logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çend gotin li ser 'Li Gelîyê Goyanê Roman Li Diyarbekirê Şiîr'
  2. Dilop li ser 'Ji Rojava heta 'Pêvajo'yê Çepgir çi dibêjin?' sekiniye
  3. Mem Araratî li hemberî neheqiyê serî hilda 
  4. Li Amedê dem dema şanoyê ye
news-details

Vaye encamnameya Civata Giştî ya KNK'ê

KNK encamnameya 15'emîn Kombûna Civata Giştî eşkere kir. Vaye ew encamname

  • Dîrok: 29/09/2015
  • Beş: Nûçe

BRUSKEL

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), encamnameya 15'emîn Kombûna Civata xwe ya Giştî bi daxuyaniyeke eşkere kir.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku kombûna 15'emîn a Civata Giştî, di rojên 25, 26 û 27'ê rezberê de, li paytexta Belçîka Brukselê, bi beşdariya zêdetirî 200 endam, ji 100’an zêdetir mêvanên bijarte û nûnerên partiyên siyasî û civakî, sazî, dezgeh û gelek kesayetiyan ji her çar parçeyên Kurdistanê û diyaspora pêk hatiye.

Di encamnameyê de hat ragihandin, ku di rojeva civînê de, rewşa siyasî û pêşhatiyên dawî yên li Kurdistan, Rojhalata Navîn û Cîhanê, bi berfirehî hatin gotûbêjkirin û hat destnîşankirin, ku mesajên partiyên siyasî, rexistinên sivîl ên Kurdistanê û diyasporayê hatin pêşkêşkirin. 

Di dewama encamnameyê de hat diyarkirin ku di peyaman de xurtkirna rol û misyona KNK ê û xebat û tekoşîna Neteweyî û Nîştîmanî û parastina destketiyên gelê kurd û Kurdistanê derketine pêş. 

Hat ragihandin ku di tevahiya axaftin, gotûbêj û peyaman de xwedîderketina li sîstema xweseriya demokratîk ya Rojavayê Kurdistanê, parastina destketiyên Herêma Başûrê Kurdistanê û ji bo azadkirina Şengal û heremên din ên ku ketine bin dagirkeriya dijminan de, geryan li pey vedîtina çareseriyên nakokiyên di nav hêzên Kurdistanî li ser binemayekê neteweyî û demokratî, her wiha ew qeyrana di navbera hikûmeta herêma Kurdistanê û Bexdayê bi yekîtî û yekrêzî ya hêzên siyasî bê çareser kirin. 

Hat gotin, ku ji bo ew prosesa çareseriya demokratîk li bakur, jinûve bê destpêkirin, serketin û destketiyên doza Kurd û Kurdistanê bi serbestbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Abdulah Ocalan ve girêdayî ye û hat destnîşankirin ku li gel van tevan, ew siyaseta taybet a Komara Îslamiya Îranê ya li dijî gelê kurd û gelên Îranê, li dardekirin a keç û xortên kurd û binpêkirina hemû cure mafên mirovan û xurtkirina bizava rizgarîxwaza Kurdistanê di rêya yekitî û  yekrêzî û hemahengiyê di navbera hêzên siyasiyên Kurdistanê bi cih tê.

Di encamnameya Civata Giştî de hat diyarkirin ku pirsa azadiya jinê û pirsgirêkên civakî yên li Kurdistanê jî, bi giringîdanek mezin di nav gotûbêjan de bi giştî cih girtin û hat ragihandin ku civîn bi berfirehiya rojeva xwe ve, bi awayekî demokratîk hate meşandin û gihişte armancên xwe. Hat destnîşankirin ku Peymana KNK ê jî, ji sedema pêvajoyên nu û guncandina wê bi pêşhatên dawî re  hîn guherîn çêbûn. 


PÊŞNIYAR, DAXWAZ Û BIRYARÊN HATIN GIRTIN

Di encama guftûgo û gengeşiyan de, çendîn pêşniyar, daxwaz û rasparde hatin destnîşankirin:

KNK wek mezintirîn saziya Neteweyî û Niştîmanî ya sîwan, berdewamî  bi kar û xebata xwe bi hêztir pêwîst dizane. 

KNK, piştgîriyê li hemû destketiyên beşên Kurdistanê dike van destketan bo hemû Gelê Kurdistanê dibîne. Ji bo vê yekê em bang li hemû partî û rêxstinên Kurdistanî dikin ku rolek erênî ji bo piştgîrî û parastina wan destketan bibînin.

KNK daxwaz dike ku aştî û demokrasî li Bakurê Kurdistanê misoger bibe û ji bo serketina çareseriyê, pêwîste birêz Abdullah Ocalan serbest bê berdan.

