Welat Dilken
Her çiqas tê gotin, ku helbestkar û şêwekar dot û pis, pis û dotên hev in jî, ku li gorî vê destnîşankirinê helbest û wêne jî kur û keçên dot û pisan bin jî, lê her çiqas ku helbestkar û şêwekar hunera xwe bi piranî ji hêmayê diafirînin û wekî qerekter, ku gelekî nêzî hev bin jî, ji ber hurguliyên hunera ku diafirînin, ew ewqas jî dûrî hev in.
Helbestkar ji hêmaya ku bi dest xistiye; bi peyvê û bi dengê zimên muzîkê-lîrikê, çîrokê-vegotinê û lîstikê-şano lê bar dike û pêşkeşî xwendevanê xwe dike. Şêwekar ji hêmaya ku bi dest xistiye; bi firçeyê û bi boyaxê dîtbariyê lê bar dike û wê li ser erdê kevalekê pêşkeşî wênehezan dike. Yek ji nêzî rastiyê hêmaya xwe şênber dike (şêwekar) û yek jî bêyî ku hêmaya xwe şênber bike, bi riya peyvê û hevoksaziyê hêmaya xwe li ser kaxizê nixumandî dihêle û pêkeşî xeyalkirina xwendevanê xwe dike (helbestkar).
Ku ne bi tevahî jî be, wisa tê gotin û ez jî bi wê gotinê re me: helbest, wêneyê ku li ser kaxizê hatiye nivîsin e û wêne jî helbesta ku li ser kevalê hatiye wênandin e.
Ez wekî helbestkarekî, ku bêhtir ji hêmayê helbestê didoşim, ji ber hin hêmayên ku bi dest dixim, gelekî caran min xweziya xwe bi şêwekaran aniye û min gotiye; xwezika van destan jî karibûya firçeyê re hevşa bibin. Lê mixabin, di destwerdana firçeyê de destên min kût in, nikarim xêzekê jî bikşînim. Loma jî newêrim rahêlim firçeyê û xwe bidim himber erdê spî yê kevalê. Û dibêjim, ew şêwekar çiqas xwedî bext in, xweziya min bi wan... xwezika ku dest û tiliyên min jî karibûna firçeyê rapêçin û wê li ser kevalê bidin lîstikandin...
Ew demek e, sê hêmayan ji pîsikê min ve girtine û qet xelasiya min jê tune. Pir dixwazim ku ji wan hêmayan helbestê lê kim, lê nabe, kurt in, ji vegotinê bêhtir dibêjin em ne hêmaya helbestê ne, em hêmayên sê kevalan in. Lê çi bikim, wekî min li jor jî got, di wênandinê de destên min kut in, nikarim rahêlim firçeyê û bi ya wan bikim, wan li ser kevalê birengînim.
Dubare dibêjim, xwezika min karibûya hêmayan biwênim. Û eger min şêwekarek nas bikira, min ê bi hurgulî ew hêmayan jê re vegotina lê, çi bikim ku destê min nagihêje şêwekarekê/î. Lê dîsa jî, belkî ji bo ku xwe ji wan rizgar bikim, ez dixwazim bi alîkariya peyvê, bi riya nivîsê hewl bidim, ku wan hêmayan şênber bikim. Belkî bala şêwekarekê/î bikşîne.
Hêmaya yekem; “li cihekî req û rût û bej, li berpala çiyeyekî jî dibe, li deşteke ji daran req û rût jî dibe û li ser girekî jî dibe. Dareke bi sal, ku koka wê qelişî û çend guliyên hişkbûyî pêve mane û bi guliyekî ve jî bes pelek hêşin mayî, li ser guliyekî bilbilek û li biniya wê siyeke fireh û bes ku siya bilbil xuya neke. Li binê wê şêwekareke keç a ciwan kevalê xwe daniye ser sêpiyê û di kevalê de wênandinên kaniyeke ku ji kevirekî têwer dibe wekî sûlaveke biçûk, xezalên ku ji kaniyê avê vedixwin. Li rexekî kaniyê du şêrên ciwan û hezkar, ku bi awirên aştiyane û bi heyranî li xezalan temaşe dikin, li derdora cihoka kaniyê gul û çîçekên rengo rengo, di avê de siya pinpinok û kuliyên ku dansê dikin û ji ser guliyên darên mêweyên li derdora kaniyê kevokên ji xewê ve çûyî û çivîkên ku bi hevşa dibin. Û li ser avê tu şop tevlî şopa din nebe-nedibû ”. Ew wekî du hêmayan dixuye lê, kevalek e, ango keval di hundirê hevalê de ye.
Hêmaya duyem; “Dem serêvarkî jî dibe berbang jî dibe, sî beravajî rojê diçe!. Çîrok ya darekê û siya wê ye. Sî dixwaze ji koka xwe biqete û terkîsera darê bike. Eger ez şêwekar bûma min ê dem wekî serêvarkî hilbijêrta, siyê dê xwe di rojhilat de, berevajî rojê dirêj bikira. Li cihê ku siya koka darê gihîştiye guliyên wê min ê wekî parçekirina paçekî ku parçe û pirtik ji cihê parçekirî ve dimînin, min ê sî wekî ji darê ve qetiyayî , ku hêj jihevqetîneke nû, lê wekî ku sî bi ser ketiye biwênanda”. Ango di navbera koka darê û siya wê de qutbûnek. Bi min gelekî fantastîk tê.
Hêmaya sêyem: “Di kûçeyek xalî de jî dibe, li ber dîwarekî jî dibe yan li ser riyekekê jî dibe, lê divê dem mixurbe be. Siyeke bê gewde û tarî, ya keçeke por dirêj (ku şêwekar bûma, min ê dê keçek por dirêj tercî bikira) ku berê wê ji çûnê, lê serê wê bi şûn ve zivirî û destekî xwe li ba dike, wekî xatir dixwaze û ji perçema wê ve nîvê porê wê bi ber bayî ketî”.
Dibêjim ax... Bi nivîsandina helbestê re, çima ez nikarim biwênim jî. Çima nikarim firçeyê rapêçim?... An jî, xwezika destê min bigihîştina şêwekarekê/î, min ew hêma û gelekên din ji wê/wî re vebigotina, da ku bi min re nemana xweziyekê... Û dibêjim; çima, carinan helbest jî têre nake!?...
welatdilken@hotmail.com
***
Nivîsên Welat Dilken a ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- Efsûniya peyvê
- Bersiva pirsekê: Tenêtiya helbestî