Diyarname
Hunermend Şivan Perwer li ser nûçeyên ku ew dê beşdarî Newroza Amedê bibe daxuyaniyeke da.
Perwer da zanîn ku agahî û spekulasyonên di weşan û nûçeyên welat û Tirkiyê de ku li ser minasebeta Newroza 2009’an dê bêm Amedê bê ast û bê bingeh in.
Şivan Perwer wisa got: “Di derbarê vegera min a welat heta vê gavê bi kesekî re ez neaxafîme û ne jî min hevdîtin çêkiriye. Lê derî vê mijarê jî heta çend mehan programa min tije ye, yanî vegera min ji bo demek kin bê çare ye.”
Perwer di daxuyaniya xwe de dide zanîn ku heke projeyeke wî ya vegerê hebe dê bi xwe raya giştî û çapemeniyê agahdar bike


