AGIRÎ
Li Çiyayê Tendurekê ku li navçeya Giyadîn a Agiriyê ye pevçûn di nava leşkeran û gerîlayên HGP'ê de derket. Welatiyên wekî mertalên zindî xwe gihandin herêmê, leşkeran gule li ser welatiyan de reşandin. Di encama gulebaranê de Hevserokê berê yê HDP'a Giyadinê Cezmî Budak hat kuştin û rêveberê MEYA-DER'ê Cenap Îlboga jî bi giranî birindar bû.
Li çiyayê Tendurekê leşkeran li cihê ku dar lê dihatin çandin operasyon da destpêkirin; di navbera gerîlayên HPG'ê û leşkeran de pevçûn derket. Tê gotin ku li herêmê alozî didome.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, welatiyên ku xwestin pêşî li operasyonê bigirin, xwe kirin mertalên zindî û gihîştin herêma operasyonê. Welatiyên xwe gihandin cihê operasyonê leşkeran gule bi ser wan re barandin. Di encama gulebaranê de Hevserokê berê yê HDP'a Giyadinê Cezmî Budak hat kuştin û rêveberê MEYA-DER'ê Cenap Îlboga bigiranî birindar bû. Dîsa hat gotin ku 6 welatî ji aliyê leşkeran ve hatin binçavkirin.
Gerîlayek jiyana xwe ji dest da
Her wiha Hevserokê DBP'ê yê navçeya Bazîdê Nurî Çelik diyar kir ku di pevçûnan de gerîlayekî jiyana xwe ji dest daye.
Liv û tevgera leşkerî ya li herêmê berdewam dike.
DÎHA


