Edîb POLAT
Gelek nivîs der heqê TRT 6’ê de derketin. Ez dê hesabên siyasî yên ku ji bo destpêkirina weşana kurdî hatine kirin (mesela hilbijartin!) nesekinim. Ez dê bi hin peyvan an li gor niyetê jî vê qenalê rexne nekim, lê ez dixwazim ji aliyê şaşîtî û xeletiyên teknîkî ve kêmasiyên wê bînim ziman.
TRT Şeş, Cahş, Şaş, Fahş… hûn çi dibêjin bêjin, lê rexneyên teknîkî, bidîtina min dê bêtir bandor li ser civakê û programçêkerên vê qenalê bikin. Ez naxwazim qala dizîna hin navên programan ku ji Roj Tv hatine girtin, yên wekî Rojev, Şevbêrk û Bûka Baranê bikim û her wiha muzîkên jenerîk (ya Ay Dil-Şakiro û Rojda) jî bikim, ev jixwe hene, armanca min ji aliyê ziman de çi çewtî hene, ez wan bêjim.
Di serî de mirov dikare bêje ku, piraniya program an rêzefîlman (bi taybetî yên xwemalî) ji ber ku ji qenalên TRT yên din hatine girtin, bi hişmendiya tirkî hatine çêkirin û wergera wan ne li gor ramana kurdî ye. Ev jî di bêjeyên nêr û mê de û di hin gotinan de balê dikşîne. Mînak di nûçeyên 18’ê rêbendanê de ji bo erzankirina xazê li ekranê wiha dinivîse: “Daxistin Tê”! Bi maneya ku di tirkî de dibêjin “İndirim Geliyor!” Dê buhayê çi were daxistin, ev yek ewil nayê fêmkirin. Dîsa ji bo agirbesta Hamas û Îsraîl sipîker dibêje “…gihîşte rastiyê” ango bi tirkî “gerçekleşti.”
- Di mêjûya 5.01.2009’an saet di 9 û 30’an de programek hebû, bi navê “Jiyanê Civakê!” Rastiya wê divê “Jiyana Civakê” bûna.
Her wiha programek der heqê aboriyê de heye, navê wê “Bazarê Şerqê” ye. Heta hefteya bihurî jî navê programê wiha bû, tê zanîn hin xêrxwazan ji wan re got, wan jî ew guheatin kirin: “Bazara Şerqê.”
- Di rêzefîlmê “Kalê Min Gofret û Ez” de (navê rêzefîlm bi “Tirkî Babam, Gofret ve Ben” e) û di gelek fîlman de, navên senarîst, rejîsor, lîstikvan û muzîsyenan di dawiya fîlm de bi tîrkî hatiye nivîsîn. Eşkere ye ku dema ji tirkî girtine, dest nedane navên van erkan, hema wisa hiştine.
- Her wiha navê belgeselek heye, jê re gotine “Yek Mekan û Hezar û Yek Kevir”. Divê rastiya vî navî wiha ba: “Mekanek û Hezar û Kevirek”. Ne hewce ye ku mirov hejmara yek bîne pêşiya peyvekê.
- Rêzefîlmê bi navê “Herî Dawî Bav Dibihîze”, di qenalên tirkî de wekî “En Son Babalar Duyar” tê nasîn. Rastiya wî navî divê “Herî Dawî Bav Dibihîzin” be. Kesê ku di van rêzefîlman de dengê zarok derdixîne, heman kes e û ji “kalo” re dibêje. “Qalo”!
Tu li vê ecêba giran ku navê rêzefîlmekî jî du caran guhertin. Ewil navê fîlm “Şeytan Di Naverokê de Veşartiye” bû. Piştre ew guhertin, kirin “Şeytan Di Hûrgiliyê de Veşartiye!” Navê fîlm bi tirkî “Şeytan Ayrinti da gizlidir” e. Hefteya bihurî navê fîlm dîsa kirin “Şeytan Di Naverokê de Veşartiye!” Lê di axaftina lehengekî de tê gotin ku “Şeytan di hûrgiliyê de veşartiye.”
Weşan berî niha dema ku test bû, 12 saet diajot, di vekirin û girtinê de “Îstîklal Marşı” dihat gotin. Niha 24 saet e, lê dîsa serê sibehê saet di 06.00’an de ala tirk rê dide û ev merş tê gotin. Qenala ku weşana wê seraqet be, çima bi vî awayî merş tê de werin gotin?
Roja yekşemê, êvarê (18. 01. 2009) Îbrahim Tatlises derxistin û camêr bi saetan kilamên xwe bi tirkî got. Belê, tenê bi tirkî got. Qenalek ku weşana xwe xwerû bi kurdî bike, heke di karê xwe de ji dil be, divê li gor kesên ku hîç bi tirkî nizanin programan pêk bîne. Gava bi zimanek din weşanê bike, divê kurdiya wan peyvan wekî dublaj an nivîs cih bigire.
Wekî rexneya dawî, min hê fam nekiriye, çima peyva “Nûçe”, kirine “Xeber!” Xeber ji “haber”a tirkî tê, lê di kurdî de li hin herêman wekî sixêf, çêr an heqaret jî tê fêmkirin.


