logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Pirtûkek helbestan ‘Kokteylek Seba Ez û Hûn Wiha’ derket
  2. ‘Bazirganê Xeyalan’ û Xerckirina Jiyanê
  3. 4 nîv fînalîstên Lîga Şampiyonan diyar bûn
  4. Di Lîga Ewropayê û ya Konferansê de jî nîv fînalîst diyar bûn
  5. Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike
news-details

Şaredariyên DTP'ê kurdî dikin zimanê fermî

Şaredariyên DTP'ê êdî karên xwe yên fermî dê bi kurdî bikin. Vaye dîtina şaredariyan:

  • Dîrok: 26/09/2008
  • Beş: Nûçe


ERDOGAN ALTAN – WAN

Daxwaza gelê kurd a ji bo zimanê zikmakî hindî diçe gur dibe. Ligel kampanyaya `Êdî bes e ez perwerdehiya bi zimanê zikmakî dixwazim` eleqeya kurdan a di warê ziman de xurtir bû. Têkildarî kampanyayê şaredariyên DTP`î yên herêma Serhedê jî anîn ziman ku piştgiriyê didin kampanyayê û dê di pêşerojê de di warê xebatên fermî yên şaredariyê de jî gavan bavêjin. Şaredaran diyar kir ku dê anons û xebatên din ên şaredariyê bi kurdî ji gel re vebêjin.
Kampanya `Êdî bes e ez perwerdehiya zimanê zikmakî dixwazim` ku ji hêla TZPKurdî ve hatiye destpêkirin, bi berfirehî berdewam dike. Di çarçoveya kampanyayê de şaredariyên DTP`î yên li herêmê jî dest bi pêkanîneke nû dikin. Şaredariyên piştgirî dan kampanyayê anîn ziman ku piştî kêmasiyên teknîkî qedandin dê xebatên xwe bi kurdî ji gel re vebêjin û nivîsên fermî bi kurdî biweşînin. Têkildarî mijarê şaredaran anî ziman ku piraniya gelê herêmê bi kurdî diaxive û bal kişandin ser hewceyiya kurdî. Şaredaran anî ziman ku mînaka Meclîsa Şaredariya Sûra Amedê û Şaredar Abdullah Demîrbaş ku ji ber biryara pirzimaniyê ji peywirê hatine girtin ji bo wan mînak e.

ŞAREDARIYA SÛRÊ...
Şaredarê navçeya Gevera Colemêrgê Salîh Yildiz, der barê mijarê de agahî dan û diyar kir ku her çiqas di zagona şaredariyê de di hêla meşandina xebatên nivîskî yên fermî de yekzimanî hebe jî ew dê di rojên pêş de, xebatên bi kurdî bidin destpêkirin. Yildiz, da zanîn ku ji ber li Geverê ji sedî 95`î zêdetir kurd in û bi kurdî diaxivin, ew jî bi gel re bi kurdî diaxivin. Yildiz, wiha got: “Di dilê me de tiştekî wiha heye lê ji ber di hêla teknîkî û kadroyan de kêmasî hene, em heta demekê dest pê nakin. Lê em ê van kêmasiyan temam bikin û dest bi xebatê bikin. Em ê xebatên Şaredarê Sûrê ya berê Abdullah Demîrbaş ji xwe re wekî mînak bigirin. Di pêşerojê de mimkûn e ku em dest pê bikin.”

JI ANONSAN DEST PÊ DIKE
Şaredara bajaroka Sixkê ya Wanê Gulcîhan Şîmşek jî diyar kir ku ew jî mexdûreke asîmîlasyonê ye û ji ber vê yekê kêmasiyeke mezin dijî. Şîmşek, destnîşan kir ku niha ew bi xwe fêrî kurdî bûye û di nava gel de bi kurdî diaxive û heke ew îmkan hebe dê xebatên xwe fermî bikin. Şîmşek, anî ziman ku piraniya kesên di nav sînorê şaredariya wan de dijîn kurd in û bi zorê hatine koçberkirin. Şîmşek, derbirî ku ji ber vê yekî jî ew ê xebatên xwe yên fermî yên wekî anons û agahdariyên din bi kurdî bikin. Şîmşek wiha axivî: “Lê belê heke di hêla nivîsandin û vegotina xebatên fermî yên şaredariyê de destûr neyê dayîn jî, em ê anonsên ku ji şaredariyê dikin bi kurdî yanî bi zimanê gel bikin. Ji bo ku gel fêm bike. Qet nebe jî em ê anonsan bi kurdî bikin.”

