Diyarname
Serokê Giştî yê AKP'ê Ahmet Davutoglu lîsteya wezîran ku dixwaze we di nav hikumeta hilbijartinê de bin eşkere kir. Ji bo HDP'ê sê wezîr dikevin.
Piştî hilbijartina 7'ê pûşpera 2015'an ji ber ku hikumet çênebû (yan jî desthilatdarî nexwest çêbe), AKP'ê û Serokomarê Tirkiyeyê bi hev re biryara careke din lidarxistina hilbijartinê da. Hilbijartin 1'ê sermaweza 2015'an de dê li dar bikeve. Li gor Zagona Bingehîn a Tirkiyeyê heta hilbijartinê Hikumeta Hilbijartinê çêdibe. Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan raye da Serokê AKP'ê Davutoglu ku Hikumeta Hilbijartinê çêbike.
Li gor Xala 114'an a Zagona Bingehîn a Tirkiyeyê gere di nav 5 rojan de hikumet saz bibe. Dîsa li gor zagonê gere ji her çar partiyan (AKP, CHP, MHP û HDP) wezîr di nav hikumetê de hebin, lê CHP û MHP'ê berê eşkere kiribû ku ew nakevin nava hikumetê. Davutoglu gotibû ezê wekî kes pêşniyar ji bo endamên van partiyan bibim ku ew wekî wezîr di nav hikumetê de cih bigirin.
Û lîsteya ku Davutoglu ji bo wezîran çêkir diyar bû. Ji bo AKP'ê 11, ji bo CHP'ê 5 û HDP û MHP'ê 3 mebûs dikevin.
Davutoglu ji bo wezîrî qebûl bikin name ji bo van kesan şand:
HDP:
- Levent Tuzel (Mebûsê Stenbolê, Serokê EMEP'ê yê berê)
- Muslum Dogun (Mebûsê Îzmîrê, Ji Serokatiya Rêxistinên Elewiyan tê)
- Ali Haydar Konca (Mebûsê Kocaeli, qeymeqamê berê)
CHP:
- Erdogan Toprak
- Ayşe Gulsun Bilgehan Toker
- İlhan Kesici
- Deniz Baykal
- Tekin Bingol
MHP:
- Kenan Tanrikulu
- Tugrul Turkeş
- Meral Akşener
Ji HDP'ê Muslum Dogun piştî bihîstina vê biryarê got ku partiya me dê biryar bide, ew bêjin erê ezê qebûl bikim. Leven Tuzel jî got ku sibê di partiyê de emê nîqaş bikin, emê peywirê qebûl bikin ji ber ku biryara partiya me heye, kîjan wezîrî be ferq nake.
Ji MHP'ê Tugrul Turkeş pêşniyara Davutoglu qebûl kird, her du MHP'yiyên din red kir. Liser qebûlkirina Turkeş, MHP'ê ew ji bo "Teqez ji partiyê bê avêtin" şand dîsîplînê.
Mebûsên CHP'ê wekî biryara partiya xwe tevgeriyan û hemûyan pêşniyara Davutoglu red kirin.


