwatene. Pişka zore wan peyvên ku nivîskarî çêkirne, celebên wan yên resen di kurdî da hene. Bo nimûne nivîskarî ji aşxanê ra navê kelîngehê danîye. Lê di kurdî da navên aşxane, kulîn, tenûr… hene, êdî pênavê ku li ser van peyvana ra mirov biçe kelîngehê çê ke. Yan ji pêşxana dikanê ra bêje bardang, ji zenga derî ra bêje: zirrezîl, ji sîyê ra bêje gerdengaz û çendîn peyvên dî . Nivîskar bi xwe jî bi vê kêmasîya xwe agadar bûye, dema ku ji zar Zerê dibêje: Te dîsan gotinek li ber xwe da derxist.

Nivîskarî bi paşgira “wer” çendîn hevbendên nû çêkirine, ku di cîhê xwe da nînin û hemberanîyên wan di kurdîya resen da hene. Hevbendên wekî: kêşwer, dilkêşwer, quvdwer, şadwer, gûmanwer, coşwer, razwer, tirsewer, azwer, naswer, pîrozwer, werzijwer, giyanewer, bawerwer ( di kurdî da ne tenê paşgira “wer” belkû paşgirên; kar, ker, ger, dar, mend, der, er… hene ku dikarin baştir cîhê “wer” ê bigirin.

Nivîskar tu dibêjî qet haya wî ji Konjunksiona kurdî nîne. Nimûne:

Ez ê êdî tew nebim tozeke ji ser belgên jiyanê dişemite nav heriya nûjeniya Ewropa!
(Ez ê êdî tew/hew bibim tozekê ku ji ser belgên jîyanê dişimite nav herîya nûjenîya Ewropayê! )
Nivîskar kombinasionan (hevbendan) geh pêkve û geh jî cuda dinivîse, ku hejmara wan pirr pirr in û hewceyî nimûneyan nîne.

Çend nimûneyên biçûk yên dî ji hele û şaşîyên rêzimanî û zimanî di romanê da, ku durustîya wan li nav cotkewanan da hatîye:

Berjînê 1. Hinek 2. li gel diya xwe rûnişt û xwest li wê rêzefîlma 3 diya wê maşiqê 4 bûbû, binêre. Li pey kêliyek 5 jê aciz bû, lema ji wir rabû û çû.

(Berjîn hinekê li gel diya xwe rûnişt û xwest li wê rêzefîlma ku diya wê bibû evîndara wê, binêre. Lê li pey kêlîyekê jê aciz bû. Lema ji wir rabû û çû.)

Têbînî: 1. Navdêr bi kirdarên (lêkerên) negerguhêz ra natewin: Berjîn rûnişt. 2. Hinek û hinekê ji hev cuda ne. Yek adverb(rewşekar) û ya dî adjektiv (rewşenav) e. 3. Li nîveka du hevokên hevdutêrker da hevbest (konjunksion) tê danînê. 4. Dayîk navdêreke mêza ye; Li pileya yekem da maşiqê na maşiqa, li pileya duwem da maşiqê bûbû na, dayîk bibû evîndara fîlmên turkî. 5. Li dû daçekan ra navdêr û rewşekar ditewin. Li pey kêlîyekê jê aciz bû.

Ma niviskarên tirkan keçên xwe dibin, dikin hembêza şervaneke kurd?

(…şervanekî kurd)

Lê gava Berjînê ber bi wan çû…( Berjîn…çû)

Odeyekê ji bo xwe kirê kir. (odeyek ji bo ….)

Yên ku min kirine cinawir. (yên ku ez kirime cinawir)

Texîyê em danî… (taksîyê/texsîyê em danîn)
Dibe ku wan ew roman
xwendîbin û te bixapandibin!“
(Dibe ku wan ew romana xwendibin û tu xapandibin.)

Berjîn rabû hemû zerf û kîsikên wêne tê de hene, anîn, danîn ser maseyê. Wan yek bi yek rakirin, lê mêzekirin.

(Berjîn rabû, hemû zerf û kîsikên ku wêne tê de hebûn, anîn, danîn ser maseyê. Ew yek bi yek rakirin, lê mêze kirin.)

- Bavo tu dikanî vê ji bo min bide mezinkirin?

(Bavo tu dikanî/dikarî vê ji bo min bidî mezinkirinê?)

Ji bilî van kêmasîyana nivîskar hê jî nikarîye xwe li jêr bandor û kartêkirina zimanê turkî rizgar bike. Mirov li romana wî da rastî bi dehan peyvên bi rengê turkî tê: avzûn, parq, hesap, edep, sirdaş, nusha, gamza…

Ji bilî turkî gelek peyvên bîhanî yên dî jî di vê romanê da hene, ku ne di cî da nin û kurdîyên wan yên resen hene. Herwisan gelek ji wan peyvan hem şaş hatine nivîsînê û hem jî bi şaşî hatine bi kar birinê. Bo nimûne: Pîkola nîvtazî ji Berjînê û hevalên wê ra bi almanî weha dibêje: - Ja, bitte schön meine Herschaften! (Fermo, mîrxatûnên min) û gelek peyvên dî yên almanî û zimanên Awropayî yên din ev cure derbana xwerine.

Encam:

Eger ev romana di pêş weşandinê da biketa destê Lêktorekî/e kurdîzan û romannas û hem tewn û dariştin û hem jî zimanê wê bihata serrastkirinê, dê biba romaneke serketî. Lê muxabin di vê rewşê da tayê pêkêşkê li ser layê lawaz da xar û mêl e.

***

Têbiniya Diyarnameyê: Me bi tu awayî dest nedaye zimanê nivîskar.

***

Nivîsên din ên Perwîzê Cîhanî yên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:

- Alfabêya kurdî ya hevpişk

- Em peyvên ku di ferhengên kurdî de nîn in diweşînin

 


Parve Bike

Youtube Me

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 25 10 2026

Careke din taybetiyên lêkerên  ‘Bûn’ û ‘Kirin'ê

news
  • 22 10 2026

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news
  • 17 10 2026

Yekem Haxama jin di nava desthilata olî ya cîhanê de: Asênat Barzanî

news
  • 10 10 2026

Xumava Estetîkê ya Zemanekî

news
  • 10 10 2026

Yekem mamostaya jin ya Şarbajêr û sembola wêrekiya jinên kurd: Munîre Qeftan

news
  • 09 10 2026

Keçên niftik ên çenên wan pûsîbûn

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Li dinyayê lîstikvanên herî zêde pere kar dikin

ad

Egîtîm-Sen di Roja Ziman de li dibistanan dersa zimanê kurdî dide

ad

'Meseleya Helebçeyê neyê rojevê emê civînan boykot bikin'

ad

Vaye encamnameya Civata Giştî ya KNK'ê

ad

Kayhan Kelhor konsera xwe ya Stenbolê betal kir

ad

'Ma Rayberê Ziwanê Kurdkî Celadet Alî Bedirxanî bi hurmet yad kenê'

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Samsunspor - Amedspor: Maç xilas Amedspor bi 2-1 bi ser ket

  • 24 10 2026
news

153 nivîskar: Sally Rooney ne terorîst e

  • 24 10 2026
news

Eno tablo bi 50 mîlyon Euro hame rotişî (Xebere bi zazakî-kurmancî ya)

  • 24 10 2026
news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

  • 24 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname