Diyarname
Li Duhokê dê Rojên Edebiyata Kurdî ya Bakur û Rojava li dar biketa, lê hikumeta Başûr nehişt nivîskarên kurd ên ji rojavayê Kurdistanê derbasî başûrê Kurdistanê bibin.
Yekîtiya Nivîskarên Kurd a Dihokê dê di navbera 7-9'ê vê mehê de li Duhokê "Rojên Edebiyata Kurdî ya Bakur û Rojava" li dar bixista. Ji bakurê Kurdistanê Komeleya Nivîskarên Kurd ku navenda wê li Amedê ye xebat kiribû û nivîskar pêşniyar kiribûn. Ew nivîskar çûn Başûr. Ji rojavayê Kurdistanê jî dê beşek nivîskar beşdarî çalakiyê bibana. Ji bakur jî, rojava jî dê axaftin bihata kirin. Li gor planê ji her sê parçeyên Kurdistanê bi dehan nivîskarên kurd dê li çalakiyê bihatana cem hev û li ser mijarên cur bi cur baixiviyana. Lê nebû. Xereba nexweş ji deriyê Rojava hat.
Ji rojavayê Kurdistanê 22 nivîskarên kurd roja 6'ê mehê ji bo derbasî Duhokê bibin û herin beşdarî Rojên Edebiyata Kurdî bibin çûn ber deriyê sînor. Lê piştî demeke rawestandina nivîskaran, berpirsên deriyê sînor destûr nedan ku nivîskarên kurd derbasî başûrê Kurdistanê bibin û ber êvarkî ew vegeriyan Qamişloyê. Yek ji van 22 nivîskarên Rojava jî Kone Reş bû ku ew jî mêvanê çalakiyê bû. Konê Reş li ser rêlibergirtina wan a çûyîna başûrê Kurdistanê di rûpela xwe ya facebookê de wisa nivîsî: "Gelî dost û hevalên hêja! Îro ez di gel grûpek ji nivîskar û rewşenbîrên kurd yên Rojava bi hewildana ku em ê beşdariyê di Rojên Edebiyata Kurdî de li Duhokê bikin, û bi vê mebestê vê sibehê saet 10 em ji Qamişlo gihan sînorê Kurdistana başûr û derbasî nav xaka wê bûn. Û li gel pêşmergeyên qehreman man heta saet 6'ê êvarî bê ku bihêlin em derbasî Kurdistana başûr bibin û wekî hevalên xwe ji Kurdistana bakur beşdariyê di rojên edebiyate de bikin.. Dawî bi dilekî şikestî em zîvirîn Qamişlo.. Tevî ku li ser daxwaza wan em her 22 kes hatibûn xwestin.. Ez wekî nivîskarekî kurd vê yekê protesto dikim û bi hêvî me careke din dubare nebe."
Mehek berê endamên Komeleya Nivîskarên Kurd ji Amedê xwestibû herin ji ser deriyê Sêmalka re derbasî Rojava bibin û hin hevdîtinan pêk bînin, lê destûr ji bo wan jî nehatibû dayîn. Kurtedemek berê Hevserokê PYD'ê Salih Muslim jî dema xwestibû ji rojava derbasî başûrê Kurdistanê biba lê bi ser rûyê wî de jî derî hatibû girtin.
Ger ew 22 nivîskarê ji rojavayê Kurdistanê derbasî başûrê Kurdistanê bibana hin ji wan dê di Rojên Edebiyatê de biaxiviyana. Di nav bernameya ku Yekîtiya Nivîskarên Kurd a Duhokê amade kiriye de navê hin nivîskarên ji Rojava heye jî.
Bernameya Rojên Edebiyata Kurdî ya Bakur û Rojava bi vî rengî bû:
Duhok 7-9/11/2013
Roja yekê, 7.11.2013
11:10 - 12:00 Panel
11:10 - 11:35 Profesor Qedrî Yildirim ji Bakur "Bikaranîna zimanê kurdî di warê tîpan de"
11:35- 12:00 Xalid Cemîl ji Rojava "Xwedayetî di helbestên Melayê Cezîrî de"
12: -12:30 Danûstendina li ser babetên panelê
Birêvebirina panelê Enwer Mihemed Tahir - Duhok
13:00 - 14:00 Bêhnvedan
16:00 heta 17:00 Panela diduyan
16:oo - 16:20 Ibrahîm Mehmûd ji Rojava "Cegerxwîn û çavên şîn"
16:20 - 16:40 Ihsan Perya ji Bakur "Edebiyata kurdî di nav dibistanên ayînê de li Sêrtê"
16:40 - 17:00 Danûstendina li ser babetên panela diduyan
Birêveberê panelê Mihemed Ebdullah -Duhok
17:00 - 17:10 Bêhnvedan
17:15 - 18:30 Êvara helbestxwendinê ji bo şeş helbestvanên Bakur û Rojava.
Birêveberin "Selam Balayî û Beşîr Mizûrî"
19:00 - 20:00 Bêhnvedan.
Roja diduyan, 8.11.2013
10:30 - 12:30 Panel.3
10:30 - 10:55 Selamê Darî ji Rojava "Melayê Cizîrî- Şêxê Aşiqan"
10:55- 11:20 Çiya Mazî ji Bakur "Çend wêne ji sîh salên dawiyê yên çîroka kurdî"
11:20 -11:45 Mihemed Zahir Yertekin ji Bakur "Melle Eliyê Baxistanî û berhemên wî yên kurdî"
11:45- 12:10 Selîm Temo ji Bakur "Romanên Mehmed Uzun wekî nexşeyekê"
12:10- 12:45 Danûstendina li ser babetên panel.3
Birêvebirina panelê Mehabad Qeredaxî - Hewlêr
13:00 - 14:00 Bêhnvedan
16:00 heta 17:00 panel.4
16:00 - 16:20 Berken Bereh ji Bakur "Çirûskên nûjeniyê di helbesta Bakur de"
16:20 - 16:40 Mihemed şêxo ji Rojava "Çend rûpel ji dîroka wêjeya kurdî"
16:40 - 17:00 Danûstendina li ser babetên panel.4
Birêveberê panelê Ismaîl Hajanî-Duhok
17:00 - 17:10 Bêhnvedan
17:15 - 18:30 Êvara helbestxwendinê ji bo şeş helbestvanên Bakur û Rojava.
Birêveberin " Selam Balayî û Beşîr Mizûrî"
19:00 - 20:00 Bêhnvedan.