KNK, li Bakurê Kurdistanê pişgirî dide îlan û avakirên rêveberiyên xweser yên gelê Kurdistanê. Her weha piştgîriyê li destketên siyasî, kultûrî û bidestxistina rêveberiyên herêmî dike û bang li gelê Kurdistanê û hêzên demokrasîxwaz dike ku ji bo pêşanîna aştî û demokrasiyê li Tirkiyê û hemû rojhilata navîn di helbijartinên yekê mijdarê de, HDPê bê destek kirin. Her wiha KNK bi serketina HDP ê di helbijartinan de aştî û demokrasiya radîkal misoger dibînê.

KNK, piştgîriya Xweseriya Demokratik li Rojavayê Kurdistanê dike û ji hemû rexistin û partiyên siyasî daxwaz dike ku piştgîriya wê bikin. Herwiha dixwaze hemû kêşeyên navxweyî bi diyalog û gotûbêjan bên çareserkirin.

KNK koçberiya ji tevahiya welat, bi taybetî li Başûr û Rojavayê Kurdistanê, wek metirsîneke mezin dibîne. Her wiha bi her cûreyî be pêşiyê li vê karesatê bê girtin. Her wiha ji bo çareserkirina vê meramê daxwaz li Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Kantonên Rojava dikin, ku ji bo çareserkirina vê diyarda koçberî yê karên ciddî û zanistiyane bên kirin. Di heman demde KNK bang li hemû saziyên Kurdistanî dike ku li dijî vê koçberiyê helwestekê  encamgir werbigirin.  

KNK, Siyaseta Rejîma Komara Îslamî ya Îranê ya li dijî gelê Kurd û gelên din yên li Rojhilatê Kurdistanê mehkûm dike. Siyasetên nemirovî yên  dewleta Îranê yên bi zindanîkirin, îşkencedan, hewlên ji navbirina kesatî yên azad û demokratîxwaz û helawîstin (îdam) û kuştina siyasetmedar, çalakvanên sivîl û kasibkarên debara rojane şermezar dike. Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurdî li Rojhilatê Kurdistanê li ser bingeha bidestxistina mafên rewa û çarenivissaz, tekoşîna rizgariyê di domîne û pêşdixe. Dîsa bang li rejîma Cumhurî ya Îslamî dike ku li seranserê Îranê û teybetî herêma Rojhilatê Kurdistanê pêşî li girtina bikaranîna madeyên hişber (narkotîk) bigre û tedbîrên pêwîst bigre.

KNK, piştgirî dide daxwazên Gelê Kurd yên li Xurasanê, ku dixwazin herêmên xwe rêvebibin û xweser bijîn, ziman û çanda xwe bi parêzên.

KNK, kuştin û zulma li ser jinê, weke kuştin û qetilkirina mirovahiyê dibîne û bi tundî şermezar dike. Ji hemû partî û rêxistinên civakî û sivîl daxwaz dike, ku li dijî kuştina jinan rawestin û ji bo her core mafên jinê tekoşîneke xurt bikin.

Pêşeroj di destê ciwanan de ye. Lewma ciwanan pêşeroja gelan dibîne. Di avakirina civaka nûjen da roleke girig dide ciwanên Kurdistanê û daxwaz ji hemû dem û dezgehên Kurdistanî dîke ku vê rola ciwanan bibînin û xwedî lê derkevin. 

KNK bi pêdivî dizane ku, divê bi berpirsiyariyek mezin çand, ziman û kiltor û kelepora Kurdî bê parastin û pêşdebirin. Li ser vê bang li Gelê Kurd dike, ku xwedi li çand û zimanê xwe derkevin û bi israr biparêzin. Herweha baykotkirina dibistanên dewleta

Tirk li bakûrê Kurdistanê destek dike û ji bo bi destxistina mafê perwerdeya zimanê zikmakî li her beşekê Kurdistanê têbikoşe. 

KNK, piştgîriya biryara Rêveberiya Kantonên Rojava ya ji bo perwerde û xwendinê ya bi zimanê Kurdî û zimanên din yên herêmê dike. Her weha bi destê hinek dewletan pêşxistina perwerdeya zimanên derveyî Kurdî li başûrê Kurdistanê xeter dibîne, li vê herêmê jî divê pêşî li asîmîlasyonê bê girtin.  

KNK rola medya Kurdistanî bi girîng dizane; her destdirejî û zoriyê li ser medya û medyakarên Kurdistanî qebûl nake. Herweha daxwaziyê ji medya û medyakarên Kurdistanî dike ku rola erêni û erkên xwe yên neteweyî u niştimanî pêkbînin. 

KNK daxwaz partî û rêxistinên Kurdistanî dike ku li gorî berjewendî yên tevgera azadîxwaz ya gelê kurd tevbigere û bi berdevkiya gelê Kurdistanê bike û berjewendiyên Neteweyî li ser berjewendiyên berteng ên partiyetiyê bigre.

