Diyarname
Li Enqereyê destpêkirina qursên kurdî, şahiya li Cizîrê, lîstikeke şanoyê ya nû... Vane nûçeyên îro derketine pêş
Li Eneqereyê qursa kurdî
Meclisa Ciwanan a HDP'ê qursa zimanê kurdî dide dest pê kirin. Kesên bixwazin divê heta 13'yê vê mehê serîlêdana xwe bikin. Qurs dê li navçeya HDP'ê ya Çankayayê li dar bikeve û li serîlêdanan dê ast û roj bêne diyarkirin. Endama MEclisa Ciwanan a HDP'ê Betul Unsal diyar kiriye ku li hemberî polîtîkayên asîmîlasyonê divê têkoşîn bê dayîn.
'Xewna Şeveke Havînî'
Şanoya Bajêr a Amedê lîstika William Shakespeare "Xewna Şeveke Havînî" derxist ser dikê. Lîstika ku ji aliyê Kawa Nemir ve hatiye wergerandin êvara 4'ê mehê li Amedê yekem car hat lîstin. Di lîstika ku 14 kes têde dilîzin de derhêneriya wê Ferhad Feqî kiriye.
Lîstik êvara 5'ê mehê dê dîsa bê lîstin. Her wiha di nav bernameya payîzê ya Şanoya Bajêr a Amedê de dîsa derkeve pêşberî şanohezan.
Li Cizîrê binçavkirina ciwanan
Şaredariya Cizîrê rojên 5-6'ê mehê Festîvala Huner û Çandê ya Ciwanan a Mem û Zînê" li dar dixe. Ji bo beşdariya festîvalê ciwan ber bi Cizîrê re hatin. Ajansa Mezopotamyayê ragihand ku 21 ciwan li otogara navçeyên hatin binçavkirin û li dor 20 ciwanî jî li cihê ketina bajêr dane rawestandin. Walîtî festîval qedexe kir Di vê navberê de Walîtiya Xirnexê mîhrîcan qedexe kir û festîval asteng kir. Li ser vê yekê Şaredariya Cizîrê festîval ji bo demek din bê lidarxistin taloq kir.


