Diyarname
Di Copa Amerîca de tîmên Arjantîn û Şîliyê derketibûn fînalê; di 90 deqîqeq û 120 deqîqeyan de encama 0-0 neguherî, serketî bi penaltiyan diyar bû: Şîlî bi 4-1'ê bi ser ket.
Konfederasyona Fûlbolê ya Amerîkaya Başûr (CONMEBOL) "Copa America" li dar dixe. Di tûrnûvaya 2015'an a ku îsal li Şîliyê li dar ket de tîma neteweyî ya Şîliyê diyariyek da temaşevanên xwe.
Maç li Stada Neteweyî ya Şîliyê a li Santiagoyê li dar ket û 90 deqîqeyên maçê bi yekbûnê, bi 0-0'ê bi dawî bû. D ûre 30 deqîqeyên zêdek hatin lîstin lê di wir de jî encam neguherî û maç derbasî penaltiyan bû. Penaltiya pêşî li ser navê Arjantînê Messi avêt û bû gol. Lê piştî Messi Higuain û Banega nekarîn gol biavêjin, beramberî wan lîstikvanên Şîliyê 4 penaltî veguhartin golê û bi 4-1'ê kûpa birin mala xwe.
Arjantîn par di Kûpaya Cîhanê ya 2014'an de di fînalê de têk çûbû (Almanyayê bi gola Gotze maç bi 1-0'ê girtibû), di Copa Amerîka de jî dîsa di fînalê de têk çû.
Lîstikvanê navdar ê Arjantînê Messi ku di kariyera wî de gelek serketin û kûpa hene lê di van her du fînalan de jî nekarî gavek din li serketinên xwe zêde bike.


