Cîhan Roj
Wextê sî û çar deng, bûn siyeke sor, welatekî vegirtin, Ji dilê min hat helbestekê lê bikim, min lê nekir;
ger min lêkira ê dilê min rihet bûya; siya sor, her ma li ser dilê min!(02.11.2012)
Zivistan bû, dihatin bi karwanî
Bi dengên zîz, bi dilên ezîz
Ji hev qetandin xort û qîz
Li malan, li ser lêvan
Gotinên gulgolînî hebûn
Ken, wê beriya belekiyên berfê, biheliya...
Ro bi bask bû!
Meytên sar berfê nedihelandin
Birawo ji berfêwo
“Silava li xwengêyo”
-Li ser belekiyên berfê-
Ro bi bask bû
Silav li xwengê nekirin!
Silav li dê nekirin!
Yên ku kefîla dengan bûn
dengên xwe dan asîman;
Dê;
Kefîl e
Dê;
Deng e
Dê;
Bask e
Ber bi dilê xwe ve...
**
Têbiniya Diyarnameyê: Em wekî malper helbestan naweşînin. Lê taybetiya Roboskî kir ku em guh nedin vê rêgeza xwe. Îro bi hezaran kes li Roboskî bû û 34 kurdên ji aliyê balafirên şer ên tirk ve hatin kuştin bibîr anîn, xwestin kujer bêne diyarkirin û darizandin. Ev daxwaza me ye jî.
Helbesta Cîhan Roj jî di vê çarçoveyê de em ragihînin we.


