QAMIŞLO
Ji ber nakokiyên navxweyî ku di nava ENKS’ê de ji destpêkê ve heye û heta niha hîn dom dike, Partiya Demokrata Pêşverû ya Kurd a Sûriyê (PDPKS) ku yek ji mezintrîn partiyên ENKS’ê ye daxuyaniya çapemeniyê da û diyar kir ku ji ber nakokiyên navxweyî di navbera wan û pariyên din ên ENKS’ê de wan hemû endamên xwe yên di komîteyên ENKS’ê de vekişandine.
Têkildarî mijarê PDPKS’ê civîneke çapemeniyê li navenda xwe ya li Qamişlo lidar xist. Civîn ji aliyê Endamên Rêveber ên Partiyê Ehmed Silêman, Umer Cefer û Ehmed Berekat ve hate lidar xistin. Daxuyanî bi zimanê kurdî ji aliyê Ehmed Berekat ve û bi erebî ji aliyê Umer Cefer ve hate xwendin.
Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: ˮJi destpêka Damezirandina ENKS’ê ve partiya me siyasetek piratîkî û li gorî rewşa demî dimeşîne. Siyaseta me dûrî zihniyeta ezeziyetê û tenê bûnê bû. Di baweriya me de ev siyaset li gorî berjewendiyên yekîtiya kurdan bû. Di vê çarçoveyê de û amadekariyên kongreya 3’yemîn a ENKS’ê û xebatên din jî, partiya me li çareseriyeke di hemû mijarên rêxistinî û siyasî de û li ser esasê lihevkirinê geriya.
‘ENKS’ê di rewşa bê kariyê de bû’
Em dixwazin balê bikşînin ser wê yekê ku hemû beşên civakê baş dizanin ku ENKS rawestiya bû û tu kar nedikir. Ji ber vê yekê pêwîstî bi rêbazeke çareseriyê hebû. Partiya ji pariyê pêş bû ku nêrînên xwe li ser partiyên sereke yên ENKS’ê (Partiya Demorkatîkî Kurdistan-Sûriyê; Pariya Yekîtiyî) pêşniyar kir. Armanca me ji vê yekê ew bû ku her sê partî bigihîjin îtîfaqekê bi serkêşiya Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî û bi şertê ku tu alî aliyên din paşguh neke û bi tena xwe tevnegere.
Lê tiştê derket holê tam li dijî wê yekê bû, pariyên hevdû girtin li gorî berpirsyariyên xwe tevnegeriyan, lê belê li rêbazên tektîkî geriyan da ku partiya me paş guh bikin, bi taybetî jî komîteya Têkiliyên Derve ya ENKS’ê ku riwê siyasî û dîplomasî ya Encumenê bû. Hin caran bi dengan tehdîd dikin û gef dixwarin.
Ji ber tiştên li jor hatin gotin komîteya navendî di civîna 2’ê tîrmehê de biryar da ku nûnerên me ji hemû komîteyên ENKS’ê vekişin û ji Komîteya Karê Derve jî. Ev ji baweriya me ku ev rêbazên fitlonek tu fêdê li ENKS’ê nakin û ne li gorî rihê îtîfaqa sê pariyan bû. Her wiha ENKS’ê vedigerîna riya destpêkê wekî dema hate damezirandinê.
Em di xwazin ji saziyên çapemeniyê û raya giştî ya kurdî re ragîhînin ku partiya me hemû biryar û xalên kongreya 3’ê yemîn a ENKS’ê pêk anîn. Di vê munasebetê de her wisa em serkeftinê ji endamên ENKS’ê û serokatiya wê ya nû re dixwazin. Bi taybetî di vê dema ku her di rewşeke aloz re derbas dibe, komên çete êrîşî Kobanî û Hesekê kirin, her wiha siyasetên tunekirina gelê kurd ku li Reqa û Tebga pêk tên.ˮ
Piştî xwendina daxuyaniyê endamê PDPKS’ê bersiva pirsên rojnamageran dan û gotin ku di ENKS’ê de tenê partiya PDK-S’ê û Yekîtî biryarên ENKS’ê digirin û hemû partiyên din ên ENKS’ê bê bandor in û gotin ku ji ber vê yekê ew hemû endamên xwe ji komîteyên ENKS’ê vedikşînin.
Ji ANHA'yê hatiye girtin


