Amed
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) bîlançoya şer a di navbera 21'ê tîrmehê û 28'ê gelawêjê de bi daxuyaniyek eşkere kir. Li gor rapora ÎHD'ê di vê demê de 2 hezar û 544 kes hatine binçavkirin, 338 kes jî hatine girtin.
Navenda Giştî ya ÎHD'ê rapora ku amade kiribû eşkere kir. Rapor ji aliyê Serokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan ve li Şaxa ÎHD'ya Amedê hat eşkere kirin. Vane îstatîstîkên ji raporê:
- Rapor li ser pevçûnên di navbera 21 tîrmeh-28 gelawêj hatiye amadekirin.
- Jê 111 zarok, 5 rojnamegerên biyanî bi giştî 2 hezar û 544 kes hatine binçavkirin. Ji van 136 bi îdîaya endamên DAIŞ'ê ne, 22 kes endamên Cemaetê ne û 2 hezar û 286 kes bi îdîaya endamên KCK-PKK'ê ne hatine binçavkirin.
Ji yên DAIŞ'ê 33 kes, jiyên cemaetê 4 kes hatine girtin lê ji yên ku îdîaya KCK-PKK'yîne 301 kes hatine girtin.
- Ên ku hatin binçavkirin hema bêje piraniya wan rastî îşkence û pêkanînên dijmirovahî hatine. Ji aiyê navenda ÎHD'ê ve hatiye tespîtkirin ku 198 kes bi giranî birîndar bûne."
- Di şer de 166 polîs-leşker birîndar bûne. 92 leşker-polîs û cerdevanek mirine. Di heman pêvajoyê de 38 HPG'î jiyana xwe ji dest dane. Di vê pêvajoya şer de sivîlek jiyana xwe ji dest da 34 sivîl jî bi giranî birîndar bûne.
- Li Giresun, Ordu, Antalya, Eskîşehîr, Erzerom, Duzce, Enqere, Burdur, Bursa, Antalya û Konya û hinek navçeyan êrîşên nîjadperestî yên li hemberî kurdan zêde bû.
- Ji ber qedexebûna weşanê mafê nûçegirtinê hatiye astengkirin. Her wiha bi biryara Dadgeha Cezayê ya Gulbaşi Sulhê înternet hatiye birîn. Li hemberî çapemeniya mualîf gef hatine kirin û destûr nehatiye dayîn ku nûçe bê çêkirin; endamên wan hatine binçavkirin.
- Zordariya li ser zarokan zêde bûye, bi taybetî li Amed û Edeneyê zarok zêdetir rastî êrîşan hatine.
- Bi biryara Lijneya Wezîran û biryara walîtiyan li Sêrt, Şirnex, Dêrsim, Agirî, Dîlok, Qers, Amed, Culemêrg û li gelek bajarên din "Herêmên Ewlehiyê yên Taybet" hatine îlankirin.
HDP: 78 sivîl hatin kuştin
Her wiha HDP'ê jî bîlançoya şer a ji 17'ê pûşperê heta 26'ê gelawêjê amade kiribû û duh eşkere kiribû. Li gor rapora HDP'ê di 28 bûyeran de 78 sivîl hatine kuştin, 1628 kes hatine binçavkirin, ji van 298 kes hatine girtin.


