Diyarname
Platforma Dewletên Erebî ji bo romana xwe mîhrîcaneke ku dê çar rojan bidome li dar dixin. Di mîhrîcanê de bi mîlyon dolarî dê xelat ji bo romanan bêne belavkirin.
Platforma Dewletên Erebî ji bo balê bikişînin ser romanên xwe, pêşbaziyek li dar xist û romanên xwe xelat dike. Navê "Xelata Katara ya Romana Erebî" li çalakiyê hatiye kirin.
Pêşbazî par dane dest pê kirin û niha encamên wê bi mîhrîcanekê eşkere dikin. Mîhrîcan dê di navbera 18-21'ê gulana 2015'an de li dar bikeve. 711 roman ji bo pêşbaziyê hatine şandin. Ji van wê deh roman xelatan wergirin. Nirxê hemû xelatan digihîje mîlyon dolarî.
Roja yekem wê bi civîna komîteya herdem ya çanda erebî dest pê bike. Wê Navenda Katara ya Romana Erebî bê vekirin. Polikek bi navê xelata Katara bê çapkirin. Semîner li ser romana erebî bêne dayîn. Wê roja yekem bi şanogeriya bi navê "Destana bêbextiyê" bi dawî bibe.
Roja duyem wê Pêşangeha Dîroka Romana Erebî vebe. Filmên ku ji romanan hatine girtin dê bêne nîşandayîn û semînerên li ser asoyên romanê û pirrengiya formên wê bêne lidarxistin.
Roja sêyem, wê bi semînerên li ser romanê dewam bikin û wê bi eşkerekirina navên her deh xelatgiran û bi dana xelatan bi encam bibe.
Roja dawî, ya çaran, wê bi îmzekirina peyman û lihevkirinên di navbera xelatgiran û dezgeha giştî ya Katara de, dest pê bike û wê bi beşdarbûna her deh xelatgiran ya konferans û daxuyaniya çapemeniyê bi encam bibe.
Ev xelat di bin banê "Rêxistina Erebî ya Perwerde, Çand û Zanistê de, ku girêdayî Platforma Dewletên Erebî ye" û bi hevkariya "Yekîtiya Nivîskar û Wêjevanên Ereb" û "Yekîtiya Weşangerên Ereb" tê dayîn.
Her deh xelat wiha ne:
1- Xelatên romanên ku hatine weşandin: 5 roman, 300 hezar dolar e. Ji bo her romanekê 60 hezar dolar e.
2- Xelatên romanên ku nehatine weşandin: 5 roman, 150 hezar dolar e. Her romanekî 30 hezar dolar e.
3- Romana herî baş ku dibe "dirama" an jî film: 200 hezar dolar e.
Wisa jî romanên ku nehatine weşandin wê bêne çapkirin û belavkirin. Romanên ku xelat wergirtine, wê ji bo zimanên îngilîzî, spanî, firensî, çînî û hindî bêne wergerandin.
Hêjayî gotinê ye, ji bilî vê xelatê, xelateke din ya romana erebî bi navê Boker heye, ku wekî cêwiya Boker a îngilîzî tê dîtin û her ji du salan carekê tê lidarxistin. Van salên dawiyê, ev her du xelat bûne sedema geşkirineke berbiçav ji romana erebî re.
Wergera ji erebî: Helîm Yûsiv
Ji rojnameya "Alquds Alarabi" hatiye girtin


