logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin
news-details

Hemû gotinan xwe dabûn alî

Carnan kêliyek bedelî salekê ye, carnan jî helwestek bedelî jiyanekê ye,lê carnan jî emrekî dirêj, ne bedelî tu tiştî ye

  • Dîrok: 13/08/2008
  • Beş: Serbest

 

Medya Rênas

Carnan kêliyek bedelî salekê ye, carnan jî helwestek bedelî jiyanekê ye, lê carnan jî emrekî dirêj, ne bedelî tu tiştî ye.
Carnan nêrînek bedelî romanekê ye û gotinek bedelî dehan helbestan e, lê carnan jî bi sedan hevok ne bedelî tu tistî ne.

Piştî ew qas salan, min dixwest jê re bêjim ku, di gel her tistî, jiyan dîsa berdewam dike. Mirov çendî bikeve, têkbiçe, dikare dîsa rabe ser piyan. Her tist qayil e bê guhertin û em dikarin her dem rûpelên nû di jiyana xwe de vekin. Min dixwest jê re bêjim ku çiqas dem derbas bibe jî, lê hîna cihê wî di dilê min de mîna berê ye. Lê gotinan, xwe ji ser lêvên min bi paş ve zivirand. Wî êdi ji zimanê min fêm nedikir, ji bîr kiribû û ez jî ji zimanê wî yê nû tê nedigihîştim. Tu dibêjî qey serdemek dirêj di navbera me de derbas bûbû û em her du pir xerîb ji hev hiştibûn, mîna du kesên biyanî.

Wî çiqasî xwe bikêf û bihêz nîşan dida, lê min di çavên wî de dixwend û di hundirê wî min didît, erê min didît, min şikestek didît, min têkçûnek hîs dikir. Eger karîba ji her kesî daba veşartin, lê ji min nikarî bû. Lê ew jî wekî hemû mêran li tekçûnên xwe, li şikestên xwe mikur nedihat, wî wisa fam dikir ku dema ew li tekçûnên xwe mikur bê û naxwasim li pêş min, ewê ji mêraniya wî kêm bibe.  Wî  heta têkçûnên xwe berevajî dizivirindin û mîna serkeftin nîşan dida.

Min ew dît û bi hesreta ew qas salan, min ew hembêz kir. Lê demê ew guhert bû, jiyanê wî serûbin kiribû, êdî çavên wî mîna berê ne dibirqandin, tu dibejî qey ne ew çavên ku min li wî welatê xerîb kiribûn heval ji xwe re.

Di çavên wî de, hemû jinên ku destên wî gihabû wan, bi wan re keniya bû û ji wan re gotinên evînê rijandbûn, min didîtin. Min bêhna gişan jê dikir. Wî nikari bû çavên xwe xistiba çavên min, dixwest tistekî bibêje, lê li ba wî heta cesareta lêborînê peyda ne dibû.
 
Jinan, wî guhertibû. Ew difikirî ku çi qas kêf ji wan jinan girtiye, lê wî nizanibû ku di bedela wê de, wan çi jê wergirtiye, jiyana wî, hizûra wî, rehetiya wijdana wî, her tistê wî ser û bin kirine. Ew ne di wê ferqê de bû, yan jî li vê rastiyê jî mikûr nedihat.

Peyv jê derneket û ne ji min, wekî ku hemû gotinan xwe dabin alî û lihêviya sahneya dawî bin.

Me xatir ji hev xwest û pişta me kete hev. Tu dibêjî qey ne ew, ew bû û ne ez, ez bûm. Tu dibêjî qey min romanek dixwend û lehngên wê romanê ez û ew bûn. Niha jî roman bi dawî bûbû û rola me her duyan jî xelas bûbû. Dibe ku jiyana me dişibe romanan, yan jî roman dişibin jiyana me. 

Di wê kêliyê de, min dixwest pişta xwe bizivirînim û biqirîm, ew jî ber xwe bide min û ber bi min ve bê. Em her tiştên derbasbûyî ji bîr bikin. Lê mixabin, roman xelas bûbû û rolên me êdî bi dawî bûbûn. Û nivîskarê romanê biryara xwe dabû. Min jî famkiribû ku tiştên diçin, nema dizivirin. Heta eger bizîvirin jî, wê ne ew bin yên ku em li hêviyê bûn. Min li paş xwe nêrî, lê ez nezivirîm, ew jî nezivirî. Me her duyan rêyên xwe berdewam kirin. Bajarên qelebalix, welatên tijî sînor, mirovên westiyayî, kolanên bê ronahî û serdemeke bê nasname kete navbera min û wî.

Avrêl 2008

kszmedya@hotmail.com

 

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 25 10 2026

Careke din taybetiyên lêkerên  ‘Bûn’ û ‘Kirin'ê

news
  • 22 10 2026

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news
  • 17 10 2026

Yekem Haxama jin di nava desthilata olî ya cîhanê de: Asênat Barzanî

news
  • 10 10 2026

Xumava Estetîkê ya Zemanekî

news
  • 10 10 2026

Yekem mamostaya jin ya Şarbajêr û sembola wêrekiya jinên kurd: Munîre Qeftan

news
  • 09 10 2026

Keçên niftik ên çenên wan pûsîbûn

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Vane berendamên HDP'ê

ad

Klîba Hefteyê: Evdîşo

ad

Pirtûk diçin îzmîrê

ad

'Bila Geliyê Godernê nebe Heskîf'

ad

ROZA Û PAKO

ad

Kayûmê bi 2 mîlyonî çêkir niha hat rakirin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname