logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çend gotin li ser 'Li Gelîyê Goyanê Roman Li Diyarbekirê Şiîr'
  2. 'Prenses Mumbî' xelata mezin girt
news-details

Fermana Bêjarê

Ferman, berî ku bibe hêmanek an jî raweyeke gramerî, dengkirin e; ji ber ku wek jêderk, deng e; û bi piranî ji bo kes û

  • Dîrok: 29/09/2019
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

Dilawer Zeraq 


Ferman, berî ku bibe hêmanek an jî raweyeke gramerî, dengkirin e; ji ber ku wekî jêderk, deng e; û bi piranî ji bo kes û heyîna derveyîn e. Ev heyîna derveyîn di gramerê de wekî kesê duyem ê yekhejmar û pirhejmar tên zanîn. Her wiha, çendî ku hin caran mirov fermankirinê bo xwe pêk bînin jî, fermankirin (an jî fermandan) di hîma xwe de, lidervehiştinek e ku kes an jî aliyê ku ferman dike, bi dengê xwe desthilatekê dide der û pê dihisîne. Ev desthilat, serê pêşîn, li ser dengê fermanî, mirovê derveyîn westar (bêliv) dihêle; dike ku neguheriyek jî bi wî re çêbe; û paşê jî wekî encam dengê fermanî mirovê derveyîn beralî (araste) dike. Sedema van pêkhatinan hemû ‘yekîtiya zimên’ e ku mirovên pê deng li hev dikin (yanî bi hev re diaxivin), bi awayekî komelî (civakî), ji mêj ve ye li ser deng û zimanekî li hev kirine. Ev yekîtî, di heman demê de yekîtiyeke jêderkî ye jî.


Jêderka ku em behs jê dikin, gramer e. Gramer her tim hewlê dide ku xwe û dengkirên (yanî axiverên xwe) di nav sînor û qaydeyên xwe de asê bike. Ev hewldan û asêkirina hanê, dibe sedem ku gava aliyê hundirîn fermanê lê bike di xwe de dorteng bibe û di heman demê de kesê derveyîn jî jê re bibe heyîna ‘biyan’. Biyanîbûna ku pêk tê, bi xwe re sînoran jî ava dike û aliyê hundir, yê ku fermanê dike û aliyê derveyîn, yê ku fermanê hildide, ji hev dûr dimînin û lihevkirina wan a komelî û zimanî ji hev sist dibe.


Çendî ku bi pênase û baweriyeke giştî hatiye qebûlkirin ku ziman navgîneke (instrument) raguhastinê ye jî, ev yek di hemû hêmanên xwe de ne wisa ye û pênaseya hatî kirin, dike ku em berê xwe bidin ser bandora hêmanên dîtir jî. Ji ber ku her kirin û kiryariyên zimanî ne raguhastin e, gelek caran jî temamkirina kiryarî û pêkanînan e. Û heke temamkirinên ketî behsê pêk neyên, beşeke girîng ji lihevkirina komelî (civakî), kêm dimîne. Loma jî Deleuze û Guattari dibêjin, “Peyvên fermanî, navgînên birêkûpêkkirina dinyayê û lirêzêxistina tiştan in. (…) Ji ber hindê jî, her kiryarî û her derbirana ku pêwendiyeke berpirsiyê çêdike, di bin hikm û desthilata peyvên fermanî de ye.”* Loma jî peyvên fermanî, di xwe de tundiyeke veşartî jî dihewînin û ev tundî di gava pêkhatina xwe de mirovê fermanhildayî dixe nav bendewariyên wekî daxwazkirin, geflêxwarin, tikakirin û yên din.


Peyva fermanî, carinan ji bo ku tundiya xwe veşêre, bi kubariyê re hevkariyê dike û dike ku beralîkirin bi temamî bibe serdest û desthilata peyva fermanî bê veşartin. Wekî mînak, gotina; “Ji kerema xwe tu dikarî derî vekî” ne rasterast fermanî ye, bi gotina ‘ji kerema xwe tu dikarî’ dengê fermanî tê kubarkirin û dirêjkirin; û pêşniyazekê lê dike. Di nava pêşniyaza tê kirin de lêferzkirinek jî heye ku wisa di bin re dikişe. Her wiha, di gotina, “Ji kerema xwe derî veke” de, fermaniyeke nermkirî heye ku dîsa ji kubariyê deyn dike û lêferzkirina xwe vedişêre. Lê belê gotina, “Derî veke” bi temamî fermanek e ku tu tişt ji tundiya desthilata xwe venaşêre, tu pêşniyazekê lê nake; û wisa aşkera û li rastê ye.


Wekî wêje, di çîrok û romanan de peyvên fermanî, wekî dengkirinekê, bêtir di diyalog û pevaxivînan de derdikevin pêşberî me. Û ji ber ku kapasîteya çîrok û romanan keysê dide me ku em jê haydar bin ka rengê pêwendiya di navbera kesan de çawa ye, gava deng û peyvên fermanî tên bikaranîn, em pê dizanin ka dûrahî û nêzikahiya wan çi ye û dengên fermanî kesan bi kîjan alî ve beralî û araste dikin. Û ji ber ku çîrok û roman zêdetir li ser peyv û vegotinê ava ne, dengkirina fermanî ku tê de bi cî dibin jî lihevkirina zimanî ya ketî behsê eşkeretir didin der.


Herçî helbest e, di warê dengên (peyvên) fermanî de xwedî taybetiyeke dîtir e. Ji ber ku helbestê di warê aheng û rîtma peyvan de hevgiriyekê divê, gava dengên fermanî tê de bi cî dibin, me beralî dike û em bivênevê xwe lê tînin. Herçî mînak e:


“Tev tev rabin, îro bû şer/Ev ev roja ceng û tevger/tev de rabin kom û leşker/Haydê Kurdo; marş marş/(…)/Bes bes tev de rabin wek mêr/ Her kes pev re rabin weke şêr/Tev de rabin dest bi xençer/Haydê Kurdo; marş marş/(…)/Pek pek va ye dijmin tê tê/Hek, hek, rabin, mêrên çê çê/Hemî weke şêr û ejder/Haydê Kurdo; marş marş…”**


Gava em bala xwe dibin ser vê helbestê, em xweşikî dibînin ku helbest heta dawiyê li ser fermana “rabin” û bi beralîkirina “marş marş” hatiye sazkirin. Şa’ir armanca xwe bi peyvên fermanî pêk tîne. Û bi fermankirinê dixwaze birêkûpêkkirinekê pêk bîne û kiryariyên ku wê armanca wî li dar xin, li rêzê xe. Û digel vê, tundiya ku bi dengê fermanî di helbestê de tê bicîkirin jî, dûrahiyekê dixe navbera şa’ir û xwendevan. Ev dûrahî di heman demê de, desthilata şa’ir jî xuyanîtir dike ku bi lêkera aktîf a ‘rabûn’ê xwendevan westar dihêle; û bi peyvên dengî yên ‘marş marş’ jî xwendevan dike rewşa neguher û di vê neguheriyê de xwendevan car din li livê dixe û dûrahiya di navbera xwe û xwendevan de heyî zêdetir dike û dîsa bi hevkariya dengê fermanî, wisa di bin re, lêferzkirinekê jî pêk tîne; ku di kurtemînaka me de ew peyva fermanî; “rabin wek mêr” e.


Gava fermankirinek bi dengê kubariyê re hevkariyê bike, em bi xapînokiya kubariyê dikevin nav desthilata wê ya ku bi awayekî ‘durû’ nêzikî li me dike û lêferzkirina xwe ji me vedişêre. Lê belê gava fermankirinek wisa rût û tazî li me biqelibe; em yekser li bin guhê desthilata wê ya ‘yekrû’ dikevin; dûrahî dikeve navbera me û dengê fermanî û ev yek rê li ber me vedike da ku em karibin li ber desthilata deng û peyvên fermanî rabin û bi xebera ‘fermanê’ nekin. Û çi gava ji me re hat gotin; “derî veke!” em hemû deriyan ji cî bixin…


* Deleuze-Guattari, Bin Yayla- Kapitalizm ve Şizofreni, Bağlam Yay. 79


** Cegerxwîn, Helbesta bi navê, “Kurdo Marş”, Weşanên Lîs, Cilda I., 139


Têbinî: Têgiha ‘bêjar’ bi wateya ‘discourse-söylem’ hatiye bikaranîn.

28.09.2019, Yenî Ozgur Polîtîka

 

**

Nivîsên Dilawer Zeraq ên ku berê di Diyarnameyê de bi vî awayî hatine weşandin:
- Nehewiyên Zimên
- Desthilata Gramerê
- Keviya Wêjeyê
- Şanehezên wêjeya kurdî
- Xwebûniya Wêjeya Kurdî
- Tirsa wêjeya Kurdî
- 
Neçariya Wêjeya Kurdî
- 
Desthilata Wêjeyê
- Dîketiya Kurdan
- Yekrehî-Durehî û Wêjeya Kurdî
- Mala Wêjeyê
- Şûngeha rexneyê
- 
biçûk bûm...
- 
Hunera ji malê
- 
“Kuyruklu Kurt” û “Berxwedan”
- 
Heyîkirina Hebûniyê
- Zimanekî, ê xwe -Em berxên dayika mezin in-
- Fêrikê Ûsiv; helbestbêjê evîna kirde
- Kî Me Ez
- 
Edaleta Desthilatê a Wêjeyî
- 
Zimanê agahiyê
- 
Kurmancî ji ku ye?

- Rihê zimên  

Parve Bike

Youtube Me

Rewşen

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Festîvala Çand û Xwuza ay Mûnzûrî bi konserêke xatir waşt

ad

Wezîrê DYA'yê: 'Mutefîkên me yên baş kurd in'

ad

'Metran Îsa', lehengê hemû serdeman

ad

Folklora Me ya 8'an derket

ad

2015: Fîlmên herî zêde lê hatine temaşekirin

ad

Hevkariya Ked û Azadiyê starta têkoşînê da dest pê kirin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çend gotin li ser 'Li Gelîyê Goyanê Roman Li Diyarbekirê Şiîr'

  • 20 04 2026
news

'Prenses Mumbî' xelata mezin girt

  • 19 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname