Diyarname
Dîrektorê Dibistana Aştiyê ya Barselonê Viçenç Fisas ku li ser pevçûnên etnîkî ya li gelek welatan lêkolîn kiriye tê Tirkiyeyê. Fisas wekî mêvanê Meclisa Aştiyê dê bê Stenbolê û beşdarî konferansê bibe. Konferans bi sernavê "Pêvajoya Çareseriyê û Derfetên Çareserkirina Qeyranê" 12'yê meha berfanbarê li Hill Otela li Taksîmê di navbera 13.30-17.00'an de li dar dikeve.
Ji bilî Fisas dê rojnameger Murat Çelikkan, Hîndekarê Zanîngeha Marmarayê Yuksel Taşkin, nivîskar Tarik Çelenk jî wekî axifger beşdar bibin û Gulten Uçar jî dê moderatoriya konferansê bike.