‘ÇI LAZIM BE EM Ê BIKIN’
Şaredarê navçeya Şemzînanê Hurşît Tekîn jî destnîşan kir ku ew ê ji bo ku bibînin ka di vê mijarê de ew dikarin çi bikin, bi xebatkarên şaredariya xwe re nîqaşan bikin û li gorî wê ew ê dest bi xebateke wiha bikin. Tekîn jî anî ziman ku pirsgirêkên wan ên di hêla mijarê de hene, heke temam bikin ew ê anonsên şaredariyê û nivîsên fermî bi kurdî bikin.
Şaredarê navçeya Qopê ya Mûşê Nasir Aras jî anî ziman ku di pêşerojê de dê xebatên xwe bi kurdî bimeşînin. Aras, diyar kir ku têkildarî vê mijarê çi ji destê wan bê ew ê bikin.

LI BAZÎDÊ ANONSA BI KURDÎ
Şaredara navçeya Bazîda Agiriyê Mukaddes Kubîlay jî diyar kir ku ew di nava gel de ye û têkiliyên xwe hemû bi zimanê kurdî dike. Kubîlay got ku ew kêmasiyên teknîkî der barê mijarê de xilas bikin dê dest bi xebateke wiha bikin û ev tişt gotin: “Ji xwe em di nava gel de ne, têkiliyên me yên bi gel re bi kurdî ne. Hemû xebatkarên şaredariyê jî bi gel re bi zimanê wan diaxivin û têkiliyê datînin. Ji niha ve hin anonsên me ku ji şaredariyê tên kirin bi kurdî ne, ji ber ku li navçeyê gelek rexne ji me re anîn ku ew bi tirkî zêde fêm nakin ji anonsan. Li ser vê yekê em jî hin anonsên xwe bi kurdî dikin.”

BIRYARA KONFERANSÊ BÛ
Di Konferansa Rêvebereyên Heremî ya 2005’an de ji bo ku xebatên pirzimanî yên şaredariyên di destê siyaseta kurd de bi kurdî bên kirin biryara prensîbê hatibû girtin.

Nûçeya DÎHA ji Azadiya Welat hatiye girtin

Parve Bike

Youtube Me

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news

H. Kovan Baqî: Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 16 04 2026

'Ji bo li ser mirina Xezal Mewlan lêkolîn bike bila lijneyek bê avakirin'

news
  • 14 04 2026

Koma sêyemîn a koçberan gihîşt Efrînê

news
  • 12 04 2026

Berendamê YNK'ê Nîzar Amêdî bû Serokomarê Iraqê

news
  • 03 04 2026

Rêveberiya Kobanî: Em vê tayînkirinê qebûl nakin

news
  • 02 04 2026

UNICEF'ê li ser dibistanên Rojava daxuyanî belav kir

news
  • 02 04 2026

Hikumeta Sûrî kayûm şand ser Çelebiyê, gel daket kolanan

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Piştî 33 salan bû şampiyon

ad

Toro anîmasyona Pînokyo dinişîne

ad

Ji bo Bundeslîga û Super Lîgê biryar hat dayîn

ad

Hejmara nû ya Tîrojê derket

ad

Vîdyoyê ji bo 31'ê Gulanê

ad

2 meh ceza li Nûçe Tv û MMC birîn

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Pirtûkek helbestan ‘Kokteylek Seba Ez û Hûn Wiha’ derket

  • 15 04 2026
news

‘Bazirganê Xeyalan’ û Xerckirina Jiyanê

  • 15 04 2026
news

4 nîv fînalîstên Lîga Şampiyonan diyar bûn

  • 16 04 2026
news

Di Lîga Ewropayê û ya Konferansê de jî nîv fînalîst diyar bûn

  • 16 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname