Mebûsên DTP'ê beşdarî şeva vekirina TRT 6'ê nebûn. Mebûsê DTP'ê Demirtaş li ser çima beşdar nebûne axivî.
Li ser çima beşdarî şeva destpêkirina weşana TRT Kurdî nebûne Wekîlê Serokê Koma Meclisê yê DTP'ê Selahattin Demirtaş ji bo rojnameya Sabahê axivî.
Dermîrtaş da zanîn ku Kordînatorê TRT 6'ê Sinan Îlhan ew vexwendine û wiha got: "Me got weşana we nêzîktêdayîneke polîtîk e, em sipas dikin, em naxwazin li wê derê bin."
Demirtaş da zanîn ku TV'ya kurdî wekî 'xêreke AK Partî" tê nîşandayîn û wiha berdewam kir: "Rastî ev e; Televîzyona bi kurdî di encama têkoşîna kurdan de derketiye holê. Ger rewşeke polîtîk derkeve holê di kurtedemê de dê mehkûm bibe. Kesên ku vexwendine şeva vekirina kanalê li dijî partiya me ne."
Ji Sabahê hatiye girtin


