Welat Dilken
Kurd, hê nû nû bi riya nivîskar-helbestkaran li qada wêjeyê û hunerê dengê kurdî dibihîsin, bi nivîskar û helbestkarên kurdî re rû bi rû dimînin. Ku wateya dengê peyvên ku dibihîzin nizanibin jî, hewl didin ku xwe bigihînin wateya peyvê.
Ne pir, lê êdî di her bernameya wêjeyî û hunerî de, ji her bajar û navçeyê 10-15 guhdarên kurdî di nav sedan guhdarên tirkî, yan tirkîaxêv de li quncekekî cih ji xwe re digrin. Ne pir in, tu wan dibînî û nas dikî, ji qelebelixiya yên din pirtir, tu dibînî ku çavên wan diçirûsin, rûyê wan geş e.
Wekî gundiyên Romayî ku hatibin arenaya cengewaran, ku temaşeya dilêriya Spartakusê xwe bikin, ew jî hatine-têne temaşeya nivîskarê/a kurdî ku di çavên wan de wekî Spartakus in. Lê yê li ser dikê ji Spartakusî bêhtir, ez dibêjim qey dişibe Donkîşotî.
Di çavên wan de pirtir pirs hene, lê ji cerebeyan diyar e, ku wê tu pirsan jî nepirsin.Hê ji pirsan re ne amade ne. Bi kelecan in, ji ser sehneyê jî xuya dibe, tiliyên wan ricfok in. Û jê, her yekî/ê wekî destegulekê hembêzek germahî û dilsozî ji nivîskarê zimanê xwe re anîne-tinîn.
Serbilind in.Wan Xanî, Cizîrî, Mestûre, Osmanê Sebrî û Arjeno bihîstine. Ji wan hinan îlam ew xwendine jî. Dizanin, ê li ser dikê ne bêkok e. Di çavan de mirov dibine, ku dibêjin: ha Spartakusê min, me rûreş dernexî. Dengê kurdî, binyada wêjeya kurdî, lîrika helbesta kurdî bixî guhên ên ker. Bila mestiya dengê te ruhê me mist bide, belkî yên li xwe biyanî jî bêjin: Ma ew jî hebû! Da em di nav wê qelebelixiya li xwe biyanî mayî de bi serbilindî begerin.
Hem ji ber daxwaza wan a jidil, pak, bi rûmet û pîroz, ê li ser dikê ji wan pirtir bi kelecanê dikeve. Ew jî serbilind e, kêfxweş e, ku êdî li her hola ku tevna wêjeyê û hûnerê lê tê saz kirin, 10-15 guhdarên çavçirûskî jî peyda dibin. Di nav girseya ji sedan kesan, ew hejmar ne kêm e, bi qîmet e û bi xwedî xatirekî mezin e.
Loma karê yê li ser sahneyê zor e. Ew 10-15 kes tî ne, pir tî ne… ew dixwazin ji ava ku hêj di binê axê de, di binê zinaran de ji xwe re qelîştokekê digere, da ku derê ser rûyê dinyayê, têr vexwin û tîbûna xwe pê bişkînin. Lew, di çavên wan de pirs û daxwazeke bêdeng xwe diavêje çavên ê li ser sahneyê “tîbûna me bişkîne!”. Lê, ma yê li ser dikêjî ne tî ye?!...
Û Donkîşot bi kelecan, bi daxwazeke tî û bi dilekî mestî dipeyve; ez çi bêjim, bi kîjan peyvê xwe nêzî fêhmkirina we bikim. Ez çawa bikim ku karibim xwe bi we bidim fêhmkirin. Gelo kîjan peyv wê di navbera min û we de bibe deng û zimanê ji hev fêhmkirinê; “Ez ê bêjim helbest, lê dengê min wê wekî peyva şiîrê mû li canê we neke tîr. Ez ê bêjim rist, wê we wekî dize’yê bi kelecanê nexe. Ez ê bêjim çîrok lê hûnê nebêjin, ma ew ne ‘oyku’ya ku em pê re mest dibin”.
Erê, dizanim ku peyv efsûn e. Hûn hatine ku bi peyvê, bi ristê, bi lîrîka helbestê xwe berdin nav zeryaya efsûnî û bi cizbê bikevin.
Lê, bêrêzî dihesibînim, ku wekî kurdekî ji kurdekî/ê din re bi zimanekî biyanî biaxivim. Ku wê yekê bikim, ew yek dê ji kesayetî, nasname û zimanê me herduyan re bibe bêrêzî. Loma, divê hûn bes guh bidin Donkîşotiya min. Eger bû, ku me karî bi peyvekê jî hev fêhm bikin, ku bi peyvekê jî em nêzî dilê hev bûn, ew peyv dê efsûna rihê me be.
Ma peyva efsûnî bi kîjan zîmanî ye. Lîrika helbestî ya kîjan zimanî guhdarê/a xwe bi cizbê dixe-naxe?
Xem nake, çepik û dilxweşiya 10-15’ên jidil, ji ya sedan kesên nefêmker germtir û bi kelecantir e. Peyv e, rist e, çîrok e, helbest e mestî û efsûniya ziman û hunera min. Nêz e, ku em bi hev re bi van peyvên efsûnî bi cizbê kevin…
Ji helbestkarekî ciwan ji başûr
“keşîşek li mizgeft dûa dike bo kuştinî eşq”
***
Nivîsa Welat Dilken a ku berê di Diyarnameyê de hatiye weşandin:
- Bersiva pirsekê: Tenêtiya helbestî