Diyarname
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan piştî hevdîtina bi Serokê Meclisa Tirkiyeyê İsmet Yilmaz re biryara hilbijartina pêşwext da û biryar di rojnameya Fermî de hat weşandin.
Erdogan sibê saet 11'an de wê bi Serokwezîrê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu re hevdîtinê bike û careke din mafê sazkirina hikumet bide wî. Lê vê carê ji bo Hikumeta Hilbijartinê çêbike. Davutoglu dê heta hefteyek hikumetê saz bike. CHP û MHP'ê bêre gotibû ew dê di nav Hikumeta Hilbijartinê de cih negirin. Hikumet dê ji mebûsên AKP'ê û HDP'ê pêk bên.


