Diyarname
Bi hezaran kes li Qada Kadikoya Stenbolê hatin ba hev û silav li şoreşa Rojava kirin.
Mîtîng li ber îskileya Kadikoya Stenbolê li dar ket. Berî mîtîngê bi hezaran kes ji ber Nexweşxaneya Numune ya Haydarpaşayê bi pankartên "Em şoreşa Rojava silav dikin. Rojava li ber xwe bide Stenbol bi te re ye", "Ji bo destûra bingehîn a demokratîk emê têkoşîna xwe dewam bikin", "Li şoreşa Rojava xwedî derkeve", "Bes e ji mirinên li girtîgehan. Ji girtiyên nexweş re azadî", "Ji bo Rojhilata Navîn aştî ji bo kurdan azadî" û "Em bi rihê şoreşa Rojava diçin kongreyê. Bi coşa kongreyê şoreşa Rojava silav dikin", "Xet Ocalan model Rojava" meşiyan heta ber Îskeleyê.
Gelek kesên ku negihîştin meşê, yên ku bi keştiyan ji aliyê Ewropayê hatin Anadoliyê jî beşdarî mîtîngê bûn û qada Kadikoy tije bû.
Di mîtîngê de Hevserokên KCD'ê Aysel Tûglûk û Ahmet Turk, Hevseroka BDP'ê Gultan Kişanak, Hevserokên HDP'ê Sabahat Tuncel û Ertugrul Kurkçu, mebûsên BDP'ê Demir Çelik û Sirri Sakik, mebûsê HDP'ê Levent Tuzel, rêveberên navenda giştî yên BDP û HDP'ê jî li mîtîngê amade bûn.
Di mîtîngê de Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak silav li meclisa damezrîner a li Rojava kir û got, "Ev mecliseke ku cih ji hemû gelan re hatiye dayîn. Ji bo serketina vê meclisê, serketina vê şoreşê divê her kes çi ji dest bê bike. Yê ku îro xwedî li şoreşa Rojava dernekevin, dê sibê nikaribin li rûyê gelê kurd binêrin. Rojavayê Kurdistanê dê xweser be, dê li Sûriyê rêveberiyeke demokratîk ava bibe. Pêşengê vê jî dê gelê Rojava be. Dîrok her tiştî yek bi yek dinivîsîne. Bila her kurdê bi rûmet, her mirovê baweriya xwe bi biratiya gelan heye cihê xwe li gel şoreşa Rojava bigire, vê şoreşê mezin bike û bi vê şoreşê re xurt bibe."
Kişanak got divê şoreşa Rojava bijî û wisa dom kir: "Şoreşa Rojava xala destpêkê ye, lêgerîna azadiyê ye. Îro li holê polîtîkayeke gelan bi hev dide qirkirin heye. Li her derê bombe diteqin, bi dehan mirov jiyana xwe ji dest didin. Dixwazin vî şerê qirêj bibin Rojava. Li Rojava bombe hatin teqandin, 3 mirovan jiyana xwe ji dest dan. Ez wan bi minetdarî, bi rêzdarî bibîr tînim. Ev têkoşîna wan, li dijî emperyalîstên dixwazin tevahiya alema Îslamê têxe şerekî mezhebî, sekneke bi rûmet e. Yê ku ji xwe re dibêje ez Misilman im, divê xwedî li Rojava derkeve."
Kişanak ji bo hikumeta AKP'ê jî wisa got: "Em bang li hikumeta AKP'ê û Birêz Serokwezîr dikin ku ji dil û vekirî bin. Hem tuyê bêjî bi Birêz Ocalan re hevdîtinê dikim, pêvajoya aştiyê bi pêş ve dibim, hem jî tuyê çeteyan bişînî ser şoreşa Rojava a li ser stratejiya Ocalan bi pêş ve dikeve. Tu nikarî gelê kurd bixapînî. Yan tuyê bibî alîgirê çeteyan yan jî bibî alîgirê aştiyê. Her du bi hev re nabin. Birêz Ocalan di hevdîtina dawî ya bi partiya me re bal kişand ser Rojava. Ez hez nakim bi xetên sor biaxivim, lê xeteke me ya sor heye. Şoreşa Rojava xeta me ya sor e."
Ji axaftinan Ertugrul Kurkçu got li Kurdistanê şoreşek li dar dikeve, ev şoreşa me hemûyan e, û xwest her kes xwedî li vê şoreşê derên.
Sebahat Tuncel û Ahmet Turk jî di axaftinên xwe de li ser Rojava sekinîn û banga xwedîlêderketinê careke din anîn ziman.
Li qada mîtîngê ji zarokên 7 salî heta 70 salî, ji nivîskaran heta rojnameger û rewşenbîrên kurd, gelek kes amade bûn. Li qada bi sedan alên BDP, HDP, YPG, wêneyên Abdullah Ocalan û alên konfederasyonê hatibûn vekirin. Qad bi alan û bi rengê kesk, sor û zer hatibû xemilandin.