KNK Giringî dide diyaspora (revenda) Kurdistanî li cîhanê, ji bo aktifkirina rola wan ya ji bo peşxistina doza Gelê Kurd û Kurdistanê di warên diplomasî û dostaniya ligel gelan de.

KNK daxwaza parastina mafên rewa yên neteweyên din li Kurdistanê dike. Herweha KNK, xelqê Asûrî-Suryanî-Kildanî xwecihî û xudanê hevbeş yê Kurdistanê dibîne û êrişên li ser xelkê me yê Asûrî-Suryanî-Kildanî yê li Nînova, Misûl û Xabûrê bi tundî şermêzar dike û piştevaniya xwe ya digel gelê Asûrî-Suryanî-Kildanî beyan dike.

KNK bi tundî, kuştin, zulim û zoriya li ser Êzidiyan şermezar dike. Bang li hemû partî, saziyên siyasî, civakî yên sivîl û her wisa her du rêveberiyên Başûr û Rojava dike ku destek, alîkarî û parêzgareyeke ciddî ya civaka Êzidiyan bike. Maf û daxwazên civaka Êzidî yên resen rewa bibînê. Her weha banga rexistinên navneteweyi wek YE, UN dike ku komkujiya dijî Êzidiyan wek jenosid nasbike. Bi taybet ji bo azadkirina jin û zarokên Êzidî ji destê çeteyên DAIŞê, gavên pratîk bavêje.  

KNK, ferq, cudahî û çewsandina li ser xelkê me yê Yarsan ku ji teref rejima Îranê ve tê kirin, qebûl nake û daxwaz ji hemû hêzên Kurdistanî dike ku piştevaniya xelkê me yê Yarsan bi xurtî bête kirin.

KNK, ew ferq û cudahiya li ser gelê me yê Elewî tê meşandin ku di dema hikûmeta AKP ê da zêde bûye, şermezar dike û daxwaz ji hemû hêzên Kurdistanî dike ku piştevaniya bi bawermendên Elewî re bi xurttir bête kirin.

KNK xerakirin û tinekirina berhemên dîrokî ku nirxê tevahî mirovahiyene ji aliyê hêzên tundraw ve şermezar dike û bang li raya gîştî ya cîhanê dike ku li dij wê hovîtiyê dengê xwe bilind bike. 

RÊVEBERIYA NÛ YA KNK'Ê

Di encamnameyê de hat gotin ku di encama civînê da hilbijartinên Hevserok, Konseya Rêveber û Dîwana Giştî bi awayekî demokratîk hatin pêkanîn. 

Encamên Hilbijartinan:


Hevserokên KNKê:

Nîlûfer Koç

Rêbwar Reşîd

Endamên Konseya Reveber:

Abdulkerîm Umer

Adem Uzun

Behzad Pîrmûsa

Dilşa Osman

Jalane Neqşebendî

Kamîran Berwarî

Numan Ogur

Perwîn Seîd

Refîq Xefur

Şehla Hefîd

Songul Karabulut

Tahîr Kemalîzadeh

Yilmaz Gunay

Zeyneb Murad Feylî

Zubeyir Aydar

Endamên Yedek:

Medenî Ferho

Faruq Cemîl

Rodî Melek


Partî û Rêxistinên Siyasî yên Endamê KNKê:

Bet-Nahrain Democratik Party

Bizûtneweyî Demokrati Gelî Kurdistan 

Bizûtneweyî Demokratîkî Yarsan

CÎK – Civaka Islamîaya Kurdistan

Desteya Netewî ya Ereb (Al Heya Al Wataniya Al Erebiya) - Rojava

El Partî Demuqratî Kurd – Suri - PDK-S - El Partî

FEDA – Federesyona Elewiyên Kurdistan

FEK – Federasyona Êzidiyên Kurdistan

Hevbendiya Êzidiyên Sûrî (Rojava)

Hibî Şuî Kurdistan

Hizbî Ayindeyî Kurdistan

KCD – E - Kongra Civaka Demokratîka Kurd – Ewropa

KCK - Koma Civakên Kurdistan

KJK - Koma Jinên Kurdistan

Komela Islamî Kurdistan 

Kongre Camayto di Betnahrin (Kongra Gelê Mezopotamya)

Kongreya Êzidiyên Rûsyayê

Otonomiya Federala Netewî û Çandî ya Kurdên Rûsyayê

Partî Demokratî Kurdî - Suriya P.D.K.S

Partî demukratî kurdistanî- Suriya

Parti Parezgerani Kurdistan

Partî Sewzî Kurdistan

Partî Sosyalîstî Demokratî Kurdistan

Partî Zahmetkêşanî Kurdistan

Partiya Çepa Demokrat ya Kurd li Sûriyê 

Partiya Çepa Kurd li Suriya

Partiya Guhertina demokratik ya Mezopotamya 

Partiya Keska Kurdistan - Rojava

Partiya Komunista Kurd - Suriya

Partiya Kumunîsta Kurdistan- KKP

Partiya Liberal ya Kurdistan, Rojava

Partiya Rizgarî ya Kurdistanê

Partiya Yekitiya Nishtimani Azad PYNA- Kurdistan li Rojava

PÎK – Partiya Islamiya Kurdistan

PJAK - Partî Jiyanî Azadî Kurdistan

PYD - Partiya Yekîtiya Demeokratîk

Sazumana Xelkî Kurmanc ya Bakurê Xuresanê

TEVDA – Tevgera Ezidiyên Kurdistan 

Tevgera Azadiya Komelgeyî Kurdistan

Tevgera Çaksazî – Sûriya

Tevgera Jinên Kurd li Ewropa – TJK - E

Tevgera Nujena Kurdistan – Rojava

Yekîtiya Navnetewî ya Rêxistinên Kurdan ên li welatên YDS

YNDK – Yekîtî Neteweyî Demokratîkî Kurdistan


Enstîtût û Rêxistinên Sivîl yên Endamê KNKê:

Agirgeha Zerdeştiyan – Siwêd

ASUDA - Rêxistina Jinan Dijê Tind û Tîjiya Li Hember Jinan

CDK-F - Koordînasyona Navendên Civakên Demokratîkên Kurd – Fransa

CHAK 

CHAK – Rojava

Encumena Jinan – Helepçe

Enstituta Kurdî – Almanaya

Enstituta Kurdî – Bruksel

Enstituta Kurdî – Stockholm

Federasyona Girtiyên Siyasiyên Kurdistan

Kamala GAYANDIN – Hewlêr

Komîteya Kurdistan ya li Ermenistanê

Komîteyî Bilindî SABÎ - Kerkuk

Meclisa Gel – Mexmûr

Meclisa Jina ya Êzidiyan

MŞD- Meclisa Şingal ya Diasporayê

NAVDEM - Koordînasyona Navendên Civakên Demokratîkên Kurd – Almanya

Navenda Perwerde ya Kurd û Emerîka – Başûr

Navenda Perwerdeya Margaret  - Silêmanî

Platformî Hewram

Rêkxirawî Azermihr

Rekxrawi Tzgar Bwani Chki Kimyai - Helepçe

Rêxirawî NWE – Başûr

Tevgera Geşedan û Pêşedanê – Başûr

Tevna Raportêrên Lêkolîna Rojnamegerî - Êraq (NIRIJ)

Yekîtiya Saziyên kurd ên li Ûkraynayê – MEDYA

YEKMAL - Yekîtiya Malbatên Kurd – Almanya

YMK - Yekîtiya Mamostayên Kurdistan


Çavdêr û Mêvan:

GORAN

Komelî Zahmetkêşanî Kurdistan 

Yekgirtuyî Islamî Kurdistan

YNK

PYK-S El Wehdê

Partî Serbixweyî Kurdistan

 

Parve Bike

Youtube Me

Rewşen

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 21 04 2026

Mem Araratî li hemberî neheqiyê serî hilda 

news
  • 16 04 2026

'Ji bo li ser mirina Xezal Mewlan lêkolîn bike bila lijneyek bê avakirin'

news
  • 14 04 2026

Koma sêyemîn a koçberan gihîşt Efrînê

news
  • 12 04 2026

Berendamê YNK'ê Nîzar Amêdî bû Serokomarê Iraqê

news
  • 03 04 2026

Rêveberiya Kobanî: Em vê tayînkirinê qebûl nakin

news
  • 02 04 2026

UNICEF'ê li ser dibistanên Rojava daxuyanî belav kir

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Diyarbekirspor wê kongreya xwe li dar bixe

ad

Qurbaneke Vuvuzelayê çêbû

ad

Ji raporê: Davutoglu pesnê kesên çûne nav DAIŞ'ê da

ad

Di Kurt Tarîhî de 'Çapemeniya Kurd a Serdema Osmanî'

ad

Şandeya DBP-HDP'ê derbasî Rojava bû

ad

Orhan Pamuk li Brukselê mêvanê rûmetê bû

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çend gotin li ser 'Li Gelîyê Goyanê Roman Li Diyarbekirê Şiîr'

  • 20 04 2026
news

Dilop li ser 'Ji Rojava heta 'Pêvajo'yê Çepgir çi dibêjin?' sekiniye

  • 21 04 2026
news

Mem Araratî li hemberî neheqiyê serî hilda 

  • 21 04 2026
news

Li Amedê dem dema şanoyê ye

  • 22 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname