Lokman Polat
Edebiyat herdem xwedî fonksiyoneke bûye. Ji dema afirandina romanê heta niha roman roleke girîng di jiyana civakên cîhanê de lîstiye. Civakên ku qîmet û rûmet dane edebiyatê û edebiyatvanên xwe, pêş ketine, nûjen bûne û jiyana demokratîk pêk anîne. Di jiyana însanan de yê ku xwe daye qebûlkirin û hezkirinê edebiyat bi xwe ye. Fîlozofê ramanwêr yê bi nav û deng Jacques Derrîda digel ku fîlozof bûye, dîsa jî wî xwestiye bibe edebiyatvan û ew dibêje “min herî pir ji edebiyatê hez kir. Edebiyat dê di pêşerojê de fonksiyonên girîng pêk bîne.”
Di sedsala 19'an de ekola edebî ya realîst a civakî xurt bû. Berî vê ekolê hinek ekolên edebî yên din hebû û piştre gelek ekolên din yên edebiyatê derketin holê.
Di sedsala 20'an de guhertinên mezin di nav civakên cîhanê de pêk hatin û di hêla gelek tiştan de pêşveçûnên civakî rûdan û di hêla îlîm û teknolojiyê de pêşketinên berbiçav derketin holê. Her wiha di hêla edebiyatê de îlmên/zanîstiyên edebî bi ramanên nû riya pêşveçûnê vekirin. Kar û xebatên derbarê edebiyatê/lîteraturê de geş bû. Li Ewropayê dibistanên edebiyatê vebûn û dibistana Frankfurtê di hêla dîtin û ramanên edebî de ekoleke pêk anî. Her wiha cîhana romanê jî hate guhertin. Ji nav cîhana kevn cîhaneke nû hate damezrandin. Ev cîhana nû bi şikil, şêwe, fiction û motîfên cihêreng ve estetîkeke nû pêk anî.
Di demên dawî yên sedsala 20'an de berhemên edebî bi şêweyeke cuda derketin pêşberê xwendevanên cîhanê. Berhemên modern û paşê jî post-modern hatin afirandin. Ev berhemên wiha ne ji bo tevan, lê belê ji bo hinek xwendevanan bû wekî ronahiya ku ji nav kaosê derkeve der. Berhemên edebî yên post-modern ferqa xwe û berhemên din derxistin holê û xwestin di rêçeke nû de bimeşin.
Nivîskarên post-modern hetanî karibûn xwe ji ekola sosyal realîzmê bi dûr xistin û wan fictionê ji xwe re kirin bingeh û berhemên xwe bi metodeke cuda û bi şêweya lihevanîna bilind ku jê re dibêjin “metafiction” pêk anîn.
Sedsala 21'ê sedsala azadiya ramanî û pêşveçûna civakî ye. Di vê sedsalê de berhemên edebî bi belavkirina ramanên azadî û humanîzma felsefî ya modern/nûjen û pêwîstiya azadîya cîvakî li cîhanê, fonksiyoneke pozîtîf pêk tînin û ji bo pêşveçûna civakan dibine rêça ronahiyê, wekheviyê û dadmendiyê.
Edebiyat ji hêla guhertinê ve fonksiyoneke dualî pêk tîne. Di aliyek de di edebiyatê bi xwe de guhertin û di alî din de di civakê de guhertin. Ev her du guhertin dibe sedemên gelek guhertinên din yên sosyal, siyasal û jiyana civakî.


