Diyarname
Li Antalyaya Tirkiyeyê Zîrveya Rêberên Dinyayê G20 îro dest pê kir. Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan wekî mazûvan ligel rêberên edwletan hevdîtinan pêk tîne. Erdogan ligel Serokdewletê DYA'yê Barack Obama hevdîtinek li dor saet dom kir kir û piştî hevdîtinê her du derketin pêşberî çapemeniyê.
Erdogan got ku em bi terorîzmek kolektîf re rû bi rû ne, ol, nijadê terorê nîn e, li Parîsê, Enqereyê, Pirsûsê, Amedê bi me terorek kolektîf re rû bi rû ne. Erdogan got ku çalakiyên terorê li dijî hemû mirovahiyê ne û ligel Birêz Barack me firsend dît li ser vê, li ser Sûriyeyê jî biaxivin.
Serokdewletê DYA'yê Obama jî got ku G20 platformek nîqaşkirina aboriya dinyayê ye. Obama got ku wan "ligel birêz Serokomar Erdogan êrîşa xayîn la Parîsê jî di nav de li ser mijarên lezgîn" axivîne.
Obama got "Êrîşa Enqereyê wekî êrîşa li Fransayê êrîşek li dijî mehsûman e" û got: "Ev êrîş ne tenê li dijî Tirkiye, li dijî Fransayê, li dijî hemû mirovahiyê ne. Emê ligel wan di nav hevkariyê de bin û ji bo kiryarên van bûyeran derxin pêşberî edaletê çi ji destê me bê emê bikin. Hem li Iraqê, hem li Sûriyê di şerê li hemberî DAIŞ'ê de Tirkiye şirîkek girîng a koalîsyonê ye."
Her wiha Obama got ku ji sûriyê bi ser 2 mîlyonî de penaber hatine Tirkiyeyê ev yek barek giran e û DYA yek ji welatên pêşeng e ku alîkariya Tirikyeyê ji bo penaberan dike.